Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beşinci boyut - tirşik
beşinci boyut
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê bernameyeka di samanyolu tvyê de ye.. bi kurd û kurmancî mirov dikare jê re bêje bûuda pêncem.. formata bernameyê ev e; xortek bi navê salih li gundê xwe di malekî de bi diya xwe û bi jina xwe re dijî û li aşê gund de dişixule.. xaniyê ku lê dimînin ji axayê gund kirriye û axayê gund yekî cirnexweş û firşteng e hê wadeya deynê xanî nehatî her gav û seet tê deynê xwe ji salihê reben dixwaze salih jî ji bo di demeke zûtirÎn de deynê xwe bide ji berê zêdetir dişixule filan ji nişka ve hereketa qibrisê yanê êrîşê artêşa tirkî ya li ser girava qibrisê destpê dike û wekê gelek eskerên kevn salih jî ji bo tevgera qibrisê dixwazin eskeriyê.. tabî salihê gewr bi bayê bezê bêyî ku li dû xwe binêre dikeve ser rê û di qibrisa rengîn re derdikeve piştî ku artêşa dijmin pişta çend tûmen esker tînê erdê saliho jî tê kuştin an bi termînolojiya tskya laîk û sekûler şehîd dikeve..piştî ku şehîd dikeve xwudê wî di dilqê xizir nebî de ji bo kesên ku mişhet û mohtac û di tengî û tehliyê de ne cardin dişîne dinyayê.. di her beşeka vê bernameyê de saliho bi izn û qeweta xwudê kesên ku ji rê derketîn û li kera şeytên siwarbûyîn rast dike û tîne ser rêka hîdayetê, her gotineka wî û her kirineka wî ji bo mirovên bermirinê cihê ders û îbretê ye.. filan..

piştî malûmatên ev qasî berfireh û bitefsîlat heçî nizane wê bêje qey min darî hemÛ beşên vê bernameyê kiriye lê ya rast min darî beşeke tenê jî nekiriye.. agahiyên li jor jî min ji hirde û wêde berhev kirine.. neyse yek ji senarîstên vê bernameyê senarîstê rêzefîlma popûler leyla ile mecnun, onur ünlü an bi navê xwe yê poetîk ah muhsin ünlü ye..

ez werim ser mirad û merem û meqseda dilê xwe di beşa vê taliyê ya bernameyê de zarokek gulleyekî berdide hevalê xwe û salihê me yê gewr jî çawa dibîne ku gulle ji lÛleya demancê derdikeve bi dest xwe re ji berîka çakêtê xwe kevirekî derdixe û davêje û li nîvê gûzeka gulleyê dixe û berê menzîla gulleyê çend santîmekî wêde dide û kurrik ji mirinê difilitîne..



28.10.2013 05:33 | endazer

2. rêzfilma îflasa mejiyê hini mehlûqata ye...



28.10.2013 14:11 | rexnegirêtagirtî


4. Rêzefilîmek temaşevanên wê gelemperî kurd bûn. Pirî kurdên iq ya wan di binya sifirê de li vê rêzefîlma ehmeqane darî dikirin. Tenê buyerek ji vê rêzefîlmê tê bîra min ku ew jî min li ser înstagramê dîtibû. Salihê arîkarê xocê xizir bi kevirekî berê fîşeka ku dê li sebîyekî bikeve guhertibû. Tabî bi montajek cartoonî hatibû çêkirin. Bawerim derhênerên wan ji fîlmê matrix feyz girtibû û xwestibû bi leza saliho demê bisekinîne û ji leza fîşekê zûtir bilive.

Axir mala erdoxano ne ava, malik li fetoş xera kir û me ji van ehmeqan xelas kir. Êdî bê di hepsê de ne, bê li sirgunê ne nizanim lê cihekî dî ku tiştên weha ehmeqî bikin nemaye.



06.01.2021 00:25 ~00:32 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşinci boyut

Kategoriyên mijarê:: tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî