Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 9 peyam
    leonard cohen - tirşik
    leonard cohen
    (3) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. mûzîsyen, stranbêj, nivîskar û helbestvanê navdar ê cihÛ yê kanadayî.. di sala 1934an de li montrealê hatiye dinyayê.. di sala 1956an de pirtûka wî ya yekem ya helbestan ya bi navê let us compare mythologies derket, pê re çend pirtûkên din yên helbestan û çîrok û romanên wî jî çap bÛn.. di sala 1967an de albûma wî ya yekem ya bi navê songs of leonard cohen derket.. di albûmên wÎ yên pêşîn de tesîra terza folkê bêtir tê dîtin lê di albûmên xwe yên din de destê xwe li gelek cûn û cureyên mûzÎkê gerandiye.. di stranên xwe de bêtir behsa tema û mijarên wek evîn, seks, têkiliyên beşerî yên di navbera mrovan de, baweriyên dînî û xwudê, nakokiyên navxweyî yên mirovan dike..

    heta niha ji bîstan zêdetir albûm û ji dehan zêdetir pirtûkên wî çap bûyîne.. yek ji popÛlertirÎn û berniyastirÎn û berhemdartirÎn hunermendên cÎhanê ye.. heta niha hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin û ji aliyê gelek stranbêjên navdar ve stranên wî hatine coverkirin..

    i'm your man, suzanne, famous blue raincoat, dance me to the end of love, everybody knows, closing time çend klasîkên wî ne..



    2013.10.29-01:42 | endazer

    2. min ji bîr kir bêjim zilamê melankoliyê û berdevk û bêjerê êşên zerîf û estetîk e.. hema bêje ji bo hemû jin û dergistiyên hevalên xwe stranek çêkiriye.. û bi qasê famous blue raincoat meşrebfireh e..



    2013.10.29-01:46 | endazer

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.29-01:52 | elegez

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.29-02:00 | elegez

    5. cohenî: wersiyona vê ya di îslamÊ de seyîdî ye. leonard jî ji vê malbatÊ ye. dengê wî herî zêde dişibe dengê tom waits.



    2013.11.11-21:57 | zero

    6. ji bo min dance me to the end of love û everybody knows e.

    hinekî dişibe al pacino.



    2013.11.11-22:01 | simurg56

    7. niha li ser dixebitim ji bo dengÊ min wekÎ ya wÎ derkevê.* qirka min tÊşe lÊ dondirme dixwim sibÊ pÊ re düetÊ bikim.*



    2014.09.23-00:02 | xwelî li ser

    8. Dengê xalê leonard cohen dengê kî bibelxem e.tû dibê qey 20 sale gewrîya xwe ji belxamê paqij nekirîye...bi rastîjî temenê qalê me nezîka 90 salîye.



    Xalo ji bo xwedê here gewrîya xwe paqij ke were.



    2015.07.05-00:33 [guhertin:2015.07.05 00:42]| hesen bira

    9. van rojan dengê wî û yê lana del rey hertim di guhê min de ye. ewil everybody knows, paşê dance me to the end of love û piştî wê jî hallelujah



    2016.11.03-01:44 | mergehez

    10. li gorî min di war û barê gotinên stranan de nobelek hebe ew jî heqê leonard cohen e, eyb e heta leonard cohen hebe mirov behsa bob dylan bike. gotinên i'm your man tenê bes e ji bo peyitandina vê rastiyê. lê van rojan guhdarî take this waltz dikim, heyat e!











    2016.11.03-20:56 | endazer

    11. li gorî nûçeyan îro, ligorî wîkîpediyê 7ê mehê yanî 3 roj berê çûye ber rehm û dilovaniya xwudê. cara ewil li ser pêşniyaza hevaleka xwe ya lîseyê haya min ji dengê wî çêbibû, ji hingî ve di gelek guherên jiyana min de bûye paşfon, bûye parçeyek ji gelek bîranîn û serpêhatiyên min.
    du meh berê albûma xwe ya dawîn ya bi navê you want it darker belav kiribû, hem di gotinên straneka albûma xwe ya dawîn de û hem jî di hevpeyvîneka xwe de digot ez ji bo mirinê amade me, tişteke ecêb û balkêş e ji bo min, dîtina miroveke amade ji bo mirinê. erê têra xwe emr kiribû, lê tişta ez dibînim mirov çi qas pîr û kal dibe û dem lê dadigere, jiyan li ber dila xweştir û şirÎntir dibe, sehm û tirsa mirinê bêtir xwe lê dide der.
    nikarim bêjim qehirîm, lê li ber ketim ji ber ku wê carekî din nekare stranan çêke û bêje.
    oxira wî ya xêrê be, xwudê lê were rehmê.

    strana wî ya xwatirxwestinê;










    û ji albûma wî ya dawîn favoriya min;











    2016.11.11-23:16 | endazer

    12. min nav û dengê wî berê jî bihîstibû lê niza'm çima li pey neketibûm. piştî mirina wî min bi hûrgilî û sebreke xweşik dest bi guhdarkirina wî kir, stranên wî her yek ji ya din xweştir e. di qeydên konsertên xwe de mirov bi zelalî dibîne ku ew bi her awayî hunermend e. jest û mîmîkên wî gotinên stranên wî û newayên ji ruhê wî derketine tev bê qisûr in. xweziya min bi wî.
    ev strana wî henûn, sivik û xweş e:











    2016.11.12-22:42 | sergijik

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    îzol [2]
    navê navçeya kale ya meletî re bi kurmancî îzol dibêjin..li meletiyê û...
    apranax [1]
    xelaskera êşa diranan e....
    "ez bi kurdekî re nabim dergistî" [1]
    Îro li balafirgeha Stenbolê ciwanek kurd ê bi navê Îbrahîm layik xwe k...
    hereka jorê [1]
    bajare ki li izmitê li tirkiye. geli kurd aliye bakure kurdistane j...
    bazidaga [1]
    bajareki pir sare. li bajare wane'ye. mirov payizan li bazidagan diqer...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » leonard cohen

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî