Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
leonard cohen - tirşik
leonard cohen
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mûzîsyen, stranbêj, nivîskar û helbestvanê navdar ê cihÛ yê kanadayî.. di sala 1934an de li montrealê hatiye dinyayê.. di sala 1956an de pirtûka wî ya yekem ya helbestan ya bi navê let us compare mythologies derket, pê re çend pirtûkên din yên helbestan û çîrok û romanên wî jî çap bÛn.. di sala 1967an de albûma wî ya yekem ya bi navê songs of leonard cohen derket.. di albûmên wÎ yên pêşîn de tesîra terza folkê bêtir tê dîtin lê di albûmên xwe yên din de destê xwe li gelek cûn û cureyên mûzÎkê gerandiye.. di stranên xwe de bêtir behsa tema û mijarên wek evîn, seks, têkiliyên beşerî yên di navbera mrovan de, baweriyên dînî û xwudê, nakokiyên navxweyî yên mirovan dike..

heta niha ji bîstan zêdetir albûm û ji dehan zêdetir pirtûkên wî çap bûyîne.. yek ji popÛlertirÎn û berniyastirÎn û berhemdartirÎn hunermendên cÎhanê ye.. heta niha hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin û ji aliyê gelek stranbêjên navdar ve stranên wî hatine coverkirin..

i'm your man, suzanne, famous blue raincoat, dance me to the end of love, everybody knows, closing time çend klasîkên wî ne..



29.10.2013 01:42 | endazer

2. min ji bîr kir bêjim zilamê melankoliyê û berdevk û bêjerê êşên zerîf û estetîk e.. hema bêje ji bo hemû jin û dergistiyên hevalên xwe stranek çêkiriye.. û bi qasê famous blue raincoat meşrebfireh e..



29.10.2013 01:46 | endazer

3. cohenî: wersiyona vê ya di îslamÊ de seyîdî ye. leonard jî ji vê malbatÊ ye. dengê wî herî zêde dişibe dengê tom waits.



11.11.2013 21:57 | zero

4. ji bo min dance me to the end of love û everybody knows e.

hinekî dişibe al pacino.



11.11.2013 22:01 | simurg56

5. niha li ser dixebitim ji bo dengÊ min wekÎ ya wÎ derkevê.* qirka min tÊşe lÊ dondirme dixwim sibÊ pÊ re düetÊ bikim.*



23.09.2014 00:02 | xwelî li ser

6. Dengê xalê leonard cohen dengê kî bibelxem e.tû dibê qey 20 sale gewrîya xwe ji belxamê paqij nekirîye...bi rastîjî temenê qalê me nezîka 90 salîye.



Xalo ji bo xwedê here gewrîya xwe paqij ke were.



05.07.2015 00:33 ~00:42 | hesen bira

7. van rojan dengê wî û yê lana del rey hertim di guhê min de ye. ewil everybody knows, paşê dance me to the end of love û piştî wê jî hallelujah



03.11.2016 01:44 | mergehez

8. li gorî min di war û barê gotinên stranan de nobelek hebe ew jî heqê leonard cohen e, eyb e heta leonard cohen hebe mirov behsa bob dylan bike. gotinên i'm your man tenê bes e ji bo peyitandina vê rastiyê. lê van rojan guhdarî take this waltz dikim, heyat e!




03.11.2016 20:56 | endazer

9. li gorî nûçeyan îro, ligorî wîkîpediyê 7ê mehê yanî 3 roj berê çûye ber rehm û dilovaniya xwudê. cara ewil li ser pêşniyaza hevaleka xwe ya lîseyê haya min ji dengê wî çêbibû, ji hingî ve di gelek guherên jiyana min de bûye paşfon, bûye parçeyek ji gelek bîranîn û serpêhatiyên min.
du meh berê albûma xwe ya dawîn ya bi navê you want it darker belav kiribû, hem di gotinên straneka albûma xwe ya dawîn de û hem jî di hevpeyvîneka xwe de digot ez ji bo mirinê amade me, tişteke ecêb û balkêş e ji bo min, dîtina miroveke amade ji bo mirinê. erê têra xwe emr kiribû, lê tişta ez dibînim mirov çi qas pîr û kal dibe û dem lê dadigere, jiyan li ber dila xweştir û şirÎntir dibe, sehm û tirsa mirinê bêtir xwe lê dide der.
nikarim bêjim qehirîm, lê li ber ketim ji ber ku wê carekî din nekare stranan çêke û bêje.
oxira wî ya xêrê be, xwudê lê were rehmê.

strana wî ya xwatirxwestinê;



û ji albûma wî ya dawîn favoriya min;




11.11.2016 23:16 | endazer

10. stranbêjê ku Stranên wî mîna xewnên xweş in ku mirov naxwaze j'wan şiyar bibe.
Ew yek, jean boez do.



20.12.2019 00:24 | gumgumok

11. stranbêjekî namdar e. xwediyê dengekî bi tesîr, mûzîkeke henûn û nazenîn e. ji bilî mûzîkjeniyê helbestvan e jî. ji ber wê ye ku stranên wî bi derb û bê qisûr in. nemaze dema meriv evîndar be mûzîka cohen mêriv sermest dike. ev stranên wî gellekî xweş in:

take this waltz:


suzanne:


I'm Your Man:


lover, lover, lover:



20.12.2019 21:59 ~21:59 | xeyda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» leonardo dicaprio

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî