Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 6 peyam
nofa - tirşik
nofa
(0) (0) ecêb (0) (3)
di mijarê de bigere

1. navê straneke seîd yûsiv e. gotin û muzîk a seîd yûsiv bi xwe ye. ji aliyê gelek hunermendan ve ev stran hatiye gotin.



NOFA

Endîwerê peytaxt e lê lê...

Endîwerê peytaxt e, keç xatûna li ser text e

Şûşa wiskî li dest te, ne te soz û ne bext e

Çima îznê nadî min, nîv saatekî bême rex te

Lê lê… Nofa



Amûdê ber bi ba ye lê lê… Nofa

Amûdê ber bi ba ye, Dirbêsiyê ava ye

Li ser kaniyê xuyaye, çadira xorta vedaye

Nofa qîzek hêja ye, min li eslê Nofa pirsî

Nofa keça axa ye lê Nofa…



Lê Nofa te zeriyê lê lê… Nofa

Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê

Xulama te sipehiyê, ferze keçka xelkê bû

Muhbeta dilêm ketiyê Nofa…

Lê Nofa te zeriyê, zêra zerkê li eniyê

Ez xulama sîng sipiyê, bejin ji dara biyê

Xweska ez bûyama gustilk, ketibama wê tilîyê

Ferze keça xelkê bû, muhbeta dilêm ketiyê Nofa…














2013.10.29-02:43 | zero

2. tiffany (bnr: truman capote) a kurdan e, rojêkê dê bibe lehenga berhemekê wêjeyê jî *



2013.10.29-10:02 | elomelo

3. nofa, dibe ku kurtkirina navê "nefel"ê be.



2013.11.28-16:40 | aryâspa

dengdanên dawîn (Yên Din..)
kurdî-der izmir [1]
Min li Îzmîrê 5 sal zanîngehê xwend, di navbera 2010-2015an de. Ez çen...
gulsumakê - gîska gerok [1]
Kanaleke bı navê Kurdish, Kurmancî Lessons vekiriye. Di wê kanalê de d...
cervantes [1]
Bo nivîskarê mezin (bnr: miguel de cervantes) Herweha navê projeye...
gelo colemerg dikeve kîjan herêma kurdistanê [1]
Em dikarin bibêjin dikeve herêma Behdînan. Jixwe Kurdiya wan ne wek ya...
keçikên tirşikê delal nîn in [2]
xweşikbûn li dera hanê tev pîr û payizin, min ji xeynî...
belki ev jî bala te bikişînin
» nofa

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî