Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sêva qedexe - tirşik
sêva qedexe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bela serê adem û hewayê ye ku bû sedema celîbûna wan...

bi xwarina wê sivê re xwedê li wan hat xezebê, çîpê wan li beligoşka wan xist û ew ji bihuşta xwe celî kirin...

ji ber çavbirçîbûna wan, xwedê li serê me jî bû agir û em jî bi agirê wan şewitand...



29.10.2013 20:45 | devliken kelogiri

2. heke ez jî di şûna Adem û hewa de li cenetê bûma û afirînerê min bigota ku hûn dikarin ji hemû nîmetên cenetê tehm bikin ji xeynî fêkiya wê dara di nîvê wê de, bi ser de jî şeytanê gewr di dilqê mar de bihata û bigota ku ew dara zanînê ye, heke hûn bixwin hûn dê her tiştî bizanibin, bi qesem min texsîr nedikir û hema dixwar. Kî dikare xwe li ber tiştekî wisa bigire?



29.10.2013 21:24 | eznelomeezleme

3. min kurtenivîseke xweş li ser wê xwend ya dilyar amûdî wisa dibêje ku tawanbarê mezin xweda ye.

navê nivîsê

tawanbar kî ye?

http://dilyaramudi.blogspot.com/2013/11/tawanbar-ki-ye.html

(bnr: william strang)

(bnr: the temptation)



21.12.2013 21:26 | dijber

4. di risteke şairê kurd mihemed hemo weke "ma bihayê wê sêvê çi bû ku em hêjî gunehê wê dikişînin" derbas dibe.

(bnr: tobe tobe)



22.12.2013 04:24 | ceso

5. sÊva ku ji adêm re qedexe dibe lê adem ji vê fêkiyê dixwe û ji bihûştê tê qewirandin..

ev meseleya ha hê jî nakeve hêşê min. wilo bifikirin; tu pêxember î ango evdekî dilsoz yê xwudê yî, te çi bivê li pêşiya te ye, lê xwudê ji te re dibêje ji vê fêkiyê mexwe û tu radibî jê dixwî(!)

qet nakeve hêşê min..



05.01.2016 19:01 | ferhenga şikestî

6. sêva ku diya Gregor Samsa tê wer dike û Samsayê reben pê dimre.

(bnr: veguherîn)



06.01.2016 01:40 ~01:41 | roza

7. (bnr: sedemên derketina ji dîn)



27.01.2016 15:53 | ceso

8. Li gorî kitêba miqeddes ew ne sêva em pê dizane,tê gotin ew bîr-fikr e



28.01.2016 03:02 | tirsekê bênav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sêva hîndî
» qedexe yan derbend

Kategoriyên mijarê:: oldin mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî