Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
xelîl xeyalî - tirşik
xelîl xeyalî
(1) (0) ecêb (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Xelîl Xeyalî ji navçeya Motkî û ji bajarê Bilîsê ye. tê gotin û texmînkirin 1848- 1950’yan de jiyaye. Perwedehiya xwe yê ewilîn li Amedê girtiye. Xwendina zanîngaha xwe li stenbolê kirîye. Di dema Osmaniyan de di qedemeyên cûr be cûr de kar kiriye. Xelîl Xeyalî ji lehçeyên zimanê Kurdî kurmancî û dimilkî, wekê din zimanê Farisî, Erebî, Fransizî û Tirkî dizanibû. Xebatên wî evin ;



Elifbêya Kurmancî- di warê xwe de xebata ewilîn e.



Serf û Nahîv- rastnivîs û rêzimana Kurdî ye.



Ferheg- ferhenga Kurmancî



Nivîsên wî yên di rojname û kovaran de di warê nesîrê de mînakên ewilîn in.



Di kovarên mîna Rojî Kurd, Yekbûn û Jînê de nivîsên wî weşiya ne.



Di wergêriya Tirkî-Kurdî de ji wergêrên ewil e.



2013.10.31-20:39 | felat

2. (bnr: xelîl xemgîn xeyalî)



2015.10.01-17:47 | kezebmonitor

3. Cihê Gora wî hatiye tesbîtkirin.
Cî: Cebeci Asri Mezarligi / Ankara



2017.05.01-22:33 | mîr

4. Lêkolîner (bnr: tahir baykuşak) li ser xelîl xeyalî angu xelîl xeyalîyê motkî xebat kirine.
nêrînên xelîl xeyalî yên li ser neteweperwerî, rola ziman û rewşenbîrên neteweyê pirr girîng in.
xeyalî nasnameya kurdîtiyê li ser zimên ava dike û em dibînin ku çiqas rast derketîye. îro nasnameyek, netewek bê ziman nikare ava bibe û bijî.
xelîl xeyalî nivîsa xwe ya bi sernavê bextreşî û mehrûmiya kurdan de wiha dibêje:
"(bnr: elî herîrî) nehsed û sih sal berê, (bnr: melayê cizîrî) jî heşsed sal berê bi kurdî helbest nivîsîne. herwiha (bnr: ehmedê xanî) (bnr: mem û zîn) û ji bo zarokan (bnr: nûbar) telîf kiriye, bi çar zimanan şîîr gotiye."

xeyalî bi van gotinên xwe balê dikişîne li ser qedîmtiya zimên û pesnê van helbestvanan dide.

lê ji bilî van hemû agahîyan xala herî zêde bala min kişandî xelîl xeyalî ji motkîya bêdlîsê ye, kirmanckî/zazakî nenivîsî ye û kurmancî nivîsîye.

ji bo agahîyên zêdetir (bnr: malmîsanij), (bnr: rohat alakom), (bnr: mesud serfiraz)



2020.02.07-07:52 [guhertin:2020.02.07 08:00]| lehî baranyan

dengdanên dawîn (Yên Din..)
meymûnê ji kena zikopişto dibe [2]
sêhrbazek sêhrekî ji bo orangûtanekî çêdike, orangûtanê me ji kena zi...
tîrêj zana 21 [2]
ez bawer im guh dayiye rexneyan, ji loma her ku diçe baştir dinivîse, ...
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê [2]
Min ji mijarê fêm nekir tirşikvana entrya ewil a ku entrya xwe jê biri...
li amedê pirsgirêka zimanê dayikê [1]
Pirsgirêka dibe sedema dilê mirov ji amedê bimîne Sedemên neaxaftina...
canva.com [1]
malpereke dîzaynê ye. Di vê rupelê de ji bo hemû qadên medyaya civa...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîl xemgîn
» xeyalî-zanistî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî