Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
teyrê sîmir - tirşik
teyrê sîmir
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Dibêje, 'Teyrê Sîmir di zimanê Aramî de tê wateya 30 çûkan' û wiha dewam dike; "Hemû çûk pirsgirêkek dijiyan. Yekane çûka pirsgirêkên wan hal bikira Teyrê mezin ê Sîmir bû. Teyrê Sîmir zanyarê herî mezin ê çûkan e. Hemû çûk li gorî biryarên wî tevdigere, bi pîvanên wî re dilsoz in. Çûk li hev dikin ku pirsgirêka wan a dawî jî dê Teyrê Sîmir çareser bike. Ji bilî wê dê ti çûk nikaribe pirsgirêka wan çareser bike. Wî dikarî pirsgirêka heyî çareser bikira. Başe Sîmir ê ku xwedî hêza çareseriya pirsgirêkan, gotina wî vîna qanûnê bû, kî bû? çawa bû, cihê wî ku bû? Hemû çûk li hev dikin ku bi lêgerînê dê bersivê ji van pirsan re bibînin û dikevin rê.

TEYRÊ SÎMIR LI CIHÊ HERÎ BILIND Ê MEZOPOTAMYAYÊ DIJIYA

Teyrê Sîmir hêza çareseriya pirsgirêkan, parêzerê qanûnan. Çûk ref bi ref firiyan, ji hemû çûkên lê rast hatin cihê Teyrê Sîmir pirsîn. Çûkan demeke dirêj li Teyrê Sîmir geriyan. Taliyê çek ji çûkên herî pîr û zane ji çûkan re behsa efsaneya ku Teyrê Sîmir li girê herî bilind ê cîhanê dijî, kir. Çûkên ku ji lêgerînê betilî bûn, bi vê çîrokê re hinekî bêhn stendin. Başe, ev gir ku der e, dê çawa xwe bigihêjînin vî girî.

Li gorî efsaneya çûkên zane vegotin, ev girê herî bilind ê cîhanê girê herî bilind ê erdnîgariya Mezopotamya bû.

Ew çiyayê Teyrê Sîmir lê dijiya ewçend bilind bû, bi qasî heft qatê cîhanê bû. Ji ber vê yekê tê gotin, yên ji bo dîtina Teyrê Sîmir ketine rê di ezmûneke vînê de derbas bûne, gelek ji wan ji ber qelsiya baweriyê di rê de ketine û telef bûne.

Çûkan ew çend bawer kiriye ku tenê Teyrê Sîmir dikare pirsgirêkan çareser bike, bêy kû zehmetiyên rê bigirin ber çav, her qetekî weke ezmûnekî dibînin û ji bo bi firine heft qatên ezman biryara hemû çûkên ku ketine rê bi şêweyekî kerî bifirin dane. Rê şerekî îradeyê ye, çûk wê di dawiya rêya dirêj de bikarin Teyrê Sîmir bibînin. Lê çewan? Wê kîjan bedelan bikin? Wê li rastî zehmetiyên çewan bên û çewan wan derbaz bikin û piştre bigehine armanca xwe ew jî ne diyare.

Çûkên ku ji bo dîtina Teyrê Sîmir ketine rê ber bi tebeqa yekê ve dest bi vekirina çengên xwe kirin û serî li hember hemû westan û zoriyên bibînin rakirine. Ev zehmetiyane ezmûna wan yêkeme. Di vê ezmûna yekem de wê çûkên ku îrade û baweriya wan lewaz bê îrade mene û li hemberî lewaziyên xwe nekarîne bisekinin û ji kerî veqetiyane.

Rêya gihaştina Teyrê Sîmir bi zehmetiyan tejî ye. Weke tebeqa yêkem ya ezman, çûk neçarin di tebeqa duyem de jî li hember zehmetiyan li ber xwe bidin. Yên ku nekarine vê tebeqê derbas bikin, paşda mane û ji kerî veqetiyane. Li pêş çûkan rêyekî pişt dide îradeyê heye. Heya ku çûk digihên tebeqa heftê gelek çûk ji kerî veqetiyane û winda bûne. Dema ku digehine tebeqa heftê ya ezman ji keriyê çûkan tenê 30 çûk mane. Evna yên ku li pêşberî hemû zûriyan serî ne tewandine û li hemberî wan zehmetiyan têkoşiyane. Bawerî û îradeya xwe li hember hemû zehmetiyan bi ser xistine û rêya xwe berdewam kirine.

Çiyayê ku bi qasî ezmanan bilind 30 çûkên ku gihiştinê serê wan her yek bi aliyekî ve belav bûn û bi rojan bêy rawestîn li Teyrê Sîmir geriyane lê belê bi ti şêweyî nekarîne peyda bikin.

DI NAVA KOMA GIHAŞT TEYRÊ SÎMIR DE 30 ÇÛK

Çûkên ku piştî demekî dirêj li gerîna Teyrê Sîmir bê taqet û westiyan, hatine li gel hev û danûstandinekî ramanê kirin. Weke rêwîtiya wan a piştî nîqaşekî dem dirêj, di rastiyê de Teyrê Sîmir ê ku lê digeriyan zorî û zehmetiyên ku di rê de derbas kirine. Di dawiyê de digehîne wê zanînê ku ji her 30 çûkên ku li dijî hemû zorî û astengiyan xwe gihandine serê van çiyayên herî bilind, her yek ji wan Teyrê Sîmir in."



01.11.2013 11:49 | newenda

2. efsaneyek gelekî xweş û watedar e.

min sala 2003an de çîroka wê xwendibû û ji wê rojê û vir ve ye navê min ê ser înternetê simurg56ye û navê sîmurg jî dîsa ji sîmir tê. wateya wan yek e.

her wiha navê stranbêj sîmir rûdan jî dîsa ji vê efsaneyê tê.



01.11.2013 20:18 | simurg56

4. (bnr: ferîdudîn etar) (bnr: feridüddin attar)



Here lînkê



13.12.2016 23:41 | gumgumok

5. teyrên efsaneyî nizanim çima li gelek welatan nîşaneya vejînê ne. weke mîsal phoenixa ewropî ku hîmên wê digihîjin çîrokên mezoptamya, misir, hindistan û îranê, namire. gava emirê wê digihîje astekê di şûna xwe de dişewite û dibe xwelî bes dû re ji nav xweliya xwe radibe dîsa. (Reenkarnasyon)

û teyrê Sîmir ku di xebroşkên kurmancî de gelek caran mîrza mihemedî ji heft qat binê erdê derdixe ser rûyê erdê, ev yek jî nîşan dide Sîmir weke phoenixê ji nav xweliyê/axê radibe û lehengan jî bi xwe re rast dike.

Û mêbûna van teyran berçav e jixwe. çunkî welidandin aîdî zayenda mê ye phoenix rasterast xwe diwelidîne. Sîmir jî di çîrokan de pirî caran weke dayîka çêlikan tê behskirin.



06.02.2021 05:00 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» teyrê xwe di mijê de bernade
» sîmir rûdan

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî