Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 6 peyam
ji bo xwendekarên bizewicin jêbirina deynê -kredîya xwandin-ê - tirşik
ji bo xwendekarên bizewicin jêbirina deynê -kredîya xwandin-ê
(3) (0) ecêb (0) (7)
di mijarê de bigere

1. tiştek rÛreşÎ ye. mirovÊn kÛ naxwazin dema nÊzÎk de bizewicin wekÎ hemwelatÎ nahesibÎnin. ev tişt "mafÊ wekhevÎ " ji holÊ radike. şerm e.



2013.11.01-18:25 | derûnnaso

2. bêheqî ye .

çi sûncê kesên beriya 3-4 mehan dibistanên xwe xelas kirine heye Û çi sûncê kesên ku hê ji xwe re nekarîne yekî bibînin heye. ne pereyek biçûk e jî .min bi xwe serê despêka zaningehê de, imze avêt binê kontrata ku min 26.000 tl deyndar dike. ger ev nûçe rast be û pêk were, hê min dibistan xelas nekirî ez ê teqez imzeyekî din jî biavêjim *



2013.11.01-18:32 | brusk56

3. (bnr: ez di kampanyaya we nim) !!



2013.11.01-18:35 | derûnnaso

4. rêznameye kî derî saxtekarî vedike. ji ber ku keç û mêr bîryarê bidin vê pere nedin dikarin zevicekî bi formalîte bikin.



2013.11.01-18:52 | gelawej

5. encameke din a daxwaza herî hindik sê zarok e û tê xwestin ku xwendevan zanîngehan de ji xwe re hevalan çênekin, têkiliyên zayendî yên derveyî zewacê, nekin.

ji bo van armancan, li xwendevanên dilxwaz re alîkarî dikare were dayîn. lê bi riyeke din. ji ber ku ev kiryar qaydeya wekheviyê ji holê radike.



2013.11.01-19:36 | simurg56

6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.11.02-01:45 | elegez

7. dema ev tişt derket, ez û hevala min a baş biryar da ku em bizewicin. deynên me ji bejnên me dirêjtir bû. lê dayîka wê qeyl nebû. niha em her du jî di bin deynê de ne û rojên me yên meaşê ne tu mîna rojên meaşê yên xelkê ne. em diherin û tên, dibêjin me kerrtî kir. :(



2017.12.27-21:16 | biruya hayao miyazaki

8. Durûtiya kykê ye min û destgirtiya xwe serî lê da bersiv dan gotin ev mijar projeyek bû lê nehat qebûlkirin.
Çiqas hevalên xwendekar hene vî mijarê pêhisîya ye lê kesî rastiya wê nepirsî ye.



2017.12.27-22:12 | elîşêr

9. Wextê xwe de ez ne xelet bim min nedikarî serî vê kampaniyê bidim. Ji ber ku tê bîra min min zikê xwe kiribû avê de. Paşê derket yan derneket wê jî nizanim.
Beriya çend rojan min li e-devlet'ê nêrî ev hat bîra min. Min got ka es lê binêrim wextê dayîna deynê min hatiye yan na.
Ez çi bibînim. Tam 25 hezar tl deynê min heye û vaye 5 meh in jî despê kiriye :(



2017.12.28-00:15 | brusk56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navê hespên navdar [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
duyemdest [1]
peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendekarên keç û lawên ku pevre di malekî de dimînin
» jêbirina peyaman
» deynê krediya perwerdehiyê

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî