Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 7 peyam
    xwelî li ser - tirşik
    xwelî li ser
    (7) (0) ecêb (3) (13)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarê ku aniha bûye endamê tirşikê.

    ser seran hat. vaye berî ku ew binivîse, min derbarm wî/wê de nivîsand. vêca dora wî/wê ye.



    2013.11.03-14:34 | simurg56

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.11.03-19:34 | darbehîv

    3. nivîskarê ku ji gelek aliyan ve sempatiya min jê re heye:

    1- li ser twitterê navê wî Herekol056 e. yanî ji sêrtê ye û hembajariyê min e.

    2- ji charlie chaplin hez dike

    3- ji leyla ile mecnun hez dike

    4- gelek fîlmên ku di profîla xwe de hezkirina xwe jê re aşkere kiriye, ez jî hez dikim. ji xeynî black swan. ev çi ye heyran??



    2014.03.01-19:30 | simurg56

    4. elîhê dijî lê sêrtî ye. temenê vî 18 sal e.dibistana navîn xilas kir û niha naçe dibistanê . li gor hevsalên xwe gelek pêşketiye. fîlmên temaşê dike û pirtûkên dixwîne pir dewlemend e. kurê xalê min e. xwedê wî bihêle ji me re *



    2014.03.01-19:39 | rêzan

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.02-15:35 | rasteqîn

    6. camêr ne kêmî murat batgî'ye. lê belê bila batgî nebihîze.



    travesti bi kurdî çi ye/33116



    2014.04.02-00:01 | giyanster

    7. Nivîskarê ku piştî vê peyama wî îtîrafên tirşikvanan/35668 dixwazim jê re bibêjim ; belê ez jî *



    2014.04.19-21:08 | ceso

    8. van pêlên dawîn çalaktirîn nivîskarê tirşikê ye..

    nezera xwudê li ser be, tu wê bêjî, qey ansiklopediya navdarên kurd di bin çengê xwe re digerîne.. *



    2014.09.16-23:18 | endazer

    9. şêx û melayên me hemû li tirşik.netê gihandine hev* xwedê jê razî be!

    ku wextê limêjê hat bere qamet ke em tev de limêj kin*

    û xweli li ser nivîskarekî baş e, serkeftin jê re*



    2014.09.17-18:04 | ciwan

    10. şagirtê min ê ku di dersê de bi espriyên xwe min ji kenan zik û pişto kirî*



    2014.09.25-14:41 | sewdaxan

    11. şagirtê rêzan, zeroû sewdaxane.

    ev çi mektebek xweş e ku xwendekar û mamosteyên wê tev nivîskarên tirşikê ne *



    2014.09.25-19:11 | simurg56

    12. (bnr: şagirtê tirşikxaneyê)



    2014.09.25-22:34 | azadixwaz

    13. her du çavê min e *



    2014.09.30-21:13 | rêzan

    14. wextekî van deran dabû ber lotikan nizanim niha li ku der e, haooo! Kuro were dîsa binivîse! Ez dibêjim qey gavekî min van deran terikandibû lewma ew jî pir ber min ket û terka van deran da, weylawayê waweylê



    2015.03.30-15:43 | ceso

    15. ez bawer im ji kurdîtî îstîfa kiriye, li ser faceyê bi tirkî lotikan diavêje*



    2015.03.30-17:56 | ferhenga şikestî

    16. Ew nivîskare ku xebera axivîna yoda gihîştiyê û ji kêfan xwe dîsa berî navê kolanên tirşikê daye*



    2015.04.06-00:34 | ceso

    17. Li ber çavê dê û bavê min : ez



    2015.04.06-13:17 | mîrzayêbiçûk

    18. nivîskarê ku piştî demekî dirêj dîsa li tirşikê vegeriyaye. gelek kêfxweş bûm wele hemşeriyê min xwelî li ser56 *



    2015.11.12-12:41 | brusk56

    19. nivîskarekî pirr relax e, qet xwe eciz nake, geh têt geh diçe hama haya mêriv jê çênabe

    va dîsa hatiye*



    2015.11.12-15:18 | ferhenga şikestî