Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      îbrahîm ehmed - tirşik
      îbrahîm ehmed
      (0) (0) ecêb (0) (5)
      di mijarê de bigere

      1. ji wikîpedîya

      Îbrahîm Ehmed (bi tîpguherîna îngilîzî ji alfabeya erebî: Ibrahim Ahmad; z. 6'ê adara 1914'an, li silêmanîyê - m. 8'ê nîsana 2000'î li London, Brîtanya), siyasetvan û nivîskarekî kurd bû.



      Ew pêşî di pdk'ê de bû lê paşî bû yek ji damezrînerên ynk'ê.



      Îbrahîm Ehmedî yekem romana bi zaravayê soranî nivîsî û navê wê romanê Janî Gel e. Romana wî ji alî Elîşêr ve bi navê Jana Gel li kurmancî jî hatiye wergerrandin.



      Keça Îbrahîm Ehmedî, xanim Hêro jina serokkomarê şeşem ê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK'ê celal talabanî ye



      2013.11.03-15:48 | diljan

      2. nivîkarê romana jana gel



      2013.11.04-23:26 | diljan

      3. rewşembîrekî pir hêja yê başûre kurdîstanê ye



      2015.03.08-22:43 | quşxaneli

      4. (bnr: her kurd ebîn)



      Dagîrkerî dil pirr le qîn

      Dirrindey bê wîjdan û dîn

      Natwanî wakey Kurd nebîn

      Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn

      Le pêş agirperestî da

      Le pêş musilmanêtî da

      Le dîlî û le serbestî da

      Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn

      Ne Erebim, Ne Êranîm

      Ne Turkêkî şaxistanîm

      Nek min her xom, mêjûş elê

      Ke Kurdim û Kurdistanîm

      Ne nengî ew ne piyawetî

      Ciyawazî netewayetî

      Biryare û mêjû dawyetî

      Ke Kurd bîn û her Kurd ebîn

      Gelan hemû biray minin

      Her zordaranim dûjiminin

      Dawayî wilatî kes nakem

      Pence bo mafî kes nabem

      Bo mafî gel û xakekem

      Heta mawim xebat ekem

      Dagîrkerî dil pir le qîn

      Dirrindey bê wîjdan û dîn

      Ger Qendîl û Agirî şîrîn

      Yeksan key legel rûy zemîn

      Natwanî wakey Kurd nebîn

      Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



      Îbrahîm Ehmed














      2015.03.09-01:10 [guhertin:2015.03.09 01:11]| xendekî

      5. bavê hêro jina mam celalî û nivîskarê helbesta herkurd bûyn û her kurd ebîn



      2015.09.09-00:54 | dijber

      6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

      2015.09.09-00:56 | dijber

      7. Di sala 1914/15an de li silêmaniyê xwedê daye. Li helepçe û erbilê dadgerî kiriye. Di sala 1939an de digel eladîn seccadî kovara (bnr: gelawêj) derxdixe. Gava kjk ( komeley jiyanewey kurd) navê xwe gûhert û kir (bnr: kdp) îbrahîm ehmed dibe rêveberê vê partiye. Di 1953an de jî dibe sekreterê giştî yê kdpê û piştre kovara (bnr: rizgarî) ya kdp derdixe, di sala 2000an de jî li Englandê weke penaberê siyasî dimire.



      Berhemên wî:

      Yadgarî lawan , janî gel, dirk û gul, bawik û kur, pirsey şehîd, kwêrewerî



      2016.02.06-00:33 | nejwan

      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      arjen arî [4]
      şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navên hespan [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » îbrahim ehmed
      » ehmedê fermanê kîkî

      Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarsiyasi
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî