Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ceylan karavil park - tirşik
ceylan karavil park
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navenda danûstandinê* a ku aniha li amedê tê çêkirin e .

qada avahiyê tevahî ; 165.000 m²

qadên bên kirê kirin : 60.000 m²

hejmara firoşgeh : 140

zerengiya otoparkê : 3.000 wesayît

navnîşan : bûlwara rihayê-amed

dîroka vebûnê : avrêl 2014



navenda danûstandinê li navenda amedê, li bûlwara rihayê tê çêkirin.

cem navenda danûstandinê 2 heb jî otel tê çêkirin.otelên tên çêkirin yek bi 3 stêrk e û yek jê bi 5 stêrk e.

wê 206 firoşgeh hebin tê de.ên ku niha tê zanîn wê hebin ev in ;

SARAR

Kahve Durağı

Tavuk Dünyası

Atasay

FLO

Bellona

5M Migros

Koçtaş

Koton

Tekno SA

Cinemaxımum

İstikbal

LCW

MaxiToys

Kumpir Box

Bursa Kebap Evi

Tombiş

Deıchman

Çıtır Usta

Joker Land

Polen Tantuni

Umut Ciğercisi

Gloria Jean's Coffees

Armine



çavkanî ; http://wowturkey.com/forum/viewtopic.php?t=90407&start=0



04.11.2013 00:04 | brusk56

2. navenda danûstandinê a ku wê 30ê avrêlê vebe ye.







13.03.2014 18:55 | brusk56

3. navenda danûstandinê ê ku wê 28ê gulanê vebe .

filmekî ji bo danasînê li youtube'ê bar kirine ;







02.05.2014 00:02 | brusk56

4. navenda ku bi̇ awayek AKTÎF 18Ê HEZÎRANÊ (YANÎ DOH) VEBÛYE YE..



19.06.2014 00:29 | nan û av

5. navenda danûstandinê ku bûye a herî mezin li kurdistanê. wê salekî gelek baş nan bixwe lê piştî salek din, heta zûtir, wê diyarbakir forum vebe. wê demê dibe ku xel vê carê berê xwe bide forumê.



20.06.2014 15:41 | brusk56

7. Navenda ku bi ya min îş nakê ye.. Min ji çend hevalên xwe yên ku çûne wir pirs kir ka gelo keyfa we jê re hat an na..yekî ji negot welle belê keyfa me jê re hat û cihekê xweş E.. Dereke zêde mezin e û vala ye.. Mirov bi gera wê diwestê.. Ez nizanim tenê ez weha difikirim an kesên dîn jî hene ku weke min difikirin.. Belkî ji ber remezanê jî.. Milet xîre nakê herê.. Lê ez bê hêvî ME..



15.07.2014 00:49 | nan û av

8. navenda ku heta niha digotin kar nake felan lê piştî ku starbucks û cinemaximum vebû li gor texmîna min niha gelek zêdetir çalak e û qelebalix e. û ji ber ku avahiyek mezin û fireh e mirov qelebalixa mirovan zêde hîs nake.

digotin wê akvaryumekî pir mezin vebe felan heta dema nû vebûyî ez çûbûm û min cihê wê jî dîtibû lê bawerke hê venebûye ..



04.01.2015 09:42 | brusk56

9. zîyaretgeha me ye. dema em herin amedê, ku em neçin vê derê, divê em wê şevê li wir razên da ku qet nebe roja dîtir herin.
henek li alîyekê, zarok gelek jê hez dikin. him jî gerîna wê, him jî sîwarbûna li erebeyên elektrîkî, çûna sînemayê, navenda pêlîstokên mezin û tabî hamburger.
gelek qerebalix e. hingî ekonomîya tirkiyê xerab bibe jî ez dikarim bêjin ku tu bandroekî neyînî li vê derê nake. haya min ji cîroya wan ya mehane tune lê ez dibêm belkî zêde jî kiribe di vê sala borî de.



29.11.2019 23:44 | simurg56

10. Îna buhurî ez çûm floyê ku ji kurê xwe re pêlavek spor bikirim. Deriyê odeya ku ji karkerên wê derê re veqetandine vekirî mabû. Çavê min li kaxizeke ku li wê odeyê ve dalaqandî ket. Weha nivîsandibûn: Kasım ayı ciro hedefi: 2.057.000 TL. Yanî hedefa wan ya meha yanzdehê ji 2 milyon lîreyan zêdetir e. Bê guman ev hedef gora meh û demsalan tê guhertin lê dîsa di derbarê cîroya wan de fikrekî didê mirov.



29.11.2019 23:54 ~2019.11.30 00:05 | nan û av

11. ez û dilbirîno me li wir keçikekê re Kurdî tiştek pirsî lê bersiva keçika karmend tirkî dihat. Me jî yekî din pirsî, wekî xweşmêran serê xwe berz kir û bersiva xwe bi Kurdî da. Kurdiya wî xweşik bû, xwezî ev jî xweşik bibûya ;)



30.11.2019 00:03 ~00:10 | kajav

12. berê min digot law li derve xweşî heye ev çi ye di dawiya heftê de ewqas însan li vir kom dibin û roja xwe pûç dikin.
piştî zewac û zarokî her roja yekşemê li vir im:(



30.11.2019 01:24 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ceylana kaçax
» parkî azadî

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî