Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
amélie - tirşik

keçika sempatîk û bêguneh ku bi qasê hêza xwe li hember neheqiyan lîstokên biçûk dilîze, evînê nas dike û mîna lîstikên xwe yên din pê re dilîze....
(12 şîrove)
amélie
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê fîlmeke derhênerê fransî jean-pierre jeunet e. fîlm di sala 2001'ê de hatiye kişandin û li gelek festîwalan xelat standiye û rêza wê ya di "imdb"ê de 68 e. muzîkên vê fîlmê yann tiersen amade kiriye, amélie keçikek bêhnteng e, ji aciziyan aciz e, dixwaze her kes bextewar bibe û bi tiştên kiçik bextewariyên mezin peyda dike. mêrê ku vê fîlmê temaşe bike pirsa wî ewil dibe ev: "gelo, jinek halê li ser darê dinyayê heye ma!?" jina ku vê fîlmê temaşe bike jî amélieyê diheside an jî dixwaze bibe weke amélieyê.

Lê belê mesela min ev e ku ev derhênerê henê (jean-pierre jeunet) nijadperestiya çerm dike (apartheid). di dil bi xwe de, ev fîlm li fransayê hatiye kişandin, fransa ew welat e ku tê de bi milyonan reşik dijîn, lê evî camÊrî di vê fîlma xwe de qet cih nedaye reşikan! Ev ne tesadûf e, ji ber ku di fîlmên wî yên din de jî ez rastî reşikek nehatim!



04.11.2013 05:42 | zero

2. ka em ê keçê mîna amelie niha li kudere bibînin ...



03.03.2014 21:24 | newenda

3. fîlmeke gelekî serkeftî ye. mûzîka wê ewqas xweş e ku li her derî tê bikaranîn. belkî êdî kes nemabe ku nebihîstiye lê gelek kêm dizanin ku aîdê vê fîlmê ye.

dema ev fîlm tê bîra min -nizanim çima lê- şekir tê bîra min. erê şekir. ji bo min peyva ku vê fîlmê herî baş rave dike ev e; şekir.

nizanim belkî ji ber karaktera sereke be belkî jî ji ber rengên fîlmê ne.



heta niha tenê fîlmeke din amelie aniye bîra min: (bnr: jeux d enfants) ew jî dîsa fîlmek mîna "sêvên şekirkirî" ye lê li gorî amelie'yê gelek gelek bedbîn e.



03.03.2014 21:33 | simurg56

4. fîlma ku navê wê ya tam le fabuleux destin d'amélie poulain e. weke jiyana nuwaze ya d'amélie poulain dikare bê wergerandin. muzîkên vê filma gelek xweş û serfiraz in lê ji ber li her derê tê guhdarî kirin an jî herkesî kiriye dengê zîla telefonên xwe, li ber çavên min reş bûye.



ev fîlma çi tîne bîra min? 'tabî kî' gula sor tîne bîra min. *



03.03.2014 21:47 | mergehez

5. Filmê ku dive helbestvanê kurd lê temaşe kin.bi taybetî lordê dilê keçika sir occo.



09.05.2014 01:14 | birho_fîlo

6. stirana vî fÎlmî pir xweş e, kerem kin



15.08.2014 17:49 | kurê xelkê

7. keçikek gelek şerîn audrey tautou le dilîzi



15.08.2014 19:29 | pîrciwanek

8. ew fîlm e ku min sê caran temaşe kir û min niyet heye ku car din temaşe bikim , muzîka vê filmê jî gelek xweş e.



15.08.2014 21:26 | sewdaxan

9. dema ku min temaşe kir, min qey got fîlma pirtûka robin sharma ya bi navê "ferrarisini satan bilge" ye. felsefeya wan dişibe hev.

(bnr: mijarên ku nazim tolhildan hez nake)



16.08.2014 13:34 | nazim tolhildan

10. filma ku xwediyê soundtrackên ew qas xweşik in ku, hingî tê bîra min ez ji youtubeê vidikim û nêzikî saetek guhdarî dikim.

keremkin hamû bi hev re ;





yê ku ez herî j hez dikim jî comptine d'un autre ete l'apres midi e. di 06:52 ê de ye.



23.10.2014 00:23 | brusk56

11. fîlma ku soundtracka wê ewqas li her derî tê lêdan ku êdî dilê min ji vê mûzîka hêja reş bûye.

me got soundtrack û wê niha yoda were.



edît: min negotibû? vaye bû 5-10 deqe û bnr: soundtrackên bijarte/64046



05.04.2015 12:56 ~13:25 | simurg56

12. fîlmêkî wisa ye ku dema mirov lê dimeyzene dinya li ber çavên wî xweş dibe. Heya niha min du cara temaşe kiriye



25.04.2020 22:57 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» amélie

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî