Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
darî kirin - tirşik
darî kirin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li cizîrê di wateya temaşe kirin, seyr kirin, lê nihêrtinê de tê bikar anîn û têra xwe berbelav e jî.. heta niha ji bilî kurmanciya cizîrê min li tu derî hisa vê lêkerê nekiriye.. ji bo nimûne: ez darî televîzyonê dikim.. ez ê herim darî fîlma vê paşiyê ya hiner saleem.. çûye darî konsera filan hunermendî..



diya min: te xêr e? tu li vir çi dikî halo?

ez yanî endazer: ez ji xwe re darî xelkê dikim..



(di zarokaniya xwe de dema dibû berêvar ez li ser derînceyên li ber deriyê hewşê rûdiniştim û heta ku dibû şev û bavê min ji karê xwe vedigeriya min darî çûnûhatina xelkê dikir.. hê jî dikarim bi seetan li derekî rûnim û darî çûnûhatina xelkê û ger û çerxa vê dinyaya teredînî bikim..)



09.06.2013 16:14 | endazer

2. peyva ku li alê sêrtê jî tê bikaranîn. qet nebe li mala me tê bikaranîn. heta em zêdetir dibêjin "dorî" *



09.06.2013 16:32 | simurg56

3. bi ya min, kinkirina guhdarîkirinê ye



09.02.2014 02:11 | kevçiyê dil

4. Peyva ku îro min nû dît ku tê bikaranîn, hemwate yî temaşe kirine ye.
Ji xwe peyva temaşekirin têra xwe xwîntehl bû, di ser halan de ev ji wê jî xeraptir e



12.12.2020 23:07 | merwano

5. peyva go weka cem, ba jî tê gotin e;

em çûn darî wan.
ezê herim darî mektebê.



12.12.2020 23:35 | hueyn

6. Peyva ku kurdiya peyvên " temaşe û seyr" yên erebî ye. Peyveke karîzmatîk û çalak e. Li herêma dêrika çiyayê mazî û stewrê, bismil tê bi kar anîn. Qe nebe li mala me hêj tê bi kar anîn. Wer dixuye tu alternatîfek wê di kurdî de jî tune ye. Loma jî emê ji neçarî vê peyvê bikar bînin an emê xwe biavêjin erebî û tirkî. Ya emê darî bikin an temaşe û îzlemîş bikin.



12.12.2020 23:44 | tîrêj zana 21

7. Li gorî tdk'yê Temaşe ne erebî ye, farisî ye. Lê dibe ku peyveke hevpar be di Kurdî û farisî de. Erê gotina wê piçekî zehmet e û zêde nayê bikaranîn, bêtir seyr kirin min bihîstiye li gundê me. Lê darî kirin jî nû dibihîsim û guhdarî kirin tîne bîra min.



13.12.2020 00:37 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» darîus

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî