Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
keçka gundê me - tirşik
keçka gundê me
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteke ebdulezîz sefer e, bi wezna kîteyÊ ya 8'î hatiye nivîsandin. di derbarê helbestkêr de ji xeynî vê helbestê tu tişt tune, nayê zanîn. ev helbest diyaloga di navbera du (keç û kur) evîndarên kurd in. rêzikên vê helbestê wek reforma dildariya kurdan e û ji hêla mihemed şêxo (bavÊ felek) ve hatiye bestekirin. piştî mihemed şêxo, wekî din koma asmîn û aynur doğanê jî vê stranê stirane.



Keçka gundê me



Ez keç im keça gundan im

Kulîlka serê lawan im

Rîhana rêz û çeman im

Lawiko ez bêrîvan im



Delalê tu xwînşêrîn î

Dil req î lêv hingivîn î

Mişt xortan gava min dibînî

Bêriyê ez evîndar im



Lawiko evînî şerm e

Geleka bi tirs û sehm e

Evînî guneh e li dev me

Lawiko ez bêrîvan im



Delalê bejin rihanê

Kulîlka heyva gulanê

Rêzana xweşiya jîyanê

Delalê ez evîndar im



Lawiko were mala me

Min bixwaze û seh ke kula me

Gustîlkê bike tiliya min

Lawiko ez bêrîvan im



Delalê bêje bavê xwe

Min bide û dewlet serê xwe

Qayil ke delalê dilê xwe

Bêrîyê ez evîndar im



http://www.youtube.com/watch?v=-VF7_VoH9rI



04.11.2013 06:44 | zero

2. Strana heta niha min wek ez keça kurdan im dizanî. Piştî helbesta li jor min dîsa guh da stranê. koma asmîn dibêje ez keça gunda me, aynur dogan dibêje kurdan. By the way performansa koma asmîn bêkêmasî ye. Bejn û bala wan, kiras fîstanê wan, dengê wan ê nerm, rûyê wan ê germ... Xwezî hêj berdewama hunera xwe kirvan.



25.02.2020 12:52 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» keçka gundê me
» gundên kurdan ku navê wan bi zimanê ermanî ne

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî