Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
seydikê min - tirşik
seydikê min
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê kilameke fadilê cizîrî ye, fadilê cizîrî mezintirîn dengbêj e ku di sewta wî de çu carî pêwîstî bi enstrûmanek tune.

seydiko xorteke 14 salî ye, li gel bavê xwe her diçe nêçîrê. nêçîra pezkoviyan di nav karê nêçîrvaniyê de navdar e. rojek seydik ji bêyî xebera bavê xwe diçe nêçîrê, pezkoviyek dikuje û kurkê wî pezkoviyî li xwe dike, dikeve di şeklê pezkoviyan de. bi wî kurkê xwe yî pezkoviyan re dikeve di nav refên pezkoviyan de, kêfa wî gelek ji pezkoviyan re tê, li gel wan li ser teht û dar û beran digere. bavê wî jî tê nêçîrê lê haya wî jî ji seydiko tune. bavê wî di dest de tivingek li ser tehtê refê pezkoviyan dibîne, hemû pezkovî direvin lê yek jê nareve. kêfa bavê seydik tê, ji ber ku ew pezkoviyê ku nereviyayî girr û têrgoşt jî xuya dike, bav yek carê tivingê berdide û pezkovî bi nalînan li erdê ve dirêj dibe. bav lê dinêre ew pezkovî seydikê kurê wî bi xwe ye, kurkê pezkoviyek li xwe kiriye û ketiye şeklê pezkoviyan de. wê gavê seydik canê xwe ji dest dide. ev kilam jî ji devê bavî hatiye gotin. vê kilamê ji xeynî fadilê cizîrî, sosinê jî gotiye, ewê jî xirab negotiye lê belê fadilê cizîrî bi ya min fenomenek e!







04.11.2013 07:23 | zero

2. ji bilî çîroka jor, çîroka Seydiko bi şiklek din jî tê gotin, hûn dikarin ji dengê remezanê Botî pêşîyê guhê xwe bidin kilamê, di dawîya vîdyoyê de hûn dikarin guhê xwe bidin çîroka seydiko:




Xanîkê Seydikê mine li pişt mizgeftê
Xanîkê delalê dilê mi evdalê Xwedê li pişt mizgeftê
Wele dotmama delal tê de rûniştiye weke ḧorîkê ve cinetê
Wele sed pîroz û bimbarik bê, çiqa cilê bûkaniyê li bejna te tê
Wele bavê te kore bê ev çi deval e, li derbê te tê
Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano
Şal û şapik wey bavo ji ber bû zava berano lo
Xanîkê Seydikê mine li pişta cuwê
Xanîkê delalê dilê mi ´evdalê Xwedê li pişta cuwê
Wele îro sê roj e, Seydikê’m zava ye
Wey xudêwo hunê bibine ser şiwê
Delalê dilê mi birîndar e, hunê bibin bajarê vê Zaxoyê
Hey de rabe Seydiko seydvano, dengbêjo, piçûko, tifalo, bilûrvano
Şal û şapik wey bavo ji ber bû, zava berano lo



27.07.2018 11:16 ~11:17 | xendekî

3. dilêr serhed çîroka seydiko bi zimanekî nû lê kirîye li ser bloga xwe, hûn dikarin ji wir bixwînin: Here lînkê

ji vir jî:

ÇÎROKA SEYDIK

Lê lê gewrê lê.. ax lê ber felekê dilikê min evdalê xwedê min go ber felekê.. ay hûnê hespa bînin zîna daynin ser kêlekê.. ay belê Seydikê min birîndar e..


Belê Seydik.. Seydikê nêçîrvan.. seydikê ku şal û şapikê wî ji postê kuvîyan.. Seydikê ku di dawîyê da qedera kûvîyan jîya.
Sê roj li ser dewata Seydik ra derbas bibû. Bi bejna xwe ya tîtal, bi rûyê xwe yê qemer û bi hurmetdayîna xwe siwar û nêçîrvanekî çê bû. Pîştî xirecirên daweta wî mêvan li mala wan kêm nedibûn. Her ku mêvan dihatin Seydik jî diçû nêçîrê û kûvî dikuştin. Pê ra jî goştê wan dihanî û ji mêvana ra dipeht. Îro jî dîsa mala xezûrê Seydik bi êl û eşîr kom bûbûn û hatibûn mêvandarîyê. Ji ber ku êdî destpêka zivistanê bû, serma jî êdî xemla xwe li rûyê erdê girêdabû. Ji ber vê yekê jî nêçîrvanî ji bo Seydik çetin ketibû. Piştî ku mêvanan xwe di mala germ da edilandin Seydik rabû bi heybetî potên xwe li xwe kirin û tifeka xwe avête milê xwe. Piştî ku xwatir ji dê û bavê xwe xwest, pê ra jî ji bo benda wî bisekinin teme da wan ku goştê kûvîyan bîne. Bi erêkirina dê û bavê ra Seydik bi tifeka xwe berê xwe da çîyayên bilind û piştî çîyayan da qulibî. Seydik di nêçîra xwe da gelekî xurt bû û dema kûvîk bidîta heta ku bikûşta tu carî pey wê bernedida. A bi vî terî, Seydik pir çû hindik çû û li gelîyekî asê da rastî kûvîkî hat. Êdî wext li ber rofirînê bû û Seydik jî ji ber sermayê gelekî qufilî bû. bi dîtina kûvî ra rih di laşê Seydik da gerîya û tifeka milê xwe bi nermî hilda destê xwe. Kûvî nêzî sed mêtroyî li ber derê şikeftekî mexel hatibû. Seydikê nêçîrvan xwe hêdîka teland û nîşana kûvî girt. Dema tilîya eşedê li Seydik gerîya û tifek teqîya kûvî ji cihê xwe silikî revî. Gula ku ji tifeka Seydik derketibû negihîştibû cihê xwe û kûvî revîbû. Seydik heyfê lê barand û ber bi wê şikefta ku kûvî li ber mexel hatibû çû. Dema Seydik çû li ber şikeftê dît ku ew kûvî vê carê weke sed mêtroyî li ber dareke hişk mexel hatîye. Seydik vê carê jî gule avêtê lê dîsa gula wî lê negirt. Kûvî dîsa revîbû û gule lê neketibû. Seydik şaş û ecêb mabû. Lê ji xwe ra kir înat û sond xwar ku wê kûvîyî bikuje. Bi vî terî kûvî her carê sed mêtroyî ji Seydik dûr mexel dihat û tu carî gulê lê nediketin. Seydik hingî kete hay wê kûvîyê şev lê bû sibê, sibe lê bû şev.
Dê û bavê Seydik bi tevî mêvanan va êdî ketibûne meraqeke bixof û li ser halê xwe da diponijîn. Talîya talî bavê Seydik biryar da ku li pey şopa kurê xwe bikeve û wî bibîne. Bav rabû tifeka xwe hilda milê xwe û kete nava çîyayan. Seydik jî êdî ji ber birçîbûn û sermayê ketibû halekî xirab. Deve devî sê rojê wî qedîyabûn û ew kûvîya malxirab nehatibû kuştin. Êdî şev perên xwe li erdê raxistibûn û Seydik tenê ji bo carekî, di êvara kere lal da tifek ber bi wê kûvîyê kiribû. Dema nîşan li kûvî girt bêhna xwe jî pê ra girt û gule berî bedena kûvî da. Hema di wê kêlîyê da kûvî di cihê xwe da li ser kêlekê ket. Wê demê rehetîya dilê Seydik nedihate gotinê. Seydik bê hal û taqet çû li ser wê kûvîye û ber bi şikeftê kişand. Ji ber sermayê êdî tilîyên wî nedigirtin û gelekî bêmecal ketibû. Seydik hema wê kêlîyê kûvî serjêkir û ji bo hinekî xwe germ bike kûvî post kir. Piştî ku kûvî post kir cendekê wê veşart û postê kûvî jî hema li xwe kir û weke mexel were kete xeweke kûr. Bavê Seydik jî ji ber ku pirî li kurê xwe gerîyabû taqet ketibû. Dema ku roj ji pişt çîyayan hilat bav hê kurê xwe digerîya û misqalek xew neketibû çav. Dema bi derketina rojê ra her der bû ronahî, çavê bavê şikeftekî ket. Bavê Seydik ber bi şikeftê meşîya û li ber derê derî li hundur nihêrî. Bav dît ku wa kûvîk li nava şikeftê mexel hatiye. Bav xwe bi xwe fikirî ku vê kûvîyî bikuje û piştî dîtina kurê xwe ra wê jî bibe mal. Bav bi nermî bi tifeka xwe hilda û nîşanê berî bedena kûvî da. Hinekî çav lê gerand û dawîyê da gule berdayê. Malkambaxê bavê, dema çû li ser kûvî û ji cî leqand ecêba reşe giran dît. Bav lê dabû kurê xwe kuştibû. Hema wê kêlîyê destê ku tifek hilgiribû çû li ber guha û zarîn li şikeftê hilda.. Bavê bi kul û derd hema wê demê ev zêmar li ser kurê xwe got û girîya…

Dê Lê lê gewrê lê..
ax lê ber felekê dilikê min evdalê xwedê min go ber felekê..
ay hûnê hespa bînin zîna daynin ser kêlekê..
ay belê Seydikê min birîndare, ay hûn xwedê kin hûnê bibin vê bajarê bidlîsê..
ay belêê, birîna seydikê minê.. ay lê lêêêê..
derba vê tifekê, ay birîna delalê dilê mino min go derba vê tifekê..
ax dîtina min û Seydikê min çû roja qîyametê…
ay lê de rabe Seydiko Seydevano min go piçûko,tifalo, dengbêjo, bilûrvano..
hey şalû şapik, ay delalê bergûzê van nêrîyano..
ay xanîkê Seydikê minê… Ay lihê lê, lihê lêê. Ay lê pişta çîyayê..
xanîkê delalê dilê mino mi go pişta çîyayê..
ay belê Seydikê min îro sê roje zaveye..
ay hûn xwedê kin hûn bibine vê şeşoyê..
ay seydikê min zavaye, ay delalê min bibine şeşoyê..
ay belê delalê dilê min birîndare hûnê bibin bajarê vê Zaxoyê..
ay lê de rabe Seydiko Seydevano min go piçûko,tifalo dengbêjo, bilûrvano..
hey şalû şapik, ax delalê bergûzê van nêrîyano..



19.01.2020 18:03 ~18:03 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» seydikê min
» min gotibû merheba

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî