Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 5 peyam
    memê alan - tirşik
    memê alan | 1997
    Nivîskar: roger lescot | kurmancî | nayê zanîn | 160 rûpel

    Folklora kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora me de, bêflik flaherser Memê Alan ...
    memê alan
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. destana memê alan çiroka gelerî ya herî bedew û ya herî kevin ya kurdaye.versîyona ku roger lescot bi alîkarîya mîr celadet berhevkirîya ji weşanen avesta çap bûye.



    2013.11.04-19:10 | diljan

    2. ji xwe ehmedê xanî ji destana memê alan îlham digire û mem û zîn dinivîse.



    2013.11.04-19:12 | diljan

    3. bi van rêzên bi heybet dest pê dike.



    bajarê mixribê bajarekî ezîm î pirr giran e

    li ser heft çiyan e

    li ser sê sed û şêst û şeş deriyan e

    her derîkî li ser sê sed û şêst û şeş walîlixan e

    her walîlikê li ser sê sed û şêst û şeş midirlixan e

    temam di destê elî begê, emer begê, elmaz begê de ye, sê biran e

    xwediyê tewla nijda, boşê dewa, xarê miyan e

    mifta devê sindoqên zêra barê çil û pênc bergîlan e

    xwediyê xezîne û defînê giran e

    xwediyê sûk û çarçiyan e



    rojekê ji rojê xwedê, bi ser wan de hatiye...



    2013.12.22-04:40 | ceso

    4. destaneke evÎnÎ a kurda ye. memÊ alan a roger lÊscot tomar kiriye Û ji aliyÊ avestayÊ ve va salÊn dawÎn hatiye çapkirin, ji ber ku avayek dengbÊjÎ Û qafÎyeyÎ ye ne herÎkbar e.lê çÎroka mem gelekÎ xweş hatiye hunandin.



    2013.12.22-12:41 | xelîlêzer

    5. guhdar bikin fermo










    2014.04.16-20:13 | diljan

    6. destaneke hêja û delal e. gava min xwand tiştekî hîn bûn; di wêjeya kurdan de cîhê wêjeya fantastîk gelek girîng e.



    2014.10.21-20:47 | emûmar

    7. reşad sorgul bi dengê xweyê xweşik dixwîne û heval diljan lînka wî daye. bi rastî jî memê alan jibo me kurdan şaheserek e û divê em vî destanê jibo nifşê nû bidin nasandin.



    2016.07.31-03:10 | zanko

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rîçala bacanê reş [2]
    Dema ez zarokikî biçûk û neqenc bûm, diya min carekê rîçala bacanên r...
    lo dublaj [2]
    Bavê min 24 seat temaşe dike, jibo wî jê aciz bûm :( Carna ji xwen şîy...
    whatsapp kurdî [2]
    Me go merheba? * pir dem borî ku ex nanivîsim. Karê min pir in. Welha...
    lo dublaj [1]
    qenaleke youtubeê ye ku tê de dublajên komîk yên fîlmên navdar, tê çêk...
    torî [3]
    Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bav...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » memê
    » alan kurdî

    Kategoriyên mijarê:: weje pirtukweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî