Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
başûrê kurdistanê - tirşik
başûrê kurdistanê
(27) (4) (3)
di mijarê de bigere

18. yek ji taybetiyên vî beşê kurdistanê ku zehf kêfa min jê re tê, kurdîbûna navê xelkê ye. tu dibînî, emrê wî bûye çil pêncî, navê wî sefîn e, hemrîn e, nêçîrvan e, soran e, goran e. hemû jî navên xweş û watedar. bi taybet çandek heye ku gelek kêfa min jê re tê, navê çem û çiyayên kurdistanê li zarokên xwe dikin. wek; sefîn, hemrîn, cudî, aras. lê navê zarokên mele mistefa, û zarokên mesud barzanî bi pirranî bi erebî ne. wek; mesrûr, mensûr, mistefa (dibêjin 5 kur û sê keçên wî hene lê di medyayê de tenê navê van hersê kurên wî derdikeve)



23.11.2016 22:20 | endazer

19. kurdistana ku hê nikare li ber wê dewletê li ber xwe bide ku di nava 15 salan de 2 caran hilweşiyaye û artêşa wê belawela bûye. vêca tiraliya kurdên başûr hûn bifikirin.



25.10.2017 19:45 | simurg56

20. Kurdistana ku nuha bûye 2 parçe.
Tenê parçeyek dijî iraq, iran û tirkiyê şer dike.
Xwedê qiwet bide wan.
Înşallah bi piştgiriya hemü aliyên din yên kurd serkeftinê be.



26.10.2017 18:39 | elaziz izzetpasa camii

21. Xeylek wext Kurdistana herî nêzîkê azadiyê bû. Ji çar parçeyên kurdistanê bûye hêviya hemû kurdan.
Lê hêdî hêdî diherife. Tu Kesek jî tûne ku wê boçûnê bide sekinandin.
Ji pdk heta goran û komel her partiyekê xwe bûye kuçikekî devletekê dijmin. Nêçirwan her roj tirkiyê meth dike û qûna tayyîp dialize. Qala orrospî ala talabanî û parlementerên gorran tew nekim.
Ya xirab;
Xêr ji gelê wê jî tûne ye. Hemû radimedin û maeşê dipên. Ez li koreya başûr dijim. Dewletek dewlemend e. Disa jî li wir hijmara kesên maeşa xwe ji dewletê digirin ji 10% kesê derbas nabe. Lê rewşa kurdistana başûr. Nivê gel memûr e. Li benda pereyê dewletê ne. Mala minê. Yek jî mina kurtlar vadisi serîalên tirkiyê temaşa dikin û Li zikakan qift qift digerin.
Gava kerkûk bi tirsonekiya pêşmerge (yan jî bi tirsonekatiya partiyên xwedî pêşmerge) ket çend rojan xew neket çavên min. Disa jî min hêvî kir, min got gelê başûr tama azadiyê hîs kiriye, ewên dakevin zikakan seba kerkûkê.
Nebû. Nekirin.
Paşê rabûn. Derketin zikakan.
Ew jî seba maeşê bû.
Zikberdayî.
Daviya we nexêr e.



21.12.2017 18:49 ~19:03 | cinorek

22. parçeyekî kurdistanê ye ku di bin rêveberiyek ew qas xerab de ye ku, dibêjim xwezî dewleta iraqê bi tevahî hilweşanda û girêdayî bexdayê bikira. ji vê rewşê çêtir e ..



22.12.2017 00:07 | brusk56

23. Piştê referandûma serxwebûna 17 kewçêra 2017 a kurdîstana başûr , Kurd bê navber dixebitin û berjewendîyên xwe yên başûr her diçe zêde dikin.

Dema ku serokwezîr Haydar Al-Abadî li serî bû nedihîşt kurd gavek jî bavêjin û dijminekî bênamûs bû.Bû asteng ji bo refrandûma serxwebûnê , mehanîya peşmergeyan nedihat dayîn û dest da ser bajar û navçeyên kurdan ( wek kerkûk û dev dorê wî ) û artêşek taybet û hov avakir ( bi navê haştî şabî ) bin piştgirîya îranêda û dîsa Xayîntîya rêvebirên YNK'ê dema vî kesê de pêk hat.

Piştê ku serok wezîrê niha Adîl abdulmehdî hat , kurdan gelek mafên xwe dîsa ji hikimeta îraqê sand û hê jî distîne...



27.04.2019 16:10 | brzn

24. parçeyekî kurdistanê a ku di pêşerojê de dibe ku li wir bixebitim.
ji alê tendûristiyê ve çawa ye, bijişkek çawa dikare here li wir bixebite, çi şertê wan hene meraq dikim. yên ku li wir in û ji rewşa xebatkarê tendûristiyê agahdar in, li vir binivîsin ez ê gelek kêfxweş bibim.



18.12.2019 22:59 | brusk56

25. parçekî kurdistanê.ji bo kurdan cihê azadîyê ye.Dewletbûn çawa ye hûn dikarin li vir fehm bikin.Bi nivîsê nabe hewceye her kurd here û bibîne.Amade be başûr , ez têmê!



20.12.2019 00:28 | mêrxasê serhedê

26. Kurdên Kurdistana başûr ji her aliyê ji kurdên bakurî bi Avantajtir bûn.
Zimanê wan qedexe nebû, Hebûna wan nehatibû redkirin û înkarkirin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li ser piyan bûn welhasil sinerji û potansiyeleke mezin hebû her gav.
Hama bêje ji sala 2004an ve vir de azad in. Erdê wan heye, petrola wan heye, wezîrên wan hene, burokratên wan hene, piştgiriya Amerîkayê heye, çekên wan û artêş û leşkerên wan hene, hene ulan hene.
Yaw hadê em bêjin beriya sala 2004an siktir bike yaw amk ev 16 sal in we çi gû kiriye?
Pirr meraq dikim we di 16 salan de di warê aborî, jiyan, çand û huner û hilberînê de we çi kiriye?
16 sal in dewlet in lê hê jî dema êrîşek bi ser wan de were eger ne ji piştgiriya Amerîkayê be nikarin li ser qûna xwe rabin.

Ji vir 6 sal berê hevalekî min çûbû başûr, di vegerê de em li gel hev rûniştibûn. Ji min re got em şeş saetan li sînorê sekinîn min got çima? Go pêşmerge rişwet dixwest ji me. Min jê bawer nekir, ne ku yekî derewkar e, mejiyê min bawer dikir dilê min bawer nedikir. Rişweta wan jî topkek e amk.
Piştî salekê qîza xalê min jî ji ber sedemeke siyasî çûbû li wir. Dema ew li wir bû em carinan xeber didan. Ew jî got wallehin billehin Rişwet dixwazin, eger tiştekî te tunebe jî topkekek divê tu bidî. Min meselaya topkekê ji wê jî bihîstibû.
Ev 5 sal in qîza xalê min li wir dijî. Tiştên ku qal dikir devê min nagire binivîsim.
Yanî di 16 salan de kurdên başûr bûne topkekçî amk



13.04.2020 00:15 | ferhenga şikestî

27. Rexneya ku ez jî dikim nivîskarê yekem ferhenga şikestî pirr baş aniye zimên.Hema bêje ev 20 sal e, we ji bo xurtbûna welatê xwe çi kir ? Devdora we welatên dagirker ku xwîna we vexwin pê têrnabin hene , we ji bo tevdîrên ewlehî çi kir ? Bersiv ev e ; ti rêxek tune.
Heke hebûya , ji gotina ku serokkomarê tirkîyê ku gotibû "em avê didin , em miqarneyan difiroşin û her tiştî em didin wan" divê şerm bikirana.heke hebûya ,dema ku perşmerge ji şingalê derket û derfeta kuştina êzîdiyan da daîşê divê şerm bikirana ,heke hebûya %51 axa kurdistan'ê nedidan kûçikên îran û iraqê de , heke hebûya axa kurdistanê wek ynk/pdk ne dikirin du celeb artêş.
Mixabin ev kêmasî û pirsgirîkên başûr in.Divê bizanibin ku dagirkirina başûr pirr hêsane û ku yekî dev dirêjê başûr bike yên din jî wê bikin.
nîşe: ne apohez im ne jî tiştek din ,tenê kêmasiyên me kurdan anî zimên.
nîşe 2; divê sernivis wek "başûrê kurdistan" bê sererast kirin.Ji bo ku kurdistan yeke û ne li gor hêla ye.



13.04.2020 01:33 ~01:35 | brzn

28. Her carê Kurdên li Bakur dijîn û li ser ideolojîya wê derê pesndanên xwerû bi fîşal di derbarê wê derê de didin lê belê li min biborînin ji xeynî xwezaya wê, azadîya zimanî-nasnameyê û deşt û newal û çîyayên wê derê tu tişt di destê mirov de nîne ku bikare pesnê Başur bide. Bila ez şaş neyêm fêmkirin ez gelek ji netewa xwe hez dikim lê belê ji alîyê huner û zanyarîyê ve biqasî Bakur ne pêşketîne. Tiştek heye ku min li wir dîtî û kêfa min zehf jê re hatî: Rêzgirtin, hurmet ji Bakur gelektir e.



13.04.2020 16:23 | soryazyus

29. Başûr bi salan xwe bi tirkan zeliqand û tiştek îmal nekir. dewleta tirk aniha ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Mûsilê vedike. Balyozê giştî yê Mûsilê Mehmet Kuçuksakal di daxuyaniya xwe de gotiye: "Di demek nêz de Erdogan serdana îraqê bike. Divê projeya deriyê Ovakoy bikeve rojevê..."
Tirkiye dixwaze bi vê projeyê ji bilî deriyê Brahîm Xelîl ê başûrê Kurdistanê deriyekî din veke, da ku rasterast herin Mûsilê û pê re jî Kurdistanê bypass bikin!

Karê serdestan her dem çeqelî ye û ji ber vê jî Li dij çeqelîyê çeqelî divê! Di eyarê mîhan de tu nikarî piştê li çeqelan sist bikî.



08.05.2021 16:02 ~16:10 | asîmanê sêwî

30. (bnr: herêma kurdistanê)
(bnr: hikûmeta herêma kurdistanê)



12.02.2022 23:03 ~23:31 | wulfila

31. baş an jî xirab tê nîqaş kirin. bêguman gellek aliyên baş jî hene ên nebaş jî... lê rasiyeke zelal ev e ku îro başûrê kurdistanê yekane rêvebiriya dewletî ya kurdî ye ku bi fermî di warê navneteweyî de tê nas kirin û di destûrê iraqê de hatiye misoger kirin. her çiqas di fermîyetê de federal be jî li cîhanê ti herêmeke federal nîne ku xwedî ewqas desthilatdariyê be. em dikarin bibêjin dewlet e.

gellek kurdên bakur rêvebirên vê dewletê hez nakin. elbet ti kes ne mecburin wan kesan hez bikin. ez jî pdk û ynk'ê qet naecibînim. xeletiyên dîrokî kirin û hê jî dikin. lê divê neyê ji bîr kirin li wê derê parlemantoya kurdistanê heye, li derê ala kurdistanê ba dibe, perwerdeya bi kurdî heye û hemû saziyên dewletê hene.sibê rêvebir dikare bêne guhertin. ya girîng ev e ku yekane dewleta ku di 120 salên dawî (ji xeynî komara mahabad ku pir emr kin bû) de Kurd ava kirine divê mayînde be û pêşkeve û di dawiyê de jî bibe serbixwe. ev delfeta ku ketiyê destê Kurdan ji holê rabe ne bawerim careke din delfeteke wisa derkeve holê.

her wiha divê bê dîtin ku ev salên dawî de di warê aborî û hilberînê de pêşketinên berbiçav hene. derbasî sîstema e-dewletê bûn. niha nêzî sed febrîqayên nû di qonaxa avakirinê de ne. gelek santalên enerjiya rojê têne ava kirin. nêzî 50 zaningeh hene û gellek ji wan zaningehên bîyanî ne. wekî korek, newroz telekom, fast link gellek merqeyên kurdî çêbûne.

li şûna ku tirk û faris û ereban divê kurdperwerên ji her perçeyên kurdistanê dev ji xeletiyên pdk û ynk'yê berdin û ji bo pêşketina vê dewletê bixebitin û bibin şîrikê pêşeroja wê derê. kurdên dewlemend divê biçin li wê derê şîrketan vekin, dibistanan ava bikin. tu astengî nîne. cihû îsralê wisa pêşxistin. ji çolê dewleteke bihêz ava kirin. ku mezinahiya axê ya îsraîlê bi qasê nîvê başûrê kurdistanê ye.



12.02.2022 23:27 ~23:45 | şûjin

32. Nizanim gelo tenê bala min dikişîne lê dema wêne yan video yê wira dibînim ew têlê ceyranê ku hatine xwar min gelek aciz dikin :( dixwazim herim dirist bikim bi xwedê ji ceyranê jî ditirsim:(



20.02.2022 15:57 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî