Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nîqaşên beredayî di navbera hezkiriyan de
peyamên çepikkirî

14865. evîndarî rewşa xweşbûnê ye. di nav vê xweş û kêfbûnê de evîndarên wekhevî, xwe piranî pirsgirêkên qalikê hêkê tije nake, diştexlîne. Ji nêrîna li dora xwe û peyvîna bi kesên biyanî bigre, heta peyamên dereng hatiye nivîsandin û bîrakirina rojên hev du naskirinê, dibin mijarên pirsgirêkên beredayî. Ji bo mirovên xerîbê vê pêwendî wateya ev nîqaşan tune ye. ji xwe ne hewcî ye jî, lê mirov jîndarekî civakî ye. hun çi qas nexwezin jî helbet rojekî ji rojan muhetabê ev qejmertiyên hanûnî dibin. Her çi…



do piştî êvar ji bo vexwarina çayê ez û hezkiriyê min çûn mala hevalên xwe yê hezkiriyên hev du. Yekî ji lîsans (x) , ê din jî ji master (y) hevalên min e. Ji bo min yekî ji ê din ne girîngtir e. Kêfamin hevaltiya her du jî tê ku ez wana dabûm naskirin. Çay û kulîçeya me hat û em ji xwe re ketin peyvê. carekî zîl lêxist. X derî vekir. Em nedidît lê cîranê wan ji wan re teyfikekî xwarina êvarê anî bû. dora pênç-şeş deqa li ser niga sohbet kirin ku cîran bi dengekî xweş û şûx carê kenên bilind diavêt. Ev demjmêr bu deh deqa Y bihêrs rabû û heta em go “hi?! çi bû? Çi qewimî?”, bi hemdî lê belê wek bêhemdî xwe avêt paş derî û teyfîkê ku li nav destê hezkiriyê wê bû rijand. Nîvê wê ketibû li ser nigê cîran û nîvê din jî kincên x ‘edim kiribû. bi xapînoskî û dev-qafik ji jinik re lêborîna xwe xwest û hema tu bêjî wekî diqewre, derî girt ser çavên wê. X’ê reben tiştkî fêmnekiribû ku y wî kişand mitfax. Bi girî xeber û galgalê x re kir… Malnexerabo xwe hetikand û berda. X jî di rewşê” qey çi bû, çi gû xwarim ku ev y ê biaqil û bêdeng ji xeber û galgalkirinê ji xwe ket" bi wê re çû mitfax.



x: çima tu bi ew cîran re peyivî û kenê wê ya şux godarî kir?! heg tu cara ‘ewilî bi spasdarî teyfik destê jinik bigirta ev jinikê urûspî çûba rêya xwe. Kêfa te ji wê jinik re tê ku tu bi xirexavî wê godarî kir...

y : te go çi…çawa ?!!

x: quzilqurta ser dilê te gotim.



Derî vekir û bi çavên şil û ruyên ji bi hêrsî sor bûye, lêborîna xwe ji me jî xwest û wek tiştekî nebû ye hat çaya me dagirt. Bi ken û kêfxweşî jî x hat. Wî maçîkir û peyvên ji hûngiv jê gote jî, xezebê y xelas nebûbû. qederê nîv seatek hezkiriyê min nêriya di atmosfera vê bêhnqût de sohbet bû heram, ji bo çûna me rê xwest … y bi dora bîst deqa nexwest em herin lê tenê bi peyvîna me bû ya, em dikarîbûn bê wan jî mala xwe bipeyvî ya. Piştî du seatê x geriyam gotim çibû, ji bo çi vê refleksa da te? got ez jî nizanim, lê pirsgirêk nema, em cem hev du ne, radizê…



Ma yabo, ez nabêjim ev tiştekî bi temamî bêwate ye; lê kirêtiya wê pêkhatina cem me ye. her çiqas em hevalên wan jî be, wek evîn û evîndarî; şer û pêvçûn jî dikeve para du heba. Çi hewciye xerabûna şeva me, ji bo seksê we ya piştî pevçûnê… pîîî... xwedê rûhê we nestî ne…



06.06.2013 16:08 | endazer