Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xwendekarên keç û law ên ku bi hev re di malekê de dimînin - tirşik
xwendekarên keç û law ên ku bi hev re di malekê de dimînin

Navê mijarê ya ewil ev bû:xwendekarên keç û lawên ku pevre di malekî de dimînin
(6) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Kul û derdê nûh ê serokwezîrê tirkiye ye. dixwaze ku pozê dewletê têxe biryarên ferdên 18 salî û zêde. Îcar jî me nebetiland û sedemê wê eşkere kir: civata me muhafizekar demokrat e. (bi kurdiya muhafizekar, kevneperest/ kevneparêz/ adetperest e; piştî vê bêjeyan ne hewceye şîrovekirinê: dibin dijminê nûh)



li gorî şêxu’l-dewle keç û law nikarin pevre di malekî bimîn e; ev ne exlaqî ye. Ji xwe haya kurdên tirkiye ji medya heye ku berî çend rojan hikûmet biryarekî derxist û heg di nav xwendekarên zanistgehan de bimêr û bijin hebe deynên wan ê kredî bê jêbirin. Deynê lîsans dema me dora 11 hezar lîra bû; ê master jî dora 12 hezar lîra. Hisab cem we ye. ev peyvê erdogan dewama vê biryar e. Ji bo nifşa xwe ya dîndar şert û mercên hewcî tîne cih. hûrik hûrik dagir tûrik



Lê herî bala min dikşîne ev e ku ma vana hema dibêjin di ev malan de partiya seksan pêk tê? Salekî bi hevala xwe ya keçik re tevlî mal bûm. Rojekî nedîtim ev seks û gayîn û nîhandin û nizanim çi gû! Bira têkevin mala lawan! Çi diqewimî bibînin. Lê ev peyva min jî beradayî ye. ji bo ku ev kevneperestan ji apart re jî gotibûn di kultura me de ev malan tune ye; bira apart neyên çêkirin… ê zane dizane, apart piranî ji bo kesekî ye. hin apart henin hun bixwazin jî nikarin bi du kes re bimîne. Armancê wan ferdên sekuler têxe kontrolê xwe.



(bnr: hikûmeta him kevneperest him demokrat ê dewletê laîkî)

(bnr: ji bo xwendekarên bizewicin jêbirina deynê -kredîya xwandin-ê)

(bnr: dil xelandina bawerhişkan)



06.11.2013 11:33 | biruya hayao miyazaki

2. malzemeya nû a kerdogan e.

yaw te ji xwel pê ye. weke sedem, dibêje ev ji bo civata me ya kevneperest çewt e . êê ? nexwe kesê ku ne kevneperest e nikare di vê civakê de bijî ? qey kê gotiye bila civata te ya kevneperest di malekê de, keç-kur bi hevre bimîne. ê ku dixwaze ji xwe tenê bi hemcinsên xwe dimîne . ger ji bo civata te ya kevneperest tiştek nerast be, bila ew vê yekê nekin. ji ber ku ev ji bo wan çewt e, ev mafê tevlîbûna şêweya jiyana mirovên din nade we.

weke erdogan ew qas misilman û nobedarê namûsa xelkê ye, bila here serî de kerxane û umûmxaneyên ku jê bacê* distîne bigire.



06.11.2013 18:39 | brusk56

3. li gorî erdogan êdî qedexe ye.

lê li gorî fikra wan mêr bi mêran, keç bi keçan re dikarin bimînin. yanî ji gay û lezbîen'an re azadî heye *

em henekan danîn aliyekê: rasterast faşîzm e. ha! ez jî li malek wisa nemame û naxwazim jî bimînim. û naxwazim jî zaroka/zarokê min jî pêşerojê de bimîne. lê ev tiştek navbera mirovan e. tiştekî têkildarî bawerî, malbat û şêweya hevaltiyê de.

ji aliyê din ve gava ku ji bo guhertina rojevê û berî hilbijartinê şidandina eniya dengdarên xwe, hatiye avêtin, e.



06.11.2013 19:44 | simurg56

4. gotÎna ji ehlaqÊ mirovahÎyÊ dÛr e. Îja hew ev gotin mabÛ. wÎsa xÛya dike kÛ ev hiqÛmeta bÊ ehlaq hew mabÛ dest biavÊjÊ namusa xelkÊ, ez ditirsim di demek nÊzde destÊ xwe bi jÎyana zayendÎ ya xelkÊ jÎ bikin Û bibÊjin hUn wisa pevşabin, wisa çÊkin wisa bikin hwd.



06.11.2013 19:57 | derûnnaso

5. dema dibêjin "kızlı erkekli" tenê strana kû dibêjê " kızlı erkekli gençler ellerinde roketler, kan kusturur tc'ye kürdistanlı yiğitler" tê bîra min.



06.11.2013 20:07 | nan û av


7. li gorî alîkarê serokê koma akpê Nurettin Canikli, wê mudaxale wisa be: wê cîranê ciwanên ku bi hev re dijîn, vê rewşê ragihînin polîsan. pêre wê polîs jî vê yekê ragihînin malbata ciwanan.

îhtîmalek mezin paşê jî, wê an malbat bêjin "ma kareke din we tune ku hûn ketina pey kurê/keça min? de bicehimin ji vir!" an jî wê malbat zarokên xwe bikujin.

êê gelo kesek xêrek vir de dibîne?



07.11.2013 19:16 | simurg56

8. wekî ku pirî kes dizanê ev tiştekî veşartî û awerte nîne .lê belê ji ber ku kerek zîqîyayê tofana ku rabûyê! êdî pewîstê ku cîvat wan taqtiqa ne daqurtînê.....



08.11.2013 19:02 | newenda

9. bila kes neke kesî heya ez têm.



08.11.2013 20:04 | tivirloismail

10. ji ber bertekan, niha bûye problema akpê ya navxweyî.

xwestin vê meselokê ji bo dagirkirina rojevê û asêkirina eniya hilbijêrên xwe bi kar bîne û paşê bide jibîrkirin û biha ji ber bulent arincê çav çavbigilîz, bû sedema pevçûna arinc û erdogan.

ha ji me re derd e? na welleh.

(bnr: bena na)



09.11.2013 21:27 | simurg56

11. xêr û gunehên wan li stuyê wan, ew tecrube ye ku Tim û Tim bi dest nakeve. Bo kesên aqil di serî de, firsendeke pîr û pak e da ku jin û mêr bi hevdu nas kin, sînorên hevdu zanibin û rêz ji bo hevdu bigrin.



12.05.2023 13:40 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwendekarên keç û law ên ku bi hev re di malekê de dimînin
» keçika 10 salî ya li hindistanê hatî gorî kirin
» law
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» hevokek ji strana naha guhdar dikî

Kategoriyên mijarê:: jiyan perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî