Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 36 peyam
bi guhertina qenalê şiyarbûna bavan - tirşik
bi guhertina qenalê şiyarbûna bavan
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sendromeke zarokan e.

berê dema li mala bavê xwe dimam, bavê min li ber televîzyonê li ber bernameyên gûftûgoyan xew ve diçû. me jî cîda, hewl dida ku qenala televîzyonê biguherînin ku li fîlmek an jî tiştekî din temaşe bikin.

lê çi wextî me qenal diguhert, ew bavê ku ev du saet in xew de ye cîda şiyar dibû û dîsa li qenala xwe temaşe dikir.

ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, me pêşîn dengê qenala vekirî heta bi temamî bêdeng bibe kêm dikir, paşê me dibir ser qenala xwe û dengê televîzyonê hêdî hêdî dîsa vedikir. lê çawa ku deng ji televîzyonê dihat, dîsa şiyar dibû.

yanî derdek bêderman e. beredayî xwe newestînin û ji qedera xwe razî bin.

ji ber vê yekê çend caran derfet ket destê min lê min nekarî li fîlma the matrix temaşe bikim.



06.11.2013 20:26 | simurg56

2. tişta ku bi narkoz dayînê dikare bê kirin e



06.11.2013 20:31 | brusk56

3. pirsgirêka ku min jî para xwe jê hilgirtiye. bavê min wextê ku qenalên weke mtv, medya tv hebûn serê sibê heya êvara -de êdî çibe bes bila kurdî be- temaşe dikir.



27.11.2013 13:14 | ceso

4. xuya ye ku bavê her kesî wisa ye *

îca ez fêm nakim çima ewqas bi dengê bilind li televizyonê temaşe û guhdarî dikin bi saya wan ez ê kerr bibim.



28.11.2013 13:20 | gulan

5. dema ez em zarok bûn *, me jî dixwest ku bênin ser xêzefîlma lê dê û bavê me nedihiştin.
me jî kengî bavê me di xew de diçû, me qumande digirt û tanî ser qenala xwe, lê bi hemanekê şiyar dibû.

vêce her car qumnade ne li holê bû, gelek caran jî DI DESTÊ XWE DE ZEM DIKIR, me jî hêdî hêdî qumande ji destê wî dikişand ji bo şiyar nebe *... lê şiyar dibûಠ_ಠ
bnr:
imdb: 10/10
cure: tirs *



05.06.2021 00:32 ~00:35 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» guhertina dnsyan
» qenalên qaşo kurdî û hingiv

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî