1. di ferhengên înteraktîf û foruman de mirov dikare bêje ku zagona yekemîn e. |
|
06.11.2013 22:52 |
simurg56
|
2. yek ji jargonên klÎşê yên ferhengên înteraktîv ên tirkî ye.. dema kesek bêyî ku di ferhengê de lê binêre û bikole bê ka ew mijar berê di ferhengê de vebÛye an an, an gelo ew peyam li jêr wê mijarê hatiye nivîsandin an na, hema bi serê xwe mijaran veke û peyaman li jêr binivîse.. bi tirkî jê re dibêjin aramaya inanmak, simurg56 wek ji lêgerînê bawerkirin wergerandiye lê bi ya min divê bawerî bi lêgerînê anîn bûya.. |
|
15.01.2015 13:37 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. Te go çi lo.min gûkî fehmnekir |
|
15.01.2015 13:40 |
tirşikçi
|
4. ji bo yek bikaribe di tirşikê de binivîse pêşiyê divê ji lêgerînê bawer bike, yanî em bêjin dixwaze mijara mêrên serjinik veke, pêşiyê divê di tirşikê de mijara serjinikê bide ber pirsê, eger derket ji xwe berê ew mijar vebûye ne hewce ye mijareke nû veke, li jêr wê mijara heyî dikare peyama xwe binivîse, eger ew mijar tunebe hingî dikare wê mijarê veke.. |
|
15.01.2015 14:05 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
8. Hişyariya ji ber ku sînorên tirşikê pir fireh bûye êdî van rojan hergav wekî şeqamekî li ser çavê me dikeve. Xwedêjêrazî be shorbevan êdî vê hişyariyê sûîstîmal dike bi bnr ên nevekirî re bi kar tîne. Tişt nabe çare naqedin gava ev ji qîmet ket em dikarin bêjin: |
|
12.05.2015 16:38 |
ceso
|
9. hetanî do pêrê hanê jî bela serê min bû lê min nizani bû bikarbînim min di nivîsand û pêlî fonksîyona bigre û bîne dikir lê ne wisaye gere meriv binivîsîne û meriv pêlî fonksîyona lê bigere ke ger hebe ji xwe heye ger tunebe yê dirûv pê dixin dertên kû ew jî tunebe wûn dikarin sernivîs vekin û hew em dikarin bêjin niha min jî bi lêgerînê îman hanîye. |
|
12.05.2015 18:08 |
shorbevan
|
10. beşa ku rêveberê wê endazer e * ji bo vê agahdariyê mabe dikeve tirşikê * |
|
30.07.2015 20:09 |
berxweda
|
11. tiştekî ne pêkan e ji ber ku gava mirov li tiştekî digere eger 100% ne wek wê binivîse peyda nabe. wek mînak "xoşnav tillo" binivîse tiştek dernakeve tev ku di vê peyamê de xoşnav têlo/77571 heye. |
|
18.10.2015 11:14 |
dijber
|
12. tiştekî pêkan e. eger tu xoşnav binivîsî û pê li bişkoka bigre û bîne bikî eger mijareke weke xoşnav nehatibe vekirin tiştek dernakeve lê eger tu pê li bişkoka lê bigere bikî çi mijarê di derbarê xoşnav de hatibin vekirin wê derkevin. |
|
18.10.2015 12:00 |
ceso
|
13. Tekane gotin e ku dijberî dijberî lê nekiriye* |
|
08.11.2015 13:05 ~13:24 |
mergehez
|
14. (bnr: lebeyk ya lêgerîn lebeyk) |
|
08.11.2015 13:12 |
shorbevan
|
15. (bnr: dijber jî diweste) |
|
08.11.2015 13:15 |
dijber
|
16. ji ber ku mijar bi vî navî hatiye vekirin, wilê tê bikaranîn. |
|
08.11.2015 13:29 ~13:29 |
xendekî
|
17. sernivîsa ku wekî mamosteyê xendekî gotiye di serîda hetanî niha me di peyamade wiha nivîsandîye edî hew simurg56 û mergehezo nançû hemû entrya rastbikin ev sernivîs çareser bikin wekî din edî çû. |
|
08.11.2015 13:53 |
shorbevan
|
18. sucdar simurg56 e, ez jî hez ji vÊ hevokê nakim lÊ wisa rûniştiye ger em bêjin emê sererast bikin divê em hemî peyaman kontrol bikin ew jî ne mimkun e, jixwe her tiştê me rast bû bi tenê ev şaş bû newsa?* |
|
08.11.2015 14:31 |
ferhenga şikestî
|
19. Guhertina hemû "ji lêgerînê bawerkirin"an pêkan e. Heke ku kes îtîraz nekin simurg56ê sucdar bila biguherîne * |
|
08.11.2015 14:39 |
mergehez
|
20. sernivîsa ku çima xelet e min fêm nekir. |
|
08.11.2015 19:26 |
brusk56
|
21. Ji aliyê rêzimanî ve şaş e. Yên rast min li jor nivîsand. |
|
08.11.2015 22:00 |
mergehez
|
22. kî wergerandî be rasterast ji tirkî girtiye û xistiye kurdiyê. bi ya min "bawerî bi lêgerînê anîn" bêhtir kurdewar e. |
|
06.12.2019 23:46 |
kurê xelkê
|
23. gotinek ji bo lê gerîna di nav tirşikê de ye. |
|
23.04.2020 05:00 |
de facto hozan
|
24. hişyarî ya ku ji aliyê nivîskarên pozbilind gelek caran ji bo min an jî camêrekî re tê nivîsandin. |
|
23.05.2020 15:30 ~2021.05.06 03:18 |
merwano
|
25. sedema vê çewtiye li gorî min çomezê ku wek min di serî de nizanîbûn bi kar bînin. |
|
17.11.2020 00:12 |
merwano
|
27. gotina go li zimanê kurdî naye. me dikaribû gotinekî ji dewla wê gotineke xweş bidîta. ne hewceye go mero here her tiştî rasterast wergerîne. |
|
10.12.2020 12:16 |
hueyn
|
28. peyamên hemû nivîskara xweşin, her kes peyamên xwe diecibîne jixwe paşê diweşîne lê ne wekî min.. di wexta xwede hemû peyamên xwe xweş dibînim, lê sal bi serê dikebin nîvê wan xweş nabînim, herwiha nîvê peyamê xwe xweş dibînim |
|
13.12.2020 22:39 |
shorbevan
|
29. gotina, herçi ku bi çend sal e di tirşikê de nivîskarî dikim, heya îro ez tu tişt jê tê negihiştime. min çend car peyamên di bin de xwendibûye jî ew qaîde nahê famkirin. kêfa'm jê re nehat. bi tenê bi min wer tê gelo? |
|
14.02.2023 01:37 |
mirovekirind
|
jan dost [1] |
|
stranên kurdî yên li ser heywanan [2] |
|
the cranberries [1] |
|
jan dost [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |