Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
komkujiya çand û hunera kurdî - tirşik
komkujiya çand û hunera kurdî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komkûjiya ku him bi destê dewlata tirk û him jî bi carinan bi destê kurdan tê kirin e .



Kurdan, tenê ji avabûna dewlata TCyê heta niha 29 caran serî hildaye. Carek tenê jî serkeftî nebûye û dewleta tirk her caran bi kuştinan û komkûjiyan Kurdan têk biriye. Lê mixabin dewlata tirk faşizma xwe ne tenê bi çekan rêvebiriye, bi tunekirina çand û hûnera Kurdî jî xwestiye Kurdan asîmîle bike.



Bi qedexekirina zimanê Kurdî, bi perwerdeya Tirkî, bi dibistanên YIBOyê, bi tunekirina pirtûkên Kurdî û belkî jî a herî giring bi tunekirina mûzika Kurdî. Gelek caran stranên Tirkî ji me re û belkî jî bav û qalê me re gelek nas hatiye. Weke minak dema hûn guhdarî filmek a Kemal Sunal dikin hûn "hele yar yar" dibihîzin û gelek baş zanin ku ev stran ji Kurdî hatiye wergerandin.Weke vê, gelek minak hene ku mirov di nav jiyana xwe ya rojane de dikare tespit bike.Ibrahim tatlises, Mahsun Kirmizigul ku eslê xwe Kurd in, bi dehan stranên Kurdî wergerandine Tirkî û ji ser talankirina çanda Kurdî pere kar kirine.

Derbarê vê mijarê de min nivîsek li http://www.aykiridogrular.comê de xwend. Nivîskar bi lêkolînek biçûk gelek stranên ji Kurdî hatî dizîn tespît kiriye. Ev mesele hewceye baş bê lêkolinkirin. Çêkirina albûmekî ku, ji stranên Kurdî ên hatî dizîn pêk tê, wê gelek baş be bawerim.



Nîvîsa derbarê vê de li vir e * * ;

http://www.aykiridogrular.com/haber-481-Kurtce-Sarkilar-Nasil-Turkce-Oldu.html



08.11.2013 00:54 | brusk56

2. komkujiya çand u hunera kurdi bı destén dewletan,jı aliye qeşmer u kuçıkén mina ibrahim tatlıses,celal güzelses, kahtalı mıçe hatiye çékırın u ev komkuji bı ser ketiyı. iro neziki heft hezar stranén kurdi hatiyi vegerandın u buye malé dewleta tırk . bela kuçık u qeşmer sağbın emé hın jı gelek aliyan komkujiyan bıbinın.



09.11.2013 01:44 | brahim

3. êrîşek biserneketî ye.

çand û hunera kurdî îro populer e, rengîn e û tê hezkirin.

zimanê kurdî nemiriye û her ku diçe çêtir tê ser xwe. berê belkî kurdan zêdetir kurdî diaxivî lê kurdan evqas zimanê xwe nas nedikirin.

roja ku ji aliyê siyasetê ve jî kurd bi ser ketin, di nava demeke gelekî kin wê kurdî bibe zimanek rêzdar.



çaxê ku em dewletên dagirker bi komkujiyê tewanbar dikin, divê em kêmasiyên xwe jî bibînin.

nivîskarên kurd ger heta niha nekarîbin têra xwe berhemên di qada navnetewî de serkeftî derxin, ev ne sûcê dewletan e. kapasîte û ronakbîriya me vêga evqas e.

li ser portalên înternetê, di nav gerîlayan de, xebatên wan de kurdî ne qedexe ye. lê ger dîsa jî kurdî li van deran nekarîbe bibe serdest, ev ne problema dewletên dagirker e. divê em vê jî bibînin.

bila şaş neyê fêhmkirin, gelek nivîskar û helbestvan û hunermendên din yên kurd hene lê em behsa hebûna di nav cîhana hunerê ya navnetewî dikin.



bi kurtî, ne hewce ye em niha ajîtasyonê bikin. îro bi taybetî li tirkiyê, li pêşiya çanda kurdî hema bêje tu pirsgirêk nemaye.



09.11.2013 11:29 | simurg56

4. ketLÎAMA KÛ BI PIRANÎ JI DESTÊN HUNERMENDÊN KURD YÊN KÛ BûNE QûNALÊSÊN TIRKAN VE HATIYE KIRIN E.. gELLEK HUNERMENDÊN ESIL-KURD ÇANDA KURDA TALAN KIRIN E Û EV ÇAND PÊŞKÊŞÎ TIRKAN KIRIN E. yEKÊ WEKE ÎBO (ÎBRAHÎM TATLISES) ŞOHRET Û NAVDARIYA XWE DEYNDARÊ ÇANDA KURDÎ YE. lÊ MIXABIN JI ÇANDA XWE RE XIZMET NEKIRIYE. BERAVAJÎ VÊ REWŞÊ ÇANDA XWE TALAN KIRIYE..gELLEK STRANÊN XWE JI KURDÎ WERGERANDINE AN JÎ MUZÎKA WAN JI KURDÎ STANDIYE Û GOTINÊN NÛ LI GOR WÊ MUZÎKÊ GOTIYE.. eV TENÊ MÎNAKEK E. bI SEDAN STRAN, KLAm BI VÎ AWAYÎ JI KURDÎ HATIN E STANDIn..



03.12.2013 00:59 | nan û av

5. komkujiya ku ji aliyê wêjekar û stranbêj û wênegir û wênesaz û siyasetmedar û sînemavan û şanogerên ku ne bi dil û ne bi hemdê xwe lê ji bo ku nav û wesfan bi dû xwe bixin û bihêlin, an ji bo ku xelk ji wan re bêjin binêrin kur û keçên xelkê çi tofanan radikin ve tê kirin e..

eger mirovek ji bo berhema xwe te'n û minnetê bide xelkê, an eger piştî her berhemeka xwe hêviya çepik û tilîlî û pesn û wesf û zirt û fortan ji xelkê bike, baş bizanibe ku ewî kutaye diya çand û hunera kurdî de..



03.12.2013 03:33 | endazer

6. stranbêjên başurê kurdistanê û klîbê (exleb soranî) wan ên siftû û bêhn pê ketî her roj dikutê çand û hunera kurdî de li ser televisyonan de.dema ez seyra wan dikim ez dibêjim xwezî an ew an ji ez nebûyî ma da min ev zilm ne ditîya.



03.12.2013 07:38 | karmatî

7. çalakîyeke kurd bi xwe, herdem serkeftî bûye.



03.12.2013 10:29 | nazim tolhildan

8. Ji her tiştî wêdetir, sernivîsa vê mijarê wek komkujiyek e... ji ber ku "komkujî" bixwe çewt hatiye nivîsandin * rastiya xwe "komkujî" ye, lê yên ku mijar vekirine, ango nivîskar, "komkûjî" nivîsandine, "huner" jî wek "hûner" hatiye nivîsandin... hewceye ku yekemîn karê ew nivîskarên ku mijar vekirine, sernivîs sererast bikin * ji wê şunde em dikarin niqaşek li ser komkujiyê vekin... a rast: "komkujiya çand û hunera kurdî" ye...



03.12.2013 10:32 | oammar

9. komkjiya ku li gorî rist û rêzikên rêziman Û rastnivîsa kurdî hatiye sererastkirin..



03.12.2013 13:17 | endazer

10. bi pirranî li du avabûna feysbûkê qewimî



03.12.2013 18:14 | ferhenga şikestî

11. di warê çapemeniyê de komkujiya herî mezin ANF dikê. qaşo ajansek kurda ye lê mixabin dema mirov rupelê sereke vedikê rûpel bi tirkî ye. Mesele ne ev e. mesele di rûpela kurdî de ye. dema mirov li kurdiya anfê dinêrê mirov dibînê kû metnê nûçeya rasterAST JI TIRKÎ HATINE WERGERANDIN. JI BERIYA NAHA ÇEND ROJAN MIN NÛÇEYEKA KURDÎ JI VÊ MALPERÊ XWEND. DI NÛÇEYÊ DE TÊGEHA '' HATE BÊ BANDORKIRIN'' DERBAS DIBÛYA. eM ZANÎN KÛ EV TÊGEH RASTERAST JI '' ETKISIZ HALE GETIRILDI''YA TIRKAN WERGERANDINE.. bELKÎ KELÎME KURDÎ BIN LÊ MIXABIN HIŞ Û MEJÎ BI TIRKÎ NE...



03.12.2013 23:48 | nan û av


13. ji ber ku bûne çar perçe û mezrekên wan ên ku ziman, dîrok, çand, hiner û hwd ên wan di parêzin nînin, mixabin, ev komkujî pêk tê. min kêlîka dî li ser wikipedia xwand ku ebûlizê cizîrî yê ku zanistekî cizîrî bû jî kirine ereb.

http://niviskar.com/doc/ismail.pdf

http://en.wikipedia.org/wiki/Al-Jazari



04.12.2013 03:08 | saladin

14. (bnr: hesen zîrek)

(bnr: ankaranin taşina bak)

http://www.siirttenote.com/2014/03/05/diziya-li-ser-stranen-hesen-zirek/



12.03.2014 01:15 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» komkujiya srebrenîtsayê
» çanda dawetê ya tirkan
» hunera hevçax
» kurdî tenê zimanek ninû

Kategoriyên mijarê:: weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî