Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
projektor - tirşik
projektor
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cîhazên ku ji bo cûr bi cûr armancan tên bikaranîn.

bi qasê dibînim serê re herkesî re derbas bûye ku rojekê yekê bistîne û li mala xwe ji bo temaşekirina fîlman bi kar bîne. ez ji yek ji van kesan bûm û min dawiyê de pêk anî.

projektora ku min kirî bi qasê 1000 pereyên tirkan bû. ev 5-6 meh in ku bi kar tînim û pêşniyar jî dikim.

modela ku min kirî sony vpl-dx120 e.



bi projektorê temaşekirina fîlman bi rastî jî gelekî xweş e û ferqa wê ji sînemayê hema bêje tune.

min odeyeke malê jê re veqetand. bi 1000 tl vê cîhazê kirî, bi 200 tl sîstema dengê ya 5+1 kirî, bi 50 tl jî perdeya reş da çêkirin. bi giştî 1250 tl mesref çêbû. niha li malê odeyek bû sînema.

niha nava rojê jî dema mirov perdeyê bide ber pencereyan, ode tarî dibe û dîmenek gelekî xweş derdikeve. ex dîmenê didim li dîwarê odeyê ya ku bi rengek vekirî boyaxkirî ye û li ser tu wêne/saet fîlan tune. perde fîlan bi kar naynim. ji ber ku hewce nebû. bi saya sîstema dengê, deng jî gelekî xweş derdikeve.



bi kurtî û kurdî: ji bo kesên dixwazin û derfeta wan heye, eseh pêşniyar dikim. ku hûn ji fîlman hez bikin, dihêje perê xwe.





pêvajoya kirînê de min gelekî lêkolînê kir û dawiyê de biryara min bû ev. dixwazim ji bo kesên ku ji bo çêkirina sînemaya malê kirîna van cîhazan difikirin, hinekî behsa van cîhazan bikim;



taybetiyên cîhaza min:



sîstema ekranê: lcd (lcd û dpl hene. hûn lcd hilbijêrin. teknolojiyek nûtir e)

rezolûsyon: 1024x768 (ji bo temaşekirina fîlmên 720p, ev nirx baş e. ji vê zêdetir zêde ne hewce ye. dema ev nirx ji vê zêdetir be bûha gelekî zêde dibe û ji bo we temaşekirinê de evqas ferq çênabe. bi rezolûsyona 1024X768ê, fîlmên 720p gelekî xweşik tyên nîşandan. ku hûn li fîlmên 1080p temaşe bikin jî wê projektor wê weke 720p nîşan bide)

dîgîtal zoom: 4 (zêde ne lazim e)

optîk zoom: 1.2 (ev girîng e. ku ev ne zêde be, ji bo peydakirina dîmenek mezin, divê hûn projektorê ji dîwarê/sahneyê dûrtir bikin. ji bo min ev nirx bes bû)

emrê lembeyê: moda ekonomîk de; 7000 moda norma de 5000 saet. (bes e. wisa hesab bikin. mirov her rojê xwedê li fîlmek temaşe bike, fîlmek 3 saet be û hûn moda ekonomîk bi kar bînin, wê têra we 6 salan bike. jixwe 6 salan de piraniya makîneyên elektronîk xera dibin. ji aliyê din ve dema lembeya wê xelas bû mirov dikare bi bûhayek bi qasê 300 tl, lembeyek nûpûnû lê bide. vê jî bêjim, ji bo vê cîhazê moda ekonomîk bes e. moda normal zêde diçûrûse. ev mod ji bo pêşkêşkirina slaytan kêrhatî ye lê ji bo fîlman ya ekonomîk çêtir e. ji ber ku çavê mirov jê diêşe)

hêza lembeyê: 2600 lm yanî ansi lumen. (ev yek hêza ronîkirina lembeyê ye. ya rastî 2600 ji bo temaşekirina fîlman hinekî zêde ye. ji ber ku zêde dibiriqe. loma, weke min li jor jî got, divê mirov moda ekonomîk de bi kar bîne. lê ger hûn ji bo pêşkêşiya slayt mlaytan bi kar bînin, wê demê gelekî baş e. ji bo fîlman ji tê gotin ku ji 500-600an zêdetir be, bes e)

HDMI: heye. (ji bo girêdana bi komputerê lazim e. lê nebe jşî dibe. bi kabloya normal ya monîtoran jî girêdan pêk tê)

kontrast: 2500:1 (ev nirx çiqas zêde be, fîlman de rengê reş ewqas reş xuya dike. 2500 ne xerab e.)

dengê fanê (xîrecira cîhazê): 35 db (cîhazên ji vê bêdengtir hene. 35 ne hindik e lê ji ber dengê fîlmê û konsatrasonê, dengê cîhazê zêde mirov aciz nake)



11.11.2013 22:31 | simurg56

2. Ji bo lembeyên mezin ên seyar jî dibêjin projektor. Ji bo aletên ku dîmenên li ser tv û kombersan tînin ser dîwar û perdeyan bêtir dibêjin haleta projeksiyonê. Yek ji wateyên projectionê şewq vedan e ji xwe.



26.04.2017 21:54 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» projektor

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî