1. Charles Spencer Chaplin (. 16'ê avrêlê, 1889 – m. 25'ê berfanbarê, 1977) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê. |
|
12.11.2013 15:13 |
xwelî li ser
|
2. lîstikvanê ku flma wî ya bi navê Modern Times, li kurdî hat wergerandin. |
|
12.11.2013 21:04 |
simurg56
|
3. SALA 1990 DA televizyonda fîlme charlie Chaplin derdiketin , mina cinnî ya girin dikir u em zarun em pê dikenin... |
|
12.11.2013 21:23 |
sîyabend
|
4. Bi karaktera charlot, bêyî ku kurdan nas bike, jiyana gundiyên kurd ên li bajarên giran (metropolan) bicih bûyî leyîst. |
|
12.11.2013 22:17 |
mamoste marûf
|
5. ji bo milyonan kesan komedyen û derhênerekî serkeftî tenê ye. lê ji bo pispor û piçek kesên zanê, feylosofekî bêbiha û rexnegirekî bêhempa ye. erê, rexnegirekî bêhempa; hemû fîlmên xwe de li hemberî kapîtalîzm û nûjenparêzîyê disekine. bondora kapîtalîzm û nûjenparêzîyê di jîyana civakî de dikole û bê tirs rexneyên xwe dike. heta niha kesekî li hemberî demên nûjen wek wî analîzên bandordar nekirîye. dawîya dawîn; steven spielberek nîne, friedrich nietzschek jî nîne. lê steven speilberg+friedrich nietzscheke. |
|
21.01.2014 13:57 |
nazim tolhildan
|
6. pirr xweş bêdeng disekine, dilê mariv dixwaze tim û tim hiş be |
|
21.01.2014 15:34 |
ferhenga şikestî
|
7. her tim bi sahneya ku bi qûna xwe brîketan digirt, tê bîra min û bavê min. |
|
21.01.2014 20:54 |
simurg56
|
8. herdu fîlmên wî yên bi navê modern times û the great dictator li gorî min, li gorî şert û derfetên zemanê ku lê hatine kişandin ji dema xwe berrî ne, yanÎ di ser dema xwe re ne.. di her du fÎlman de jî rexneyên ku li pergala kirêt û bêhnpêketî digire hîn jî aktûel in Û sed sal dî jî dê aktûel bin.. çerxên demên nûjen hê jî bi bayê bezê, bêyî sekn û bêyî etlehî dil û ruhê mirovahiyê di nêv xwe de diperçiqîne û dîktatorên mezin jî hê jî bi hemû hêz û karîna xwe pêkutî û tadeyê li yên bindest û berdestê xwe dikin.. |
|
21.01.2014 23:37 |
endazer
|
9. (bnr: makîneya seksê) |
|
07.04.2014 22:55 |
mergehez
|
10. şêrko bêkes helbesta bi navê "şîret"ê xwe de qala charlie chaplinê dike. |
|
09.04.2014 19:25 |
bijîmillah
|
11. derhêner û lîstikvaneke serkeftî yê sînemayê bûye.. |
|
11.04.2014 17:47 |
endazer
|
12. demekî mêre jinekî pir xweşik û delal bÛ. |
|
11.04.2014 22:47 |
rûbar payîz
|
13. derhenerê bê oscar e. Ewqas berhemên wî yên hêja hene lê carekê jî oscar nesitendiye. Meriv oscarê sar dike ev derhenêr |
|
17.11.2014 03:36 |
berxweda
|
14. camerê wêneye wî bi mala min ve. |
|
05.01.2015 16:59 |
ciwanpiroz
|
15. ew camêrê ku şêrko bêkes li ser şoqe û gopalê wî helbest nûsiye. |
|
05.01.2015 20:40 |
medê
|
16. aktorekî (bnr: îngîlîz) e. bi saya sînemaya wî ya bêdeng bûye pêşeng û cihekî bêhempa bi xwe re vekiriye. |
|
06.01.2015 06:44 |
wiha wilo wisa
|
17. Xwediyê ekola sînemaya bêdeng, Yê ku ev gotin gotî: |
|
12.01.2015 11:45 |
xendekî
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |