Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dueta şivan perwer û ibrahim tatlıses - tirşik
dueta şivan perwer û ibrahim tatlıses
(6) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. dueta ku niha hîn bûm ku wê dawiya vê heftiyê bi hatina barzanî ya amedê, wê pêk were.

welehî mirov çi jî bike nikare pê xweş be.

kesekî weke tatlises çawa dibe ku dibe aktoreke meseleyên kurdan.

şivan jî bi vê konserê wê îspat bike ku nêrînên me yên derbarê wî de ne xelet in.



12.11.2013 19:09 | simurg56

2. ji ber we şemî amed naye kişandin u ji ber tayyip.



12.11.2013 20:58 | gelawej

3. divê bername ji alî dîlber ay ve werê pêşkêş kirin; di flash tv.yê de bê weşandin... kurdistan seranser dekora zindanê, girtiyên kck' jî mêvanên stûdyoyê...



12.11.2013 22:22 | mamoste marûf

4. dibÊjin ku şivan Û tatlisesÊ di dilanÊkÊ(dawet) de bi hev re yÊ şemmamÊ bÊjÎn.



13.11.2013 09:59 | xelîlêzer

5. Îbo xwe bi şivan mezin dike û mîsyoneka wî ji bo kurdan tuneye ji xwe .

lê şivan çi dike?

Hatina wî dê jê re bibe qedir û qîmet.

ez nizanim mêjiyê wî bi çi awayî dixebite.

Ez hêjî li bendê me ku ney amedê.



13.11.2013 14:00 | gulan

6. ez hê ji ne bawerim ku şivan perwer yê bê amed ê.Min hê daxuyanî yêk fermî derbarê serdana amedê ji aliyê şivan perwer seh nekirîye û nexwendîye.Ez dibêjim trollek mezine.

Ev çend salê em hemu ji dizanin ku akp gellek cAran bang kirîye şivan lê şivan hatina bi vî awahî qebul nekirî ye.(bnr: ev peyam ji berîya dueta şivan û îbo hatîye nivîsandin) *



13.11.2013 15:02 | karmatî

7. (bnr: ibrahim tatlıseks)



13.11.2013 18:30 | saladin

8. çalakîya ku berî pêk werê divê îbo leborînê ji şivan ji ber hemû stranên ku wî jê dizîtin bixwazê ye.



13.11.2013 18:33 | saladin

9. bona ku bikaribin bi hev re duetek pak bikin, divê herî kêm 10-15 roj bi hev re bixebitin LÊ mixabin ÎBO Lİ tURKİYEYÊ, ŞİVANo Lİ SWÊDÊ ye... wê wextê ew ê bê amadekarî bi hev re eletewşe biqîrin .



14.11.2013 01:15 | mamoste marûf

10. pêkhatina çirtovirtotiyê û eblogeblotiyê û devşorbetiyê ye.

(bnr: qulingo çelengo qardeşler)



17.11.2013 01:54 | ceso

11. (bnr: tiştên sosret)



17.11.2013 22:12 | gelawej

12. dueta ku hewce bû di têde strana aman petrol canım petrol hatiba strandin.

yanî brêz barzanî li wir e, serokwezîr erdoxan li wir e. ev stran bi vê rewşê re gelekî tekîldar e.



18.11.2013 15:49 | saladin

13. dueta ku strana bingol şewtî, herimandiye.



18.11.2013 21:00 | simurg56

14. lI GOR MIN MUADÎLÊ / MIQABILÊ şIVAN PERWER TI CARÎ NE ÎBO YE. ÎBO çanda kurdistanÊ - stran, klam - talan kiriye Û bi vÊ talankirinÊ navdar bÛye. lÊ şivan çanda kurdistanÊ pÊş de birÎye hetta dewlemend jî kiriye. îbo mirovekÊ beredayî Û zigurd e. ti doz Û de'wa wî nÎne. lê şivan zilamÊ doz Û de'wekî ye Û di wÊ rÊyÊ de meşiya ye. bi vÊ duetÊ mixabin şivan qedrÊ xwe yÊ di çavÊ kurdan de kÊm kir. mixabin. ew sÊhr Û efsÛna şivan wenda bÛ. dawiya wî/ encama wÎ wÊ bibÊ wek encama kemal burkay...



19.11.2013 01:01 | nan û av

15. riziliya ku îro jî li zaxoyê di mîtînga nêçîrvan barzanî de, pêk hatiye. dîsa herduyan li gorî kêfa xwe rêzikên stranê gotine, hadê cara din ji ber lez û bezê we nekarî provayê bikin; niha derdê we çi ye gelo?



28.04.2014 19:32 | simurg56

16. yek ji tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin e.

bê lome be !



28.04.2014 19:38 | brusk56

17. émé ibo pere ye,her kî ém bide wî dilé xwe dikare lé siwar bibe



28.04.2014 23:28 | doktorodi

18. tiştê ku xweşî an jî nexweşiya wê bala min nakşîne. yê ku bala min dikşîne ew e ku çima îbo vedixwînin vê konserê? bi rastî dilê mirov diêşe ku wereqeyeke kurdan dikeve berîka vî xwefiroşî. ma ne ev îbo ku digo ez tirk kurê tirkan im. ê nexwe çi îşê te li kurdistanê heye oxlim? wellehî heqê te jî heye heke ku kerek bêje "wer li min siwar bibe" mirov texsîr jî nake û lê siwar dibe..



29.04.2014 00:14 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dueta cemîl qoçgirî û yalda abbasî
» şivan perwer
» perwerdeya kodkirinê lê bi kurdî
» ibrahim khalil

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî