Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        navê kurdî li zarokan danîn - tirşik
        navê kurdî li zarokan danîn
        (0) (0) ecêb (0) (9)
        di mijarê de bigere

        1. êdî ne nîşaneya welatparêziyê ye. ji ber ku niha dibînim ku kurdên akpyî û chpyî jî navên kurdî li zarokên xwe datînin. helbet bila dênin lê bi ya min nakokiyek e ku li cem chpyiyayan>li cem akpyiyan



        2013.11.12-21:08 | simurg56

        2. tiştekî baş e.

        dema ez dibînim ku navê hin kesan şoreş, rojda, rober, cigerxwîn e, gelek kêfxweş dibim. ji ber ku gelê me bi salan nekarî navên kurdî bide zarokên xwe, niha bila tola xwe hilîne.



        2013.11.13-02:10 | brusk56

        3. bila navê wan diyar be ku çihê revê nebînin



        2013.11.14-19:25 | newenda

        4. heke Xwedê zarokinan bide min jî ,XWEDê bê erê, ez ê navên kurdî li zarokên xwe kim.



        2014.08.28-21:00 | seydayê_peyvan

        5. PêwîsTe. Gele navê zarokên me jî bi zimanê me be



        2014.08.28-23:20 | quşxaneli

        6. Nav malbata me da beritan Azad havîn berfîn zelal he ye



        2014.08.28-23:21 | quşxaneli

        7. tiştekî baş e ji lew heke tu kurd bî divê navê te û navê zaroyên te jî bi kurdî be (heke navê min ne kurdî ba, min ê biguheranda)

        divê wek tiştekî xwezayî be yanê ne li gorî polîtîkayê. mesela tu ji devê tirkekî nabihîzî ku ji tikbûnê ezic bûbe û navê zaroyên xwe kiribe hanry falan. tabî her ku diçe kurdbûn û hemû nirxên kurdayetiyê ji ber xefk û dehfikên bişaftinê dixisire lewma jî zaroyên vê nifşê mixabin bi kurdî nizanin lê tu nikarî ji wan re bêjî ku tu bi kurdî nizanî lê navê te kurdî ye û ev yek nakokî ye falan.

        yên ku navê wan tirkî û erebî ne jî bi kurdî nizanin bi temamî girêdayî malbatê ye ku divê ew li ser vê hêşmendiya netewî zaroyên xwe perwerde bikin.

        tu dibînî ku malbatê welatparêz ên navê zaroyên xwe bi kurdî kirine lê bi tirkî dipeyivin, di vir de bêtirîn suc û qebhet ya partiyê ye ku tevgerên xwe li ser esasa kurdayetiyê nekirin lewma jî axaftina bi kurdî ya di nav malbatê de bi demê re ji holê rabû û hemû tevgerên netewî, çi makro çi mîkro, çi giştî çi rojane hemû bi tirkî bû, belê şablon hebû lê hundir tirkî bû



        2014.08.29-15:40 | ferhenga şikestî

        8. Bûye mode. lê mixabin zarokên navê wan kurdî ne kurdî nizanin.



        2014.08.29-16:36 | veyseltirpan

        9. "danîna navên kurdî li zarokan" kurdî ye nêchîrvano! yano navê mijarê shash e



        2014.08.29-17:39 | rojgar


        11. gelek malbatên tirk ji navên kurdî li zarokên xwe dikin.



        2014.08.29-19:32 | ciwanpiroz

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        hello world [1]
        hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
        tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
        Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
        soundtrackên bijarte [1]
        (bnr: the divergent series allegiant)

        Tove Lo - Scars
        pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
        Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
        hozan serhad [1]
        Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » navenda çand û hunerê ya bihar
        » kurdî-der
        » zarokanîn
        » danînok

        Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî