Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; orhan veli kanık
peyamên reşikkirî

15702. helbestvane tirka ye. helbestê yên herî navdar "İstanbul'u Dinliyorum Gözlerim Kapalı" û " Bedava Yaşıyoruz " e. Cem Karaca helbesta "Bedava Yapıyoruz" kiriye stran.



30.05.2013 15:56 | simurg56

55201. Helbestvanê azad serbest û serberbiasîmanave ye. Ji helbestvanên tirk yê ku ez herî bêhtir jê hez dikim. Camêr ew zincîrên helbesta tirkî yên wek rêzik qafiye, redîf, wekheviya hejmara kîteyan vezin xilas kiriye. Deriyên girtî yên helbestê li azadiya peyv û hevok u hejmara kîteya û qafiyeyê vekiriye. Mijara helbestê fireh kiriye. Wilê kiriye ku her tişt kariye bikeve nav helbestê. Li gor wî ji şimik heta kumik her tişt dikare bibe mijara helbestê. Li ser kaxiza qotiya çixarê ew a ji pişt qotiyê derdikeve li ser rûyê wê jî helbest nivîsiye.



07.06.2013 18:27 | brusk56

55202. Heroj evqasî spehî ye ev behr?

Halê dixuye ev asîman her gav?

Her gav spehî ye evqasî,

Ev tişt, ev pace?

Ne,

Wilehî ne;

Tiştek heye di vî îşî de.



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



07.06.2013 18:27 | brusk56

63950. helbesteke wî:



Ew ê Diçe Cengê



Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!

Dîsa wilê xweşik vegere;

Li ser lêvên te bêhna behrê,

Nava birûyên te'de xwê,

Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!



Orhan Welî Kanik

Wergêr: Rênas Xendekî



07.06.2013 18:27 | brusk56

95596. helbestvanê ku di siya helbesta wî a bi navê "istanbu'u yaşıyorum" ve têkiliyeke me çê bû. di lîseyê de mamosteyê wêjeyê got: kî ji we helbesta orhan velkanık "istanbul'u yaşıyorum" jibere bixwîne ezê 100 poxan bidimê. ji ber ku poxana min a wêjeyê piçek kêm bû min jî weke fersendekî helbesta wî xwend û 100 poxan stend.



08.06.2013 00:32 | simurg56