Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    bro omerî - tirşik
    bro omerî
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.11.17-01:33 |

    2. dilê min hebû pirtûka wî bixwînim lê gava min dît helbest e min dev jê berda -dibe ku ew pêşdîtineke xirab be lê tiştê hatiye serê min ew e- Xwedê şehad e êdî ji şa'îrbûna kurdan aciz im, kuro hinek pexşan binivîsin da em bibînin ka xwin jê pênûsa we tê an na, ka hûn dikarin peyvan di rêzeke rast de bînin ba hev û bi sentakseke zelal û herikbar tiştinan binivîsin...



    2013.11.17-20:02 | elomelo

    3. nivîskar û helbestvanekî kurd e.di sala 1942'yan da li Nİsêbînê hate dinê ye.Nave wî yê nûfosê Îbrahîm Yildirim e. sala 2007'an de li nisêbînê jiyana xwe ji dest da.





    2015.05.21-09:41 [guhertin:2015.05.23 15:46]| evdilageweri

    4. HİNEK HUNERMENDêN KURD Jİ BO BîRANîNA BRO OMERî ALBûMEK DERXİSTİNE HOLê.Jİ KALAN MUZîK ê DERKETİYê .ALBûM Jİ 23 STRANAN Pêk tê û 20 HUNERMêND TêDE CîH GİRTİN ê..

    PEŞK1:










    PEŞK2:












    Here lînkê



    2015.05.23-16:08 [guhertin:2015.05.23 16:20]| evdilageweri

    5. helbestkarê strana dilo ya nîzamettîn ariç e. rehma xwedê lê be.

    xendekî hinek helbestên wî biweşîne wê çi xweş bibe *



    2015.05.28-20:51 | berxweda

    6. nivîskarê van herdu pirtûkan a

    (bnr: rewşa welêt) - weşanxaneya avesta

    (bnr: carekê ji caran) - weşanxaneya avesta



    strana jan arslan a keça perî jî helbesteka bro omerî ye.



    ji nûçeyeka rewanbej'ê jiyana wî:

    Bro Omerî kî ye?



    Bro Omerî 28ê Tebaxa 1942yan li nisêbînê, li gundê Çalê ji dayîk bû. Gava salên 1944-48an malbata wî hate koçberkirin, Brahîm û hin kesên din ên ji malbatê ji bo neyên koçberkirin çûn Sûrî. Piştî ku sala 1948an malbat ji koçberiye vegeriya, zarokên ku çûbûn Sûrî vegeriyan û gihîştin malbata xwe. Salên 1952-53yan li gundê Cibilgiravê dest bi dibistanê kir.



    Sala 1957-58an jî dest bi dibistana navîn a Nisêbînê kir. Piştî ku li Lîseya Mêrdînê polê 1. û 2. xwend, pola 3. li Lîseya Lawan a Edeneyê xwend. 21ê Hezîrana 1969an ji Zanîngeha Stembolê Fakulteya Tibê mezûn bû. Îbrahîm Yildirim ê ku bijîşkê ewil e ji Nisêbînê derketiye, midurtiya tenduristxaneya 3. a Meraşê û cîgiriya, midurtiya tendûristiyê ya wilayetê kir.



    Sala 1974an li Nexweşxaneya Şişli Etfal a Stembolê li beşa Cerahiya Giştî dest bi perwerdehiya pisporiye kir. Sala 1978an mezun bû û heman salê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dest bi wezîfeyê kir. Heta sala 1980yî Serbijîşkiya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û Midurtiya Tendirustiya Wilayetê ya Mêrdînê kir.



    Di derba lêşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de hat binçavkirin, paşê ji sirgûnî Nexweşxaneya Dewletê ya Sînopê bû. Piştî ku 2 mehan kar kir ji wezîfeya xwe îstifa kir û li Qoser û Mêrdînê wekî bijîşkê serbest karê xwe berdewam kir. Sala 1991ê dîsa bi awayekî fermî li Nexweşxaneya Qoserê dest bi kar kir. Sala 1996an çû Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê. Îlona 2002ya teqawîd bû û li Nisêbîne bi cîh bû.



    Di gelek rojname û kovaran (Rewşen, Welat, Nûbihar, Dengê Azadî, Ronahî, Nûdem, Avaşîn, Jiyana Rewşen, Welatê Me, Azadiya Welat) de bi navê Bro Omerî helbestê û nivîsên wî hatin weşandin. Bro Omerî di 4ê çileya 2007an de li Nisêbînê ji ber nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwedê.



    2015.05.28-21:30 [guhertin:2015.07.10 00:33]| xendekî

    7. (bnr: helbestên bro omerî)




    ji bo xatirê berxweda
    <= berxweda



    2015.07.10-00:36 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    endazer [3]
    (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) (vbnr: tülay ne olur geri dön...
    gulêê [1]
    YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek cara...
    gîska gerok [1]
    gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje. Di destpêkê de...
    tûtû [1]
    Ango tutû. Xwarinek e. Cûreyek şorbeyan e. Bi dan û (v...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bro omerî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî