1. cîhazên navbera komputer û telefonên kevin in. |
|
11.06.2013 14:02 |
simurg56
|
2. WEY BAVO NEXWE TELEFONÊN BÊAQIL Û KÊMAQIL JÎ HENE? ÇI NAVEK NEXWEŞ E ji bo peyva smartphoneê ev.. mixabin hê jî dema em peyvên nû distînin kurmnacî bêyî ku em li derûdorê binêrin û ji cîranên xwe bipirsin û bişêwirin hema rasterê em ji tirkî werdigerînin kurdî û kurmancî û wekê milkê ji heft bapîrên me mayî xwe lê şirîn dikin.. wek meseleya navê endazyar û endazyariya mekanÎkê.. mîratê tu li kÎjan malperê dinêrî endazyariya makÎneyê dinivîsin.. ji bo xwudê makîne çi ye laww? ma tirkan kerîtiyek kiribin em mecbûr in wê kerrîtiyê kopy bikin û di zimanê xwe de dubare bikin hee.. neyse ka navekî din bêjin xêra xwe ev navê telefonên biaqil bi serê min neket bi xwudê heta yeka din bê çêkirin ez bi xwe yê smartfonê bikar bînim.. |
|
11.09.2013 13:37 |
endazer
|
3. Tlfn, tv, radyo, rojname, compitur, konsola lîstikan, muzîkplayer, lênûsk, pirtûk, pênûs hwd a min e. Hew ji min re tirshikê çênake, înshalleh di wersiyonên nuh de ewê jî hebe. |
|
11.09.2013 14:34 |
hemdilaarda
|
4. axil li serê meriv de nahêlin |
|
11.09.2013 20:41 |
newenda
|
5. telefonên ku dikarin mirov hêsîr bigrin û wî ji jiyanê biqetînin. Li Amedê gava hun li "kuça hunerê" (sanat sokagi) bigerin hunê bibînin ku ji gellek kes li cem hev runiştîne lê ji ber telefonên biaqil tu kes bi kesî re napeyive. kînga telefonên wan yên biaqil destûrê bide, wê çaxê dikarin li derdora xwe binêrin |
|
12.09.2013 15:28 |
tavgezokî
|
6. telefonên ku ji hinek aliyan ve ber telefonên kevin de kêm dimînin. |
|
05.12.2013 20:38 |
simurg56
|
7. (bnr: telefonên gêj) |
|
18.01.2014 01:08 |
ceso
|
8. ji bo gelek kesan ne hewce ye lê mixabin feqîr dewlemend herkes dikirin. |
|
05.06.2014 23:11 |
simurg56
|
9. ji bo min nÎşana mezintirîn ya feqîrî Û dinyanedîtîbûnê ye.. |
|
05.06.2014 23:20 |
endazer
|
10. Telefona ku he ez nebûme xwediyê wan e.. Telefoneka min a kirxep hEYE Û ÎŞÊ MIN DIBÎNÊ.. mESELE ÎNTERNET BÊ BI XWEDÊ EZ BI XWE JI ÎNTERNETÊ ACIZ BÛME Û EZ NAXWAZIN XWE NÊZÎKÎ WÊ JÎ BIKIM.. GER EZ TELEFONEKA BIAQIL BIKIRIM EZ BAWERIM WÊ BÊHTIR DEMÊ MIN BISTÎNÊ.. tELEFONA MIN A NAHA KÊMAQIL E LÊ BI XWEDÊ EZ Û WÊ LI HEV IN Û EV E 6 SAL E BÊYÎ KU ARIZEYEKÊ BIDÊ DIŞIXÛLÊ.. |
|
05.06.2014 23:27 |
nan û av
|
11. tişta ku xel êdî çi pere destê wan de hebe ji bo wê xerc dike. yaw temam ên dewlemend bin ji xwe perê wan pir in nizanin wê çi jê bikin lê çi li ên feqîr hatiye. feqîro bi mehanî 800 lirayan dixebite lê telefonê dinêrî tu dibêjî qey xwediyê şîrketek e. |
|
31.10.2014 00:14 |
brusk56
|
12. belayek din e li serê feqîran. tiştek xweş e lê divê neyê fîşalkirin. di van telefonan de 2 tiştên xweş/lazim hene: |
|
31.10.2014 20:06 |
simurg56
|
13. telefonê ku aqılên wa henin û ji pire mîrovan aqiltirin |
|
14.11.2014 12:16 |
gokerr
|
14. Telefonên samsungê yên wek: |
|
14.11.2014 20:00 |
xendekî
|
15. telefonên ku teybetmendiyên wan têra xwe hene û ne ewqasî bela serê mirov e. dema mirov li peyamên ku li binê vê mijarê de hetine nivîsîn, bixwîne wê bibêje qey ev telefon ji tiştekî re nabê û dijminê mirovahiyê ye. lê ne wisa ye. bi van telefonan hema bêje mere dikare her tiştî bike. heta mere dikare ji van telefonan kod binivîse, bernameyan çêkin(bnr: cppdroid). bi kamerayan mere dikare wêneyên xweş bikişîne da ku di pêşerojê de lê binêre û kelogirî bibe. Ger telefonên biaqil nebûya ev îmkanê heba gelo me yê hertim wênekêş bi xwe re bigeranda? înternet û înternet nî'meta xwedê.. em bêjin karekî te heye û divê tu ecele wê bikî. tenê divê tu ji telefona xwe têkevî înternetê û wî karî bikî. jiyanê evqasî hêsantir dike yanî.. tew ez hîç nakevim mijara 'ji telefonê têketina tirşik.net'ê' ev kerametek e* bi saya van telefonan êdî hewce nake mirov hertim bi xwe re lênûsekê bigerîne, ev şûna lênûskê jî digire.. hê taybetmendiyên wê yÊn girîng hene lê dirêj nekim.. |
|
15.11.2014 14:49 |
mergehez
|
16. kelemçeya destê mirov e. |
|
21.01.2015 15:12 |
nazim tolhildan
|
18. Smartphone. Kelepçeyên elektronîk in. |
|
22.01.2015 02:30 |
seydayê_peyvan
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |