Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
telefonên biaqil - tirşik
telefonên biaqil
(2) (0) (4)
di mijarê de bigere

19. hevalekê min ê ku eleqeya wî bi kurdiya nivîskî re nîne, demekî li civatekê di nav şitexaliya xwe de ji bo telefona xwe ya smartfon ku ev telefonên şareza tamê di heyata mirov de nahêlin.. li gorî min bêjeya telefonên şareza ji bêjeya telefonên jîr û ji ya telefonên biaqil xweştir e.. hem bêtir wateya karîn û taybetmendiyên smartfonan dide..



24.04.2015 17:09 | endazer

20. (bnr: telefonên ehmeq)



24.04.2015 22:33 | ceso

21. (bnr: samsung) (bnr: iphone) (bnr: htc)



25.04.2015 13:52 | diclefirat

22. Dema ku amûr biaqil bûn mîrov jî berbi beaqiliye koç kir,hetane evarê ne dest rawestîn ne jî çaw lê hiş li şûna xwe de zûda çog danî ye erdê



25.04.2015 21:04 | newenda

23. Yên ku ji ber ku dema mirov li internetê digere, wêneyan felan biqalîte dadixe û nîşan dide, dibe sedema xelas bûna kotayê. Êdî hema bêje her telefonêk bi qasê kombersekê kota dixwe..



26.06.2015 13:50 | brusk56

24. hingî telefonên biaqil derketin merivên bêaqil zêde bûn.

(gotina kekê min bû. Lê ew jî mecbûr ma û ji wan telefonan yek kirrî.)

hine kes hene bo wan telefonan bikar neyînin zehv berxwe didin lê ewna jî wek kekê min (ji bo kar, mail, filan û bêvanan) heta cîhekî dikarin berxwe bidin.
û ew jî xwe berdidin nav destên vê sîstemê.

telefona min nîv-aqil e. lê navbera me xweş e.
her bijî nokia, bimre samsung û ıphone *



31.01.2017 22:45 | bûtîmar

25. hûtê zeman e. ev cûre telefon mirov fêrî tiralî dikin. tenê ji bo zêdetir bixwênim min telefona androîd firot. gelek caran min bi formata epub pirtûk dixwend lê dîsa sepanên medya civakî û chatê her kemînên zeman in. ger ne mecbûrî be telefona pîremêr bikartênin jî nakim berîka xwe de. jixwe ji kesê dixebite re zêde wext namênit, vêca di otobusê de destneketina qoltixek dibû hêcet pirtûk dernekeve ji berîka çakêt.

li gor min gelek avantajên bikarneanîna van telefonan hene. bi taybetî ji bo kesên dixwazin ser wêje an disiplînek nivîskî xebatek bikin pêdivî ye. bo mînak li kar wextên vale de, ji ber destên te vale ye divê tu organek dî bixebitînî. helbet dikarî wisan bêwate li pencereyan jî binêrî. heger te projeyek hebe û kesek li dora te nebe hingê li ser wê difikirî. vaye tu ji boy xwe bûy hilberîner.

ji derve jî piştî mirov xwe ji telefonên biaqil û berguhkên wan xelas kir antenên mirov vedibin. ez muzîkê tercîhî dengûdorê dikim lê pirî caran dîyalogên ji kolanan tên guhên te tiştek derdixe ji kûrahîya bîra te an jî rê li ber te vedike bi awayek cuda bifikirî. yanî ji derve dema dimeşî an li parqek rûdinî dikarî hin tiştan berhev bikî.

dema dihatim mal berî dest bi xwendinê bikim te digot qey ferze diketim wan sepanên wek kuçkê eleqexwaz her li ber destê min. bi vî awayî her roj çend seet ji kîsê min diçû.



10.03.2020 17:00 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» telefonên gêj
» biaqila malê

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî