Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 9 peyam
    zozan - tirşik
    zozan
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. navên keçane ..



    2013.11.19-21:30 | sîyabend

    2. koçer havinê heyvanexû dibin zozana ku nave zozana celalîya "sîneg" u delaî vÎDO" YE



    2013.11.19-21:34 | sîyabend

    3. CELALÎYE BAZÎT Ê GUNDÊN QERABLAXİ SALÊ 3 MEHEN HAVÎNÊ DİÇİN ZOZANÊ ..zozana gon u çadir vedigrin ..zozana çêre zêdeye , çêra zêda sa heyana dube xarin u koçer zexîraxu (penêr,toraq,run) pê ŞÎRE HEYANEXU hildidin..



    2013.11.19-21:47 | sîyabend

    4. bilindahiyên hênik ên mirov ji germa kujer xilas dikin, taybetî li çukurovayê. vê havînê me nefesek li wir stand.



    2014.08.23-11:20 | azadixwaz

    5. hema bêje nîvê çand û folklora kurdî ya devkî li van jîngehên mobîl çêbûye.. xwudê zane li ser van bilindahiyên kurdistanê dilê çend keç û xortan ketiye hev, çenda li ser hev lawik û heyranok û payîzok gotine.. bi navê zozaniyê straneka m.arif cizrawî heye, ji roja min guhdarî vê stranê kiriye û heta îro kengî peyva zozanê bi ber guhê min bikeve hizn û melankoliyek diniqute dilê min..



    2014.08.23-14:25 | endazer

    6. Cihê hûnikahiyê ya min betlaneya xwe ya salane ya îsal lê borandiyî yan jî diborînim. Ji hewayê ve kêmasî lê tuneye lê di înternetêde pirsgirêk heye. Xwezî zûtir biketa bîra me ku me ji bo du mehan înternet lê girê bida.



    2015.08.18-12:22 | azadixwaz

    7. îro hînbûme ku zozan navê lîstikekê/reqsekê kurdan e.
    ji lingê rastê
    yek, do, sê, çar pêş ve. Qevza çaremîn pehniya xwe li erdê bix. çar qevzan jî paş ve wer.
    Pehniya çarem a paş ve piçkî hişk li erdê bix û bizivîr aliyê rast e. yek-do, sê-çar, pênc- şeş û dîsa ji serî..



    2017.04.18-01:41 | gulêê

    8. Bi vî navî straneke koma Berxwedan heye. Jinek dibêje. Dema ez biçûk çend carekê bi ber guhê min ketibû di bin hişê min de wekê stran û bîranîneke xweş mabû. Carekê ji nişkê ve hat bîra min li ser înternetê ez lê geriyam û min dît û guhê xwe dayê. Ji deqeyekê zêdetir min nekarî xwe lê ragirim.
    Lê naveke pir xweş e.



    2017.04.18-22:58 | endazer

    9. lîstika ku entya 7. da hatiye behskirin li ber vê strana ku navê wê jî li ser e zehv tê letyîstin.
    ez du lîstikan zanim. ji wana yek jî ev e*

    stran: zozan zozan:











    ji bo lîstikê jî vê vîdyoyê temaşekin :











    2017.04.18-23:20 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zozan

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî