Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 18 peyam
mamosteyên ku dersê ji slaytan dixwînin - tirşik
mamosteyên ku dersê ji slaytan dixwînin
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sedema sarbûna ji dersê, xwendinê, lêkolîn û xebatê ne.

hinek versiyonên van xoceyan de, slayt jî ewqas kevin in ku carina emrê slaytan ji xwendekaran mezintir e.

zanîngehan de ji van xoceyan gelek hene. mirov qedeha qehweyê de bibe kevçî jî nikare xwe ji razanê xelas bike.



20.11.2013 21:36 | simurg56

2. Niha di zaningehên wakif û taybet de bûye moda. Her xocayek ji xwe re slaytek peyda dike û wext dikuje.



20.11.2013 21:42 | ceso

3. mamosteyên ku nehêjayê ketina dersên wan e .

piranî yard.doç in. wê bên dersê heçko em xwendinê nizanin û ew alikariye me dikin da em fêm bikin, çi li wir hatibe nivîsandin, hemûyan dixwînin û diçin. heçko gûyekî baş xwarine ji vê yekê re jî dibêjin mamostetî .

a herî xerab jî, ev mamostekûkên beredayî ên nehatî dersê "tune" qeyd dikin û dibin sedema mayîna wan. yaw qey tu kêr çi gûyî tê ku ez bêm dersê de guhdarî xwendina te bikim ?



21.11.2013 00:08 | brusk56

4. (bnr: mirov qedeha qehweyê de bibe kevçî)

(bnr: honawer) *



21.11.2013 20:22 | brusk56

5. tev fosîlin. xewa mîrov tînin.



22.11.2013 00:03 | keko

7. ê kuştinê ne. net !



13.03.2014 10:12 | brusk56

8. ew mamosteyê ku ne weke xwe ! ne bi ser vî halê xwe de di ezmûnan de tiştên herî zehmet ew dipirsin wan pirsa ji ku tênin qet nizanim



13.03.2014 14:09 | gêjê

9. mamosteyên ku dibêjin wane herÎ xweş bi vÎ awayÎ tê dayîn. lê tiştekî ew dikin tune ye. yanê ez jî herim, dekarim vebêjim.



13.03.2014 15:03 | mergehez

10. ez kefîl van maosteyên jêrîn nas dike*

mamosteyên ku tepegoz bikartînin

mamosteyên ku devê sobottayê vedikin û dest bi xwendinê dikin

mamosteyên ku jiber ku cdya wan xêzik lê hene dersê nîvtimam dihêlin



lêzêdekirin: mamosteyên ku xebera wan ji flashbellekê nîn in



24.04.2014 22:12 | kevçiyê dil

11. mamosteyên bê xîret in.vêca nifşek nû yê wan derketiye.slaytê bixwe jî li xwandevan î didin çêkirin.dema ez lîsê gava mamosteyek sparteka slaytê dida min hema bêje min day û jin bo wi nedihêla.



06.01.2015 02:59 | vêca çiyeeee

12. Ew mamoste ne ku nizanin bêxîretî jî bikin nizanin karê xwe hêsan jî bikin. Bi çêkirina slaytê û bi vegotina waneyê gelek bêtahm'e heyf li akademîsyenîyê tîne, mirov gelek aciz dibe lê dema ku mirov ji slaytê dûr bikeve bi rîya pirtûkan ve waneyê vebêje hingê balatir dibe mesela dema zaningehê de dema ku slayt wek spartek dihatin belavkirin min tu carî bi rêya slaytê waneyê xwe venedigot hama min ji bo ku ji ber kelecanê waneyê xwe bîrnekim di her slaytekê de not didanî paşî li gor sparteka xwe min 2 3 heb pirtûk dianî û li Ser wan min vedigot, min derîyê nîqaşan vedikir carna rezîl jî dibum sor dibum lê bi sorbunê jî min tahma vegotinê hildigirt wekî din bi vî awayî zehf jî xweş dibu hem karê min rehet dibu hem pêtir dihate guhdar kirin hingê min ji 2 3 heb pirtûk û jêgirtîyên derûnnasên mezin wek froom, freud, frankl û Foucault jî dikir nav gotinêt xwe û min Pirtûkêt wa jî jî dianî polê da ku hevalên min jî bixwînin ez bawer nakem ku wan bîranînêt xwe tu carî bikem...



19.06.2016 03:18 ~03:36 | azad30

13. Mamosteyên ku niha heb zehmetî nakişînin.* Kêf kêfa wan e. Slaytê barê malperê dikin û bi xwendekaran didin xwendin.*



06.04.2020 05:10 | xelîl

15. Mamosteyên ku divê li ser "Teknîkên pêşkeşkirinê" dersan wergirin. Yek ji wan rêbazan jî ew e ku berî ku tu derkevî ser dikê an jî pêşberî guhdar û bîneran herÎ kêm divê te çil(40) carî dersa xwe gotara xwe li ber neynikê xwe bi xwe pêşkeş kiribe.
yek a duyemîn jî divê slayt ji çend 86*6,4*4) peyvan pêk werin. Ji dêvla nivîsê ve dîmen bêhtir li pêş bin.
û gelek rêbazên din!



06.04.2020 13:32 | oceancr

16. ne ez im, min tu car venekiriye slayt, carna xwendevan dixwazin lê ez neyarê powerpoîntê me.
lê vîdeo başin, yên kin û ku têkiliya wan bi dersê va hebe ez carna wan nîşan didin.



06.04.2020 17:32 | afa

17. Jixwe perwerdehîya mamosteyên min bêhêz bû, slayt jî bikeviyê li dersê de dirazam.



06.04.2020 23:51 | pirtûkbihûşt

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamosteyên başûrê kurdistanê
» dersên fransî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî