Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe - tirşik
peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe
(15) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. şikir ku kurdî de hê weke ya tirkî de, asîmîle û erzan nebûye. (aşkitom, bebitom)

ji bo yên kurdî (bnr: delalê) (bnr: xezalê)



20.11.2013 23:05 | simurg56

2. (bnr: keçê)



21.11.2013 00:10 | brusk56

3. (bnr: şşşşş!)

(bnr: hêêêy)

(bnr: qîzzaa kerê)

(bnr: kurê kerê)



21.11.2013 06:59 | ceso

4. Ne hewceye ku em tiştekî lê zêde bikin.Melayê cizîrî wisa gazî dikir hezkirîya xwe re.



Sebah-ul xeyr xana min,şehî şîrîn zebana min

Tuyî ruh û rewana min,bibit qurban te canê min



Te alellah çi zatî tu çi wî şîrîn sifatî tu

Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu



Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê



Sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min

Xumar û meyperesta min,tuyî meqsûd û qesta min



Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min

ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min



Di benda zulfê çewkan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê



ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê

Siyeh çeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê



Şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez

Da'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez



Ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê



Ve bulbul ra şev û rojê ser wê terh û bişkojê

Enî mahî şefeq rojê te sohtim şubhetê dojê



Ku dûr im ez ji wê hûrê tenê carek li ser sûrê

Ji wadî eymana torê tecella kir di nîv nûrê



Ji wê sohtî dil û can im "sabahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Ji husna wê tecellayê yedî beyda û belayê

Çi wesfan bîm xeber nayê welê dil cezbêê dayê



Ne hişyar im ji wê berqê ji zer tacêli ser ferqê

Ji spêde da heta şerqê belê naêxmê ferqê



Ji derba 'işqê nalan im "sabahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Zarîfê nazikê şengê sîfet hûrî perî rengê

Bi rojê ra tu hevdengî du reş toz in siyeh yengê



Kişandin lê ne wek caran xedengên qews û nûbaran

Ji rengê şîr û mukaran reşandin sîne wek baran



Jiwê derbê pir êşan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Veke carek xet û xalan li ser wan mesned û palan

Bixwîne li me 'ebdalan bibînin 'îd û sersalan



Îcazet dê me destûrê perî rengê sîfet hûrê

Ji nîva zulmet û nûrê binoşin mey di ferfûrê



Ji dil talanê xalan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Ji şehkasa ku qerqef tê meya nûrên muşerref tê

Nîşanek dîlberê kef tê ji bo min her seher xeftê



Ji wê camê dinoşim ez seher lew ney li hoş im ez

Ji ' amê lê dipoşim ez bi can her lê dikoşim ez



Ku xalib mest û sukran im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



Were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe



Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran

Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran



Li dîdara te heyran im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê



21.11.2013 15:43 | karmatî

5. Baba Tahirê Hemedanî, ji bo hezkirîya xwe gotîye "delal"



delal, her du çavên min qesra te ne

nav du çavên min cihê piyên te ne

ditirsim, tu xafil gav biavêjî û

bi mijangê min biêşin piyên te.



22.11.2013 09:59 | nazim tolhildan

6. dilê min

ber dilka min

yara min

gula min

dil ketiya min



22.11.2013 16:57 | newenda

7. peyvên ku di arşîva min de bi zêdehî hene. lê ez eşkere nakim da ku wek aşkım'a tirkan nebe gû nebe rîx.

nîvîskar li vir eşkere dike ku çi qas romantîk e *



22.11.2013 22:11 | oxir

8. (bnr: gula min)

(bnr: yara min)



22.11.2013 22:29 | azadixwaz

9. ji wêje û mûzÎk û zargotina kurdî çend nimûne;



xana min

xanima min

bermaliya min

kevaniya min yanî; keyvabûya min

delala min

mala min

jinekem

dergistî

dilketî

berdilk

qera min

qemera min

qedera min

sûsika nazenîn





têbinî; di nav malê de bikar neyînin, bihêlin bila tenê di nav mûzîk û helbestan de bimîne..



06.02.2014 00:12 | endazer

10. ezîza min



07.02.2014 01:37 | zero

11. delalîkê



07.02.2014 02:29 | remêyê neco

12. dibe ku jiyana min jî bê bikaranîn



07.02.2014 03:28 | mergehez

13. ji bo mêra: kartol

ji bo jinan: kundir



03.03.2014 11:42 | nazim tolhildan

14. ji bo mêran çîko

ji bo jinan çîkê

rasteqîniya jiyanê eve heyran. Em çi bikin di stranan de çi tê gotin an jî helbestkar çi dibêjin, rastiyê de weha te gotin..



03.03.2014 15:30 | rojan

15. qaqîşk,gurgo,hirçê, erê erêêê hal meselet ev in,so what! *



03.03.2014 17:17 | gulgenim

16. keçê, kuro.. awayê şirÎnkirînê; keçkokê, kurkoko..



03.03.2014 18:06 | endazer

17. ez hevalé xu ya hayali ra(bnr: tenéti) golık dıbejım. gava ku mırov devé xu tıji bıke u béje bétır başe avha ; goollıg



03.03.2014 18:14 | hun çawane heval:)))))))

18. delalê û şêrÎnê xweşê... û hin kurdên me yên postpostmodern dibêjin "hayatim/aşqim tê çaya min dagirî?" *



20.05.2014 21:23 | dil-tesne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û rûsî de
» hezkiriya/yê berê
» xweya hûr

Kategoriyên mijarê:: anket tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî