Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    bazîd - tirşik
    bazîd
    (2) (0) ecêb (1) (13)
    di mijarê de bigere

    1. bajarek kêleka çiyayÊ gelîdax(çîya agirî) ye alikî bazidê îdire alîkî bazîdê wan e .rojhelata bazîdê dewleta îranêye... .. bazit 70 hezar serjimare. .kela bazîdê ,çela meteor, , keştîya nuh ,çiyayÊ GELÎDAXÊ CİHÊN BAZİDÊ U GEŞTÎYARİN... QEBRA NİVÎSKARÊN KURDAYÎ MEZİN EHMEDE XANÎ BAZÎDÊYE...



    2013.11.21-23:09 | sîyabend

    2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.12.04-21:29 | ervah.azad

    3. (bnr: bazîd)



    2013.12.04-22:00 | azadixwaz

    4. li bajarê îdirê her sal wiha dibêjin "bazîd ê îsal li bajarê agirîyê veqete û bi bajarê îdirê ve girêdayî be". werger a vê hevokê bi turkî wiha ye "peki zeki müren de bizi görecek mi?"



    2013.12.05-09:51 | nazim tolhildan

    5. bajarêki isaye ku her kes tıştêk dıbejê. xelkê amedê dıbeje bazît, kurdên akedemik dıbêjın bazid, navçêya cinar û agiri da dibêjin doxu bayiz, xelkê wi bajere ji dıbejin bayiz. gotınen mın ra rast nave vi bajarê bayiz ve. çimki xelkê vır çawa dıbêjın gerek wısa buwe.



    2014.01.06-20:03 | serhıldan jiyane

    6. Bajareke pir sar e.



    2014.01.06-20:21 | gulakurdistan

    7. NAVÇEYA BAJARê agirÎyÊ ya başÛrÊ KÛRDistanÊ ye.ez yek carek bitenÊ çÛme bazÎdê. heta ku min kifta wi yÊ ebdÎgorÊ Û qazıxa aşxanevanÊ(lokantacı) wÎ nexwaribÛ ez bibÛm aşıqÊ wÎ bi tevÊ xweza wÎ, çîyayÊ ararata wÎ Û tirba ehmedÊ xanÊ wî. kiftÊ ebdÎgorÊ wiha tÊ çÊkirin:

    goştÊn sor Û pÎvaz bi keviran baş tÊ perçiqandin Û paşe li hev tÊ gilokkirin Û tÊ avÊtina nav ava kel. ev giloka goştÊ di nav avÊ de kÛ hate xaşandin derdixin Û datînin nav girarÊ(pilav). behskirina wÎ xweşe lÊ mixabin xwarina wÎ wisa nîne. kû hÛn çûn bi wanderan da nebÎ nebÎ win bixwin. divÊ kÛ hÛN ji vÎ aşxanÊ rabÛN jÎ winÊ serÊ mirovÊ jÎ 30 tl biqirmiçÎnin. encam:

    herin bazÎdÊ lÊ kiftÊ ebdigorÊ nexwin



    2014.01.06-20:35 | por gijik

    8. niştecîhên bazîde PIRANÎ CELALÎ NE.



    2014.01.11-22:55 | resençiyayî

    9. di salên 70yi da ji bo bazîdê digotin moskofa biçûk

    diya min behs dikir: di wê wextê da xortên cepgir digihiştin hev û serê êvarê li kolanan da dirusma xwe ya meshur

    lenîn rabû, dinya şabû

    diavêtin



    2014.09.03-08:27 | hejar

    10. Bazîd di dîroka wêjeya Kurd de taybetiyeke xwe heye. Di medreseya bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd binav kirine. Lê tirkan navê bajêr weke hemû gund û bajarên Kurdistanê guhertine û kirine doxubeyazît.



    Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrêrojavayê Çiyayê agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên qesra Îshaq paşa di navbera herdu bajaran de cîh digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêşket û bajarê kevin hat şemirandin.



    2014.09.15-13:41 | xwelî li ser

    11. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.09.22-12:52 | ervah.azad

    12. navçeya dema ku cara yekem min dît, bûyereke balkêş anî serê min e. divê ez ji we re jî bêjim ku piçek bikanin.



    weke deh salan berê, bawer dikim ku ez hê di lîsê de bûm, di betlaneya havînê de ez çûm bazîdê. armanca min, him dîtina bazîdê, him jî dîtina qesra isheq paşa bû. bi rastî cil û bergêm ku min xwe kiribû, ne weke yên nîştecîhên bazîdê bûn. ez bi şort, tîşort, sewqe û kameraya di destê xwe de weke turîstan dixuyam. ez û meta min a mamoste, em bi tev, pêşiyê qesra îsheq paşayê geriyan, paşê jî vegeriyan bazîdê. dema ku em di rê de dimeşiyan, dengek hate guhê min, min dît ku zarokeke boyaxker û weke 10-12 salî, weke 50 metre dûr ve, bang ji min dike û dibêje "hello turist". deme ku min bala xwe da wî zarokî, ji min re got " i fuck you", ango ez te nim. ez weke 10 çirkan şaş û metel mam. dûv re min hişê xwe anî li serê xwe û min jî, ji wî re got " ezê devê bavê te nim". vê carê jî zarok şaş û metel ma û got ev turîst kurdî çawa dizane*



    2014.12.01-12:49 | nazim tolhildan

    13. Xelkê wê jê re wek 'bayîzd' dibêjin



    2014.12.01-13:00 | mîr

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.01.25-20:04 | jovan bervaj


    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ciwan haco - felek
    albûma ku ev nêzikî mehekê ye li bendê me. ji hesaba youtube hema bêje...
    rojî
    Ji gelek felsefeyên wê yek jî ev e; Xwuda dibêje ku “hemû liv û tevge...
    fîlmê magnetî
    di nav pirtûka ez ê yekî bikujimê ya firat cewerîyê de...
    li gorî freud sazîgêrên xweparastinê
    Li gorî Bîrdoziya psikodînamîk ya freud, dema mirov rastî tiştên nexwe...
    eskerê boyîk
    zimanê romanê gelekî xweş e û di ser de jî herikbar e. ji ber vê teşqe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bazîd

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî