Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
moderasyona tirşikê - tirşik
moderasyona tirşikê
(37) (1) (6)
di mijarê de bigere

1. di xew de ye.. şaşî û kêmasiyên rêzimanî yên di nav peyaman de ji mêj de ye ne tên guheztin û ne jî tên edilandin..



22.11.2013 00:18 | endazer

2. guh nade, rist û rêzika kotaya deh peyaman.. di tirşikê de yên ku qene ji bo derman peyamek jî nenivîsandine mirov dinêre ku bûne nivîskar.. an em mûeseseya çomeziyê rakin an jî bend û bariyera 10 peyaman.. modertoriyê bi vî awayî nabe, moderasyona rastî ne ev e.. *



18.02.2014 23:56 | endazer

3. mijara ku ji bo vekirina wê zamanlaması manidar e.

(bnr: dibe ku van rojan çomezan piçek zorê dide we)



19.02.2014 12:31 | nazim tolhildan

4. moderasyonek bêyî nivîskaran peyamên wan diguherînin *



20.02.2014 23:47 | mergehez


6. divê êdî bêtir bi karê xwe ve rabe..

- çomezek heta ku deh peyamên têr û tijî (li gorî formata tirşikê) netirşikÎne divê neyê qebûlkirin û divê nekaribe bibe nivîskar, di sîstemê de ji hezarî zêdetir nivîskar dixweyin lê heta niha ji nav van hezar nivîskaran ji nÎVÎ BÊtir hê destê xwe li peyamekî negerandine.. filan



29.05.2014 21:19 | endazer

7. karekî zehmet e, zahmetiya vê yekê ne ji ber giraniyê ye, bi pirranî meseleyeke psîkolojîk e..

dema mijar an jî entryên ku ji hêla rastnivîsiyê ve şaş, çewt dibînim, bê biryar dibim, gelo ji nivîskêr re peyam bişînim û bêjim te şaş nivîsiye, an jî entryê sererast bikim, an jî şîroveya xwe bikim bo ku rast bike, an jî dev jê berdim kî çi dike bila bike...?

ger dil bikim bo şandina peyamê, wê gelek eforên min ji kîsê laşê min herin, nikarim heftûhêşt bikim..

ger dil bikim û entryê sererast bikim, wêca jî divê dest ji nivîsandinê berdim û yeko yeko li peyaman binihêrim. û ev yek jî neheqî û bêhurmetî ye, belkî dilê nivîskêr ji min bimîne..

ger dil bikim di binê entrya nivîskêr de şaşiya wê/î binivîsim hingê hem gelek entryên tewşo mewşo çêbin û niqaşên nehwce rû bidin

ger dil bi tiştekî nekim û dev jê berdim wê çaxê jî di hêla standardîzayonê de ferhenga me wê qels û kêm bimîne, divê hin şaşiyên ji dera hanê ji vir bên qewirandin..

welhasil didim ber bêjingê, bêjinga reben ji qehra diperçiqe*



11.01.2015 18:26 | ferhenga şikestî

8. karekî zehmet e. moderator jixwe hema hema meriv bibêje qet naxebitin, qet destê xwe bi tiştekî nakin. çend mijarên girîng ên ku divê moderator destê xwe biavêjin:



1- şaşiyên rêzimanî: çi peyam çi mijar. ferq nake. divê moderator şaşiyên herduyan jî sererast bike. peyam belkî zêde zêde nebe problem lê belê dema navê mijaran şaş bimîne pirgirekên mezin derdikevin. dema kesek li tiştekî bigere carinan dê nikaribe bibîne lewra navê mijarê şaş e..



2- beralîkirina mijaran: ev jî tiştekî girîng e. mesela ez mînakekê bidim: elî şerîetî. ger meriv bixwaze mijareke bi navê wî veke dikare bi sed cureyî navî wî binivîse. mînak: alî şerîatî, elî şerîatî, elî şerîetî... divê moderator van versiyonan gişî beralî bike. lê mixabin tiştekî wisa tune ye.



3- yekkirina peyamên weke hev: gelek caran dibînim ku di binê mijaran de nivîskaran 20-30 peyamên wek hev nivîsandiye lê hemÛ peyam dikarin di binê peyamekê bên komkirin. mesela di binê mijara gotinên pêşiyan de nivîskarekî nêzîkî 40 peyamî nivîsandibû. min hemû kirin peyamek. him qelîiteya peyaman nakeve him jî xwendina mijarê hêsantir dibe.



4- jêbirina heqaretan: ev jî qadeke girîng e lewra heke ku tirşik peyamên wisa bihewîne qelîteya wê zêde zêde dikeve û nivîskar dikevin ber hev. riya niqaş miqaşan nayê girtin. weke ku di vê peyamê de jî hatiye gotin moderator rê li ber heqaretan vedikin. rast gotiye: nazim tolhildan/64116



ji ber ku hertim nikarim têkevim tirşikê ez jî nikarim zêde van tiştan bikim lê çi ji destên min tê dikim. rihme hûn jî bikin..



05.04.2015 23:17 ~23:21 | mergehez

9. Berê hin heqê wan hebûn lê niha tune ne. Mesela di beşa rêvebirinê de êdî tenê erêkirina çomezan heye. Lê berê listeya mijaran, peyamên hatine jêbirin, sererastkirina nivîskaran felan hebû. Nizanim çima niha tune ye. Patron ji kerema xwe hinek rê li ber veke ku em bikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Mesela mijarek dikeve fetla beralîkirinê lê em nikarin wê çareser bikin. Em mecbûr in ku li benda admîn bin..



07.04.2015 16:16 | mergehez

10. weke berê xwediyê erkên hindik in. ji ber ku ji bo rêvebirina tirşikê ji bo moderatoran heta niha min kariye tenê beşên krîtîk çêkim. min pêşîn got bila navrûya nivîskaran biqede. menûyên ku li jor hatine qalkirin, jixwe naxebitiyan, tenê navên wan hebûn. nexwe bila karê me yê yekemîn êdî ji bo moderatoran çêkirina menûyên berfireh be.



07.04.2015 19:49 | simurg56

11. ji ber zext û tehdeya simurg56î em nikarin ji xeynî tiştên pûçik, tiştekî dî bikin..

bi şeref di warî despotîzmê de patronê me patronê ekşiyê jî bihurandiye*



07.04.2015 20:07 | ferhenga şikestî

12. (bnr: bijî biratiya moderatoran)



07.04.2015 20:12 | ceso

13. xwediyê erkên admîn bixwe ne, yanî ferq tune. kêmasiya tirşikê ye.

ji moderatorên ku dixwazin re dikarim şîfreya xwe bişînim *



07.04.2015 20:12 | simurg56

14. (bnr: serhildana moderatoran)*



07.04.2015 20:13 | mergehez

15. (bnr: lîsteya moderatorên tirşikê)* * * *



14.04.2015 23:33 ~23:34 | biruya hayao miyazaki

16. (bnr: ez bedirxan û nazlican)



14.04.2015 23:39 ~23:58 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» moderasyona tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî