Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
moderasyona tirşikê - tirşik
moderasyona tirşikê
(37) (1) (6)
di mijarê de bigere

17. moderasyona ku îroj herkes lê hatiye xezebê..

ez bixwe çi qas ji destê min bê di vî karî de dikim ku bêteref bim lê her tişt ber bi çavên min nakevin. ma em jî însanin wî!

min mijara qantirkê jê bir û xelas..

di meseleya heqeretan de jî endezar jî neheqî kir lê neheqiya ku mele ehmedê nalbendî îro kiribû, di tarixa tirşikê de kes nekiribû, camêr rasterast sixêfan kiribû li hemberî endezarî lewma kirinên wî ji ya endazerî beloqtir bû û cardî xilas..



15.04.2015 23:41 | ferhenga şikestî

18. moderasyona ku divê yoda jî têde hebe, ma gotinên me pere nakin qardaşim! dema camêr destê xwe li maseyê dixe herkes hiş dibe*



15.04.2015 23:44 | ferhenga şikestî

19. ji xelkê alemê re bihareka bi sorgül û rengîn û bi govend û dilane ji min evdalê yoda ra timî tim (bnr: formata tirşikê) ye.



xwedê heye em heqê wî nexwin zûda hisa wî nayê indî navêje formata tirşikê bixweyne her roj di/dû cara bimin dida xwendin.



16.04.2015 14:30 | shorbevan

20. xwediyê yek ji karên herî zehmet yê dinyayê ne. mirov nikare rojek jî were û tenê tirşikê bixwîne û binivîse. herdem gengeşiyek xef an jî veşartî heye ku divê mirov biryarek bistîne di derbarê de.



13.05.2015 21:49 | simurg56

21. piştî rojanekirina 2.6.5'ê ya sîstema nû ya tirşikê, nikarin peyaman sererast bikin(sîstema nû ya tirşikê/68223) lê belêêê tiştekî wiha tune ye. her ku bijkoka sererastkirinê hatibe rakirin jî dîsa moderator dikarin peyaman sererast bikin. kîjan peyamê bixwazin dikarin sererast bikin. heta bi awayekî pir hêsan, dikarin vê yekê bikin. ez nabêjim çawa ye, bila heval simurg bixwe çareser bike*



nîşe: heke ku moderatorek 100000000 lîreyî bide min ez ê jê re bibêjim bê çawa çêdibe*



(bnr: her tişt bûye bazirganî)



18.06.2015 21:45 ~21:49 | mergehez

22. moderasyona ku hema hema qet taybetmendiya beralîkirina mijaran bi kar nînin. ji dêvila peyam li binê mijaran binivîsin, divê rasterast mijarê beralî bikin. heke ku armanc hişyarkirin be dikarin peyamekê ji nivîskar re bişîne.



18.06.2015 22:02 | mergehez

23. hinek jê li pey hêleyan in lê çû çû nema tê. bnr: moderasyona tirşikê/70445



18.06.2015 22:17 | simurg56

24. min berê jî ev problem ji simurg56 re pirs kire lê tu deng jê nehatibû.

berê moderatorên tirşikê dikarîbûn entrya tirşikvanan sererast bikirana lê aniha nikarin bikin ya jê ecêbtir dikarin jê bibin, nikarin sererast bikin..

wek moderatorekî jê rîca dikim ku cardî mafê me bide me, please



15.09.2015 00:20 | ferhenga şikestî

25. (bnr: moderatorên nikarin moderasyon bikin)

problema li jor bi rastî giring e. ma mu nekare hinek xeletiyên biçuk jî rast bikin muyê çi bike.



15.09.2015 00:26 | azadixwaz

26. ya rastî jî ew e, ku divê tu kes nikaribe dest tê werde an may di peyamên yekî dî bike, eger ne li gorî formatê be, an tê de dijûn û heqaretên rasterê hebin ji xwe moderator dikare jê bibe, lê dema tu destê xwe li nav peyamê digerînî, tiştinan jê dikujî an lê zêde dikî, hingî ew peyam dibe ya te nabe ya xweyiyê xwe, şûna sererastkirinê, mirov şaşî û kêmiyên tê de bi peyameke taybet ji xweyê peyamê re bêje û binivîse wê çêtir be, bi vî awayî sîstema feedbackê jî wê di tirşikê de bicih bibe, û herkes wê bikaribe kêmî û xeletiyên xwe bibîne û rast bike..



15.09.2015 00:34 | endazer

27. nikarin peyamên xelkê biguherînin.

bi rojanekirina 2.6.5ê, ev hêza wan hatibû rakirin. vaye ravekirina meseleyê ya wê demê: sîstema nû ya tirşikê/68223



dema di tirşikê de di navbera du nivîskaran de şer derkeve û yek ji van kesan moderator be, heye ku îdîayên weke "fîlan moderatorî peyama min guheriye" derkevin holê û wê demê mirov nikare bizane ka kî berx e kî beran e.

loma ger di peyamekê de problemek mezin hebe, moderator dikarin wê peyamê jê bibin. wê demê peyam ji weşanê tê rakirin lê di arşîva tirşikê de dimîne. ger xwediyê peyamê îtîrazê bike, mirov dikare lê binêre û peyamê vegerîne weşanê.



ger di peyaman de xeletiyên gramerî hebin, wê demê mirov dikare vê xeletiyê ragihîne nivîskar da ku peyama xwe rast bike. bi vî awayî çêtir e ji ber ku dihêle nivîskar şaşiyên xwe bibîne.



15.09.2015 14:56 | simurg56

28. ger meriv destê xwe nede qet deng ji wan dernakeve. qet şaşiya sererast nakin. moderatorno ev çi hal e?

neyse hûn şikr bikin ku ferhenga şikestîheye*



14.11.2015 15:45 | ferhenga şikestî

29. Konseya rêveberinê ya tirşikê ye..

Di peyama jor de neheqî li min hatiye kirin. Ûlan ez heta şaşiyên moderatoran sererast dikim hûn çawa dibêjin birêz mergehez tiştekî nake.

Di şerê li hemberî şaşiyan de tenê mergehez hebû ji xêndî wî tu hêzên din tunebûn...



14.11.2015 17:21 | mergehez

30. moderasyona hetanî min jî tevlî refên xwe neke ewê devê wê jî gû dernê û nuqte.



15.11.2015 12:40 | shorbevan

31. moderasyona ku ez ne şaş bim, ji min xwest ku ez jî tev li wan bibim lê min qebûl nekir.

ez dibêjim ne şaş bim ji ber belkî tiştekî din ji min xwestibe.



15.11.2015 12:48 | dijber

32. meriv ji ber bêhntengiyê çend roj nekeve jixwe qet sererastkirina mijaran nabe xema qûna yekî jî..

(bnr: strana adel ê ya mîna strana ahmet kaya)

aniha ewqas medarator hene, ma qet nakeve hêşê we yekî jî rabe vê mijarê sererast bike?



07.12.2015 13:43 | ferhenga şikestî

33. (bnr: kî enayîyê teye?)

moderasyona eger enayî jêre lazimbin min yekî dîtîye em dikarin bi fikirin..

moderasyona bêhenek çima shorbevan nake moderator ew jî dixwaze sernivîsa bi guherîne û eleqeya peyama bi sernivîsa bibire.. an dixwaze çewtîya bike..



07.12.2015 16:58 ~16:59 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» moderasyona tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî