Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    51 mijar û 86 peyam
    taybetmendiyên bikarhênerên kurd yên li ser facebookê - tirşik
    taybetmendiyên bikarhênerên kurd yên li ser facebookê
    (1) (0) ecêb (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. ez ê di vê nivîsê de tenê behsa bikarhênerên facebookê bikim.. ji ber ku zedetir facebookê bikar tînim, lê wekê navê xwe dizanim ku twitter û înstagram û mecrayên din de jî kêm zêde heman tablo û grafîk heye..

    -kêm kes navê xwe yê di nasnameyê de bikar tîne.. herkes serbest e tabî naveke kurdî ji bo xwe hilbijêre, lê navên wek robîn û janda û nizanim çi jî dema mirov dibîne mirov bivê nevê diniçniçîne..

    -hema bêje hemû nivîskar û stranbêjên kurd yên ji bakurê kurdistanê bi awayeke aktîv vê mîratê bikar tînin (gelo ev mereta tirkan ne ji mîrata me kurdan hatibe dizîn?!) û ya ji hemûyan ecêbtir pirraniya demên xwe di facebookê de dibihurÎnin û ecibandin û şiroveyên beredayî dikin..

    -ji kom û fan û rûpelan pir hez dikin.. her yek xwediyê du sê rûpelan e û wekê ku pêxemberê wê rûpelê bin her gav û seet derdikevin teblîxê.. yanî nas nenas herkesî vedixwînin kom û rûpelên xwe..

    -çi ji devê kê seh kiribin pê îman dikin û wekê ji wan re wehy hatibe bi dest xwe re parve dikin û belav dikin.. yanî gelekî hej derew û dezenformasyonan dikin.. wek nimûne; filankesî derheqê mêraniya kurdan de wiha gotiye, bêvan manken û modêla navdar gotiye ewkê mêrên kurd nizanim çi ye..

    -bikarhênerên mêr yên kurd çi xwende çi nexwende, pirraniya wan doxînsist in û kîrkoçer in.. pusûleya wan bi kîrê wan ve ye.. ji bo bala keçikan bikişînin dikarin qûna xwe biçirînin û hetka xwe bibin..

    -bikarhênerên jin yên kurd hemû kontes û dotmîr in ji xwe û ji xanedana qraliyeta îngîlîstanê ne..



    ..wê dewam bike..



    2013.11.23-02:55 | endazer

    2. - an dê û jin didin ser hev an jî weke berxika mirî ne.

    - hinek jê serê sibê heya êvarê pkk'ê reş dikin, hin jî pkk'Ê dihebînin, yanî perestkarên pkk'ê ne.

    - hinek jê xwe helbestvan û hunermend û nivîskar û nizam çi zanin.

    - hinekî jê xwe xelaskarê kurdistanê zanin.

    - hinek jê jî herwekî li jor jî diyarê kîrê xwe kirine tizbî û di destê xwe de dihejînin

    - hinek jê ay ben kürtçe bilmiyor havasında ne.

    - kêmek ji wan xwedî perspektîf û nêrînên orjînal in kalîteya parvekirinên wan baş e.



    2013.11.23-10:10 | ceso

    3. tişteke ne sosret e. ev taybetmendiyên li jor hatîn gotin yek jî ne taybetmendiya "kurd"an e, ji van kesan li hemu derdora facebookê hene.



    2013.11.23-10:11 | azadixwaz

    4. dizahî .

    erê tişta herî zêde tê kirin ev e. kî çi binivîse 5 dk din belav dibe hemû deran. hinek orijînal bin loo ..



    2013.11.29-01:34 | brusk56

    5. piraniyan wan kîrê xwe kirine tizbî û di destê xwe de dihejînin.



    2013.11.29-23:49 | ceso

    6. feysbûkê, qada mîtingê zen dikin roja ku bûyereke biqewime û tu helbestekî li ser evîniyê parve biki wallehî çû ji te de! qur'ana ku we pê îmana xwe aniye ewê we bikujin*



    2013.12.09-16:53 | ferhenga şikestî

    7. a ecêb ev e ku tu helbestekî bu kurdî parve dikî, ew bi tirkî te reş dike " sabır mîna rehman ecele mîna şeytan"



    2013.12.09-16:56 | ferhenga şikestî

    8. (bnr: kürtsen beğen hewal)

    (bnr: zimanê kurdî şîrîn e)

    û vexwendinên ji bo lîstikên facebookê. lê taybetiyên ku ne tenê aîdê kurdan e, piraniya bikarhênerên facebookê wisa ne.



    2013.12.09-21:59 | simurg56

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.07.15-02:33 | ciwan

    10. bi giştî dema ku li ser sosyal medyayê tiştina dinivîsin, xwe wek serokê/a kurdan dibînin, heta hevoka dawî şîretan li gelê xwe texsîr nakin, maşalla ji ber wan em her û daîm emanet li qenciyê ne, ji ber taybetmendiyên bi vî rengî tê sê hefte hene ku ji sosyal medyayê dûr im, facebook tune ye xem tune ye lê tiştê nêyînî ew e ku ji şîretan bêpar mame, hîn nizanim çawa bikim û çawa bijîm bêyî motto û felsefeyê name*



    2015.07.15-08:31 | ferhenga şikestî

    11. (bnr: çomezên facebookê)

    (bnr: ahmet ve yılmaz'a 99999999999999... beğeni gelecek mi)

    (bnr: kürtsen beğen türksen kafayı sıyır)

    niha di cîda dijmêrên (eynî tişt diçin tên dîsa parve dikin) lê paşê ewê ferq bikin rewşa ku têdane nezanîyek çewaye. ne tenê kurd hemû kesên facebook bikartînin tev wisanin lê dîsa ev jî serkeftineke hêdî hêdî ewê baş bikarbînin.



    2015.07.15-22:00 | shorbevan

    12. Berê rûpelek " fêrbûna zimanê kurdî-Kurmancî " li ser facebookê hebû, ez rêveberê wê rûpelê bûm" min gelek materyala bi keda destê xwe amade dikir û li wir dida parvekirinê, lê dawiyê min dev ji rûpelê berda û bêxwedî ma. îja ya eceb ewe ku ewan materyala ez ser facebookê dibînim ku ji aliyê kesên nas mîna nivîskar û hûnermend û ji aliyê merivên jirêzê tê parvekirin lê wek tu bêje ew bi xwe wan tişta çêkirin, bê çavkanî û quretî parve dikin. tenê kena min pê tê ewqas. bêçavkanî parvekirin jî yek taybetmendiyê wan e.



    2018.01.28-13:02 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hefsar [1]
    navê romana hesenê metê ye ku dixwînim. Ji ser hefsarekî çîro...
    xendekî [2]
    yek ji qedirbilind nivîskarên tirşikê ye. pirî caran nexuya ye lê ...
    keçik çi dixwazin [1]
    xalê min Erich From, Sigmund Freud,Carl Gustav Jung, Rollo May Nisan b...
    keçik çi dixwazin [1]
    pirsa ku wek jineke ez jî bersiva wê nizanim. lê xwestekên herkesî c...
    quzhesin [1]
    peyva ku cara yekem min di pirtûka helîm yûsiv ya bi navê (vbn...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » taybetmendiyên karakterîstîk yên dijberên pkkê
    » bikarhênerên online
    » kurda dikeve pê kurrikeke tirk
    » yên perwerdehiya kurdî dixwazin bila herin quzey êraqê
    » serdema navîn
    » facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî