Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 2 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rêzikên bêhempa yên stranên kurdî
    peyamên çepikkirî

    1. ji koma rewşen, di strana Şevên Baranê;



    ...digerim, digerim, bawer e xwe dixapînim

    vî werîsî ji vê derziyê, bi çi awayi derbaskim?...



    2013.06.13-23:09 | simurg56

    2. ji mehmet atlı, di strana li geliyekî;

    ji helbesta nemir arjen arî;



    ...ar girtiye qurm

    li dorê dileyize

    çi kiribu

    çi bu, gunehê dara berû...

    ...ramusan min veşartin li geliyekî...



    2013.06.14-23:51 | azadixwaz

    9. Eger tu bê, bi canê te dilxweş im

    Ku tu neyî, ji hîcranê dilsoj im

    Were derdê xwe tev berde dilê min

    Yan bimrim, yan bisojim, yan binasim.

    (stûr: baba tahir)



    2013.08.10-01:55 | reşkêşevê

    10. Te ez kalkirim bi ciwanî

    Lê ez xort, bûm tu baş zanî

    Pelê dara min te weşand

    Buhar çû, te payîz anî



    Hêviya min nema di jînê de

    Bê kes mame vê dinê de

    Gula dilê min çilmisî

    Qe şîn nabe ji îro pêde



    Ka tu biner li halê min

    Te çi aniye li serê min

    Birînê zor daye ser min

    Mirin gelek nêzîk bû li min



    Birîn kûre cebar nabe

    Bi dermanan rehet nabe

    Heyfa min tê li wê heyfê

    Ku li mirinê çare nabe



    Gotin: (bnr: ebdulmesîh efrînî)

    Muzîk: (bnr: aram tîkran)



    2013.08.10-02:14 | gabarî

    14. min dixwest ku dilê xwe şa bikim bi hatina te lê tu nehatÎ



    2013.08.11-15:16 | eletewş

    20. ji strana ji min hez bike ya mirady a ku ji gotinên nemir feqiyê teyran hatiye standin:



    destê xwe dêne li ser eniya min

    mîna ku destê te destê min be

    min hembêz bike

    mîna ku tême kuştin

    ji min hez bike



    2013.08.21-21:20 | azadixwaz

    22. lê lê bêmal! tu ne sêv î, sêvê meletyê,sal donzde meh di paşila xwe bigerînim. rokî remezanê sihor û fitara xwe bi te vekim lê lê bêmaaaaaaal! (eyşe şan-bêmal)



    2013.09.13-05:34 | tavgezokî

    24. ''Em pênc kes, ew pênc hezar kes

    Em pênc hezar dil, ew pênc dil

    Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq

    Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?

    Ma ev me çi dihesibînin!..”



    2013.10.13-00:46 | giyanster

    26. Dengê Azadî - Dilê Xemgîn



    Keçkên ku min hezkir

    Hemî niha derew bûn

    Ya pêşîn deh salî bû

    Ez hên zarok bûm

    Lê ewa dawîn çiqas xayin bû

    Hêvyên min jimin dizî jimin dizî û wenda bû



    2013.11.06-00:03 | brusk56

    27. ''birîndar im ez wekê teyrên nav ezmanên kurdistanê''

    û

    ''dihebînim mîna ziyaretê navê sînê''



    (bnr: koma wetan), (bnr: keremê gerdenzerî), (bnr: sînê)



    2013.12.28-04:56 | endazer

    41. min deryay bêreng tu asmanî geş

    -Hanî Muctehîdî, şepol-



    2015.01.12-22:03 | seydayê_peyvan

    42. Lê lê rihê rihê min î tu şirîka emrê min î

    -rojda, lê lê rihê-



    2015.01.12-22:39 | seydayê_peyvan