Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî - tirşik
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî
(26) (1) (3)
di mijarê de bigere

16. gulê kesk û sor û zer e

nîşana alê li ser e

êdî reng spî û gewher e

şêrîn û peymana min î



ay lê gulê gula min î

şêrîna ber dilê min î

ez gul nadim malê dînê

li ser gulê têm kuştinê



12.08.2013 16:05 | mîrzal

17. BILBILÊ DILŞADÎ



Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e



Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye



Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî



Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin



Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar



Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev



Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e , geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der



Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye



Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan



Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.



(bnr: seydayé tîréj)

(bnr: cegerxwîn)

(bnr: şivan perwer)



12.08.2013 22:19 | gabarî

18. ji strana ji min hez bike ya mirady a ku ji gotinên nemir feqiyê teyran hatiye standin:



destê xwe dêne li ser eniya min

mîna ku destê te destê min be

min hembêz bike

mîna ku tême kuştin

ji min hez bike



21.08.2013 21:20 | azadixwaz

19. ji gula sor:



nazenîn

xemrevÎn

xemilîn

pê zemÎn



21.08.2013 21:23 | çukko

20. lê lê bêmal! tu ne sêv î, sêvê meletyê,sal donzde meh di paşila xwe bigerînim. rokî remezanê sihor û fitara xwe bi te vekim lê lê bêmaaaaaaal! (eyşe şan-bêmal)



13.09.2013 05:34 | tavgezokî

21. ciwan haco: hate ber derî



Hate ber derî min lê nenêrî

Lê gava ew çû, min dil daye dû

Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş

Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû



Yara min bang kir, ey bilbilê dîn

Li ser çi digirî, qêrîn û nalîn

Yara te va ye, li ber çava ye

Ev deşt û çiya, tev xweş kir bi bîhn



Bilbil tu d'zanî gelo ez kî me

Tu tim serbest î, lê ez girtî me

Bê lîs û bê hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im cegerxwîn, xortê kurdî me(helbest cegerxwîn)



13.10.2013 00:31 | dîno

22. ''Em pênc kes, ew pênc hezar kes

Em pênc hezar dil, ew pênc dil

Em pênc hezar dilên biheq, ew neheq

Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?

Ma ev me çi dihesibînin!..”



13.10.2013 00:46 | giyanstêr

23. "bigire stêrkê w bikuje nêrî", Heseno wêlî, grup lawje albûma selîqe..



13.10.2013 01:12 | gordereş

24. Dengê Azadî - Dilê Xemgîn



Keçkên ku min hezkir

Hemî niha derew bûn

Ya pêşîn deh salî bû

Ez hên zarok bûm

Lê ewa dawîn çiqas xayin bû

Hêvyên min jimin dizî jimin dizî û wenda bû



06.11.2013 00:03 | brusk56

25. ''birîndar im ez wekê teyrên nav ezmanên kurdistanê''

û

''dihebînim mîna ziyaretê navê sînê''



(bnr: koma wetan), (bnr: keremê gerdenzerî), (bnr: sînê)



28.12.2013 04:56 | endazer

26. ger ez bimirim ger bêm kuştin

hûn li gulê hûn bipirsin

daxwaze wê hûn pêk bînin

heyfa gulê hûn helînin



29.12.2013 21:19 | ferhenga şikestî

27. gava çavê min pê ket

şûşa dilê min eşa

(bnr: koçerê)



29.12.2013 21:50 | kevçiyê dil

28. bila tûrê parsê li mil be

lê bila dilê rezîl bi dil be...



29.12.2013 22:27 | oxir

29. sînan qurban ez dibejim ez pîr dibim lo lo lo

dil pîr nabe lo lo lo dil pîr nabe lo lo



29.12.2013 22:40 | ceso

30. sîng û berê kewgozelê elegez e,

vê biharê wê xemiliye rez bi rez e.



memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,

xalêd sûret mîna konê kurmancî ne.



guliyên yarê mîna cewên derbiharê,

hev girtine, fitil fitil têne xwarê.



ezî li ser kawkubarê bengiyê xefûr,

min da destan û lîlandin sîmên tembûr.



min got: - yarê, tembûr di destê min de heliya,

were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan.



got: - beytûyo, por û guliyên min qumaş in,

yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in.



sîng û berê min zozan e, ez çavreş im,

ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im.



got berzeqê û bi awir li min nihêrî,

awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî.



cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn,

saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn.



mêrg û geliyên elegezê girtin dûman,

niza’m ji çi re gelo bihar bû zivista



fêrikê ûsiv



30.12.2013 14:01 | gulan

31. ''...ez gul nadim malê dinê/ li ser gulê têm kuştinê...'' ay lê gulê- helbest: cegerxwîn, muzîk: mihemed şêxo



31.08.2014 23:37 | serpale

32. "…jina çû daîma dibe qismetê mêrê kotîn e, weree têêêêlî"

(bnr: huseynê farî) - (bnr: têlî)



01.09.2014 09:45 | xendekî

33. "…kuro ma min ji te re negot, mere nêçîrê, nêçîr guneh e..."

(bnr: şakiro)

"bila ezraîl nê ser ruhê min,

lazimî nema, yarê ez kuştim"

(bnr: seyda perînçek)



01.09.2014 09:48 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzikên bêhempa yên stranên kurdî
» yên ji kul û derdan mirine
» stranên ku ji fîlma xwe zêdetir navdar dibin
» kurdîgeh.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî