Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
govend - tirşik
govend
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lêystikÊ ku jê ra rind tekrar û mesruf pêwîste.



qardaşım ha qardaşım, ez heta zankoyê li oda xwe bum, ders dixebitîm, diçum dersxaneyan û qul û derdên din... hevalê min tev bune meşhur govençîyê gund, ez reben hê nikarim li türkü barek ji govend bileyzim.



dazwazîyekem ji we hevalên hêja, werin, bi destê birayê xwe bigrin, wî ji vî şermezarîyê xelas bikin. wax. waaax.



her ki ji min ra govend hîn ke, ezê 40 salan bibim xulamê wî.



23.11.2013 22:54 | xurufi

2. ji kurdan re çi qedexe bikî, kurd denGê xwe dernaxin. lê govendê qedexe bikî şoreşê bibe.



03.12.2013 17:47 | nazim tolhildan

3. WERiN HEVALNO EM GOVENDÊ em govendekê girêdin.



18.06.2014 19:20 | temomîrxel

4. di videoyeke de xalê me yê Slavoj Žižek li ser lêystikên discoyê mealen digot ez tênagêhim bê meriv çi ji hejandin a cendeke xwe fahm dike, ez nikarim tahayyûlê xwe tê lêyistineke de bikim".

ez jî wusa me, nikarim armanca dansên disco ye fahm bikim; ev çalaki bi xwe ji min zahf zahf dûre. lêbelê gava dibînim ku çend heval dest govendê dikin, seba ku nizanim bi reqisim, li cîhê xwe de difetisim, dixwazim carekêde xwe bigêhinim wan.

divê zûzika de reqqasê govendê bielimim.



16.09.2014 19:01 | ervah.azad

5. Ne dans e.dans bi dû kesî tê lîstin.gowend kûrd e, kurdistan e,, kul û birîn e.eşk û evîn e.biriîn û êşa hezar salaye.



15.01.2015 14:37 | tirşikçi

6. (bnr: dîlan)

"bav bimre, bira bimre, mêr bimre ez nakim terka dîlanê"



25.01.2015 09:23 | xendekî

7. (bnr: govend tv)



15.04.2015 12:54 | gêjê

8. li gorî keça kurd etîmolojiya peyvê;



Mamosta tenê nivîsiye ku peyva govend wêneyekî dî yê kowend e (ko+wend). Ez li ferhenga henbane borîne jî geriham, min peyva kowend nedît.. Mamosta divîbû peyva govend bide naskirin û paşê jî ya kowend. Di bara vê peyvê de, ya ku ez weke dîlan reqs û helperkê nasdikim, bi vî rengê xwarê ez raya xwe didim: ez bîr li du wateyan dikim.

1. Ev peyv ji van du bêjeyan(go+vend) drust bûye. Bi wateya ku bi rengê rêzebendeke gurover destên hev digirin û dîlan dikin., ji ber ku bêjeya(go)wateya guroverî dide Vêce navê govend nedûre ku gobend be. Ji ber ku di zimanê me de, tîpên(v,b,w) cihê hev digirin.

2. Ev Govend bixwe kombûna ji bo xwendina awaz û stranan e. Vêce nedûre ku ev peyv, ji van du bêjeyan(go+vend), ango gobend, bi wateya gotin û bendên stranan hatibe pê.



15.04.2015 12:58 | endazer

9. gava seid gabarî imad selim û koma melek û van tembûrvanê farqînê jî em heqê wan ne xwin belki dibe wanjî ditibe govendê werhasil gava lî tembûrê dixin meriv şartêl davê meriv xwe nagire û xwe hinda dike hima meriv di di lerize û di pirpite a ji wîre tê gotin goven û dilan.



15.04.2015 13:12 | shorbevan

10. Gelo ji govendekê dersa sosyolojiyê û malkambaxiya me kurdan derdikeve? Helbet û beguman derdikeve. Rûyê min ji we reş ev çend roj berê li antalyayê bûm, li navenda wê meydanek navdar heye. Berêvar e û ez li meydanê benda hevalê xwe me li ser bankekê rûniştî me. Min seh kir dengek tê û mîna stranek kurmancî ye. Her ku ez nêz bûm bi vê fikra xwe qehîmtir bûm. Çi bibînim li ber hoparlorekê çend xort û keçên kurd hevûdin girtine û govendê digerînin. Her ku çû govend mezintir bû. Em di govendê de ne û hev dipirsin jî. Xwiya bû hema hemû karkerê înşeatê bûn. Cizîrî, şemzînanî, colemêrgî, amedî... Hemû hev li hev kom bûne. Bi xalek cizîrî re jî em axivîn gazincek di cih de kir, her di kerika gohê min de ma. Li ber xwe ketim, ber me ketim. Got "xwarzê em li welatê dûr hevû din xweş dibînin, kêf û seyranan dikin. Lê nizam çima li welatê xwe em ewqas ji hev hez nakin û dûr dikevin!"



14.09.2022 01:24 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» govend

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî