Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 41 peyam
mem û zîn / welat - tirşik
mem û zîn / welat
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. albûma hîvron e ku gotinên hemû stranên vê albûmê de aîdê ehmedê xanî ne û hemû mûzîk jî aîdê nusret imir in.



23.11.2013 23:39 | simurg56

2. albûma ku heta niha min jê tenê strana "nivisvanê felekê" guhdar kiriye Û min ecibandiye.

inşallah stranên din ên stranê jî wisa be .



24.11.2013 01:51 | brusk56

3. albûma ku nisret îmîr bi telafûza xwe ya çewt û çelexwehrî kutaye diya beytên nestêle yên ehmedê xanî de.. mirov berî ku here ber derî û dergehê parsekekî jî bi du sê dengan dengê xwe akort dike, axaftina xwe kontrol dike, evî camêrî jî muhtemelen pêşiyê çend note li hev anîne û paşê rasterê kitêba tiberik mem û zîn vekiriye û beyta dilê wî lê rûniştî hema wê gavê û wê seetê xwendiye û qeyd kiriye..

di strana xwe ya bi navê hebhinarkê de jî bi qasê barê kerekî şaşiyên bilêvkirinê hebûn, me got cara pêşÎn e normal e lê di vê albûmê de stranên ku tê de şaşiyên dîksiyon û telafûzê tune nîn in.. û rîtm û mûzîka ji bo helbestan hatîn danan jî gelekî klîşê ne..

çêkirina albûmeke wihareng fikreke têra xwe orijînal e lê xalê nisret ev fikra nestêle edem kiriye û herimandiye.. xwezî biçekî din sebr kişandibûya, li ser beyt û hebestan zêdetir şixulîbûya û albûm biçekî din bi hêviya dem û dewranê ve hêliştibûya, bi vî halê xwe albûm zêde xav û negihiştiye..



24.11.2013 02:05 | endazer

4. a rastî gava mariv godarî dike ji guhê mariv re xweş tê ji ber ku dengê nisretî dengekî ecêb e û di nava stranbêjên kurdan de nû ye mariv bala xwe dide lê ev tişt heta kêngî be? ji cihekî şûn de mariv dê eciz bibe albûm ne serketî ye. ji ber ku ristên Ehmedê xanî ye gotin pirr baş in lê bi mûzikê nekariya baş bifesilîne muzîk têk çû ye hama bibêje hemû awazên stranan dişibin hevudu cudahiyekî pirr biçuk heye ewqas dîsa jî ji ber ristên ehmedê xanî hêjayî godarîkirinê ye



10.12.2013 17:36 | ferhenga şikestî

5. berî niha sê salan, min rexneyên tund û tûj û bêeman û îman lê girtine, nisretekem, rexneyên min ên li ser bilêvkirina te hê jî baqî ne, lê baş e ku te ev albûm çêkiriye. stranên ''mem'', ''zîn'' û ''ji dil'' di playlîstê de ev çend roj in cih nadin tu straneke din, min hemû ji ber kirin.



17.08.2016 01:13 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» memento
» zîna zêdan
» welatino! bi fransî biaxivin

Kategoriyên mijarê:: muzik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî