Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    di folklora kurdî de tiştên ku ji bo teswîra memikan hatine bikaranîn - tirşik
    di folklora kurdî de tiştên ku ji bo teswîra memikan hatine bikaranîn
    (3) (0) ecêb (0) (17)
    di mijarê de bigere

    1. gelek in, yên vê gavê tên bîra min, sêvên meletiyê, xurmeyên nizam kîjan herêmê, sêvkokên tirş, hirmî.. penîrê terr jî heye lê mixabin ew nakeve di kategoriya fêkiyan de..



    2013.11.24-00:44 | endazer

    2. Werin sêva! Werin sêva! Kurd zehf ji memikan hez dikin. Jixwe di klamên ku ji hêla dengbêjên jin ve hatine afirandin de pêşkêşkirina zer-memikan gellek meşhûr e.



    2013.11.24-00:50 | ceso

    3. (bnr: ruşweta hekîmo memik in)



    2013.11.25-07:03 | ceso

    4. birinc û pirteqan jî di nava vê kategorîyê de ye.



    2014.01.22-13:43 | pepulekan

    5. ji strana çi çem e,, ku pêşiyê koma dengê êzîdxan (Xidir Feqîr / Tehsîn Xidir) gotibû û pê re jî mikail aslan di albûma xwe ya vê taliyê ya bi navê xoza de gotibû..



    yeka li gundê me, memik-kiçkokê

    yeka li gundê me, memik-hejîrê

    yeka li gundê me, memik-fîncanê

    yeka li gundê me, memik- hinarê



    2014.02.08-07:00 | endazer

    6. -serê MemIkan derzî ne-



    JI straneke MIradê KINê



    2014.10.22-00:13 | seydayê_peyvan

    7. -Nava sîngê keçIkê weke cada duhokê-



    JI strana Ednan dIlxwaz



    2014.10.22-00:14 | seydayê_peyvan

    8. nava her du memikan kaniya heyatÊ tÊde ye.



    ji strana Îmad selÎm.



    2014.10.22-07:42 | malmirato


    10. xêra xwedê ye!*



    (bnr: sê sê)

    (bnr: ciwan haco)



    2014.10.23-20:05 | xwelî li ser

    11. ji strana gozel ya nizamettin ariç;



    "sîng û berê kewgozelê elegez e,

    vê biharê wê xemiliye rez bi rez e:



    memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,

    xalêd sûret mîna konê kurmancî ne."



    2015.05.03-20:39 | simurg56

    12. cîran té ü té ji Mérdîné

    Cohté memika dihejîné

    Ew kî kore cîran navé

    eré cîran bexté te me ...



    2015.05.03-21:23 | hozan serhad

    13. memikê kînê sêva tirşe lawik dixwe pê di vereşe

    memikê kîne sêva kehle lawik dixwe pê di nale



    wek xiyarê kurbeytê min keşarte bi seran ser

    wek penêrê koçera min hişk givaşte av jê der



    kezizerê lewendê sing doşek baliv zend



    hemû peyvên stranên seid gabarî gohdarî bikin wî keşif bikin tişkî wisa xweş tine rihma xwedê lê û mirîyê hazira be Mihemed arîf cîzrawî digot kesê gohdarîya van miqama dike mirin jêr tine rastî jî piçek wisaye meriv pîr nave niha ez heftê salime xuya dikim çarde.



    2015.05.03-21:45 [guhertin:2015.05.03 21:47]| shorbevan

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.05.03-21:56 | elegez

    15. ...

    Sîngê meymokê lê sêvikuka tirş e

    ...

    Sîngê meymokê lê sêvikuka tal e



    2016.03.30-04:21 | xwelî li ser

    16. "serê memikên wê xweş in

    binê wan deqdeqî ne

    xweştir e ji sêv û hirmiyan

    hewar e gidiyê sînemê"



    mirado (pisporê memikan)



    2016.03.30-12:56 | terkexem

    17. "bes bişarîne bêbextê

    vî dilê ketiye binxetê

    an helalke cotpêsîrên têrtiam

    an bikuje da rizgar be j'vî derdê"



    ji (bnr: berken bereh)



    2016.03.30-18:44 [guhertin:2016.03.30 18:44]| simurg56

    18. memik qîr

    memik sêv (ev teswîra nebe nabe )

    memik şekir....



    2016.03.30-18:53 | sergijik

    19. wey loo çawa kes nenivîsandiye?



    (bnr: şemamok) (bnr: şemamê)



    2016.03.30-19:59 | kurê xelkê

    20. Şêrînê memik kebabê! *
    (bnr: ziravê ziravê)
    (bnr: miradê kinê)



    2016.12.29-19:35 | xwelî li ser

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    flamenko [2]
    muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
    navê hespên navdar [3]
    Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
    civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
    civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
    beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
    duyemdest [1]
    peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » folklora kurdan
    » kurdistan a başûr
    » tiştên ku dema amed tê gotin tê bîra mirov
    » teswîra şakiro bo jinan
    » bikaranîna nav û paşnavên bedbîn yên hunermendên kurd

    Kategoriyên mijarê:: anket cand ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî