Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
misircê - tirşik
misircê
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Navçeyeke sêrtê ye ku bi tirkî navê wê kurtalan e.



24.11.2013 14:43 | oxir

2. Navçe ya ku piştî 14 sala bdp şaredarîya wê winda kir ù ket destê akp ê.



01.04.2014 17:26 | birho_fîlo

3. navçeya ku ez li gundeke wê hatime dinê.



dema ku yek behsa hilbijartinan dike ji ber ku lê akpê bi ser ket û şaredariyê bi dest xist demildest ev der tê bîra min. .

bi rastî min ji nejat yilmaz ê ku şaredarê berê bÛ Û careke din wek namzet hatibû nîşandan hez nedikir. di hilbijartina herêmkî ya sala 2009-an de malpereke min hebû li ser nûçeyên sêrtê ku li sêrtê malpera ku herî zêde dihat şopandin bû. min Û koma malperê wê salê li ser namzetiya wî muxalefeteke dijwar dikir. çimkî mêro yeke nezan bû qewlî hinekan gotî ne xwendin ne jî nivîsandinê dizanibû bi ser de jî tirkiya wî gelekî qels bû dev ji hemûyan berde bi meziniya eşîra xwe gefan li partiyê dixwar û digo "heke ez nebim namzet ezê û eşîra xwe dengên xwe nedin partiyê" . neyse çi bû nebû ew bû namzet, me jî weke filehan serê xwe tewand û me go serseran û serçavan. li wê hilbijartinê rêjeya dengên dtpê kêm bûbûn lê belê ji ber ku namzetê saadetêtê xurt bû û gellek deng standin nejat yilmazî şaredariyê qezenç kir. lê li ecêba xwedê binêrin efendî bi xizmeta xwe ez şaşo maşo kirim camêr bi rastî jî nedigo şev nedigo roj dixebitî û serkeftî bû jî. piştî hilbijartinan min malpera xwe girt û çûme eskeriya virko ji loma haya min ji misircê çênebû lê bi qasê ku min ji derdora xwe sehkirî camêr carekê ji doza kckê hatiye girtin û pişt re jî destê xwe ji xizmetê kişandiye. murat ceylan ê ku berî wî şaredariyê dikir jî 2 salan xizmetê kiribû û paşê qezayeke trafîkî hatibû serî û wî jî piştî qezayê dev ji xizmetê berdabû . ev bûyer tesadufî ne an qedera misircê ye an jî lîstikên romê ne nizanim lê belê hê jî bawer nakim ku akpê misircê standibe.



tiştê jê jî ecêbtir ew e ku li hilbijartina 2009-an li navçe û bajarên ku cînarên misircê ne tenê sêrtê ji aliyê partiyê ve hatibû standin lê li vê hilbijartinê derdora misircê bi tevahî -zoqeydê ya ku wek bajaroka şêxan dihat nasîn jî tê de- kete destê bdpê lê çi heyf misircê kete destê nemerdan.



22.04.2014 00:33 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» misircê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî