Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    kafiristanî - tirşik
    kafiristanî
    (3) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. dereke wisa ye ku li wir her cûre tiştên nebaş diqewimin.



    mînak:

    -yaw sê zilamên wek dêw ew girtine û nava sûkê de wer lê dane ku anîne ber mirinê

    -ma kafiristanî ye? kesî alîkarî nekiriye?



    an jî

    -kîloya zebeş bi çiqasê ye?

    -milyon û nîv

    -ma kafiristanî ye? ev çi giranbûhayî ye malmîrat?



    2013.06.14-17:21 | simurg56

    2. welatek bi navê kafiristanê heye ku dikeve di nav sînorên afxanîstan, pakîstan û tacîkîstanê de.. ji xelkê ku li ser axa vî welatî dijîn re dibêjin kalaş jî.. li gorî tez û teoriyekî ev qewm ji nevî û nevîçîçirkên eskerên Îskenderê Mezin peyda bûye û gihiştiye heta îro.. beşek ji vî xelkî yê nêzî afxanîstanê çûne ser dînê îslamê û ji ber hindê êdî ji bo vî welatî dibêjîn nûristan jî.. piraniya mirovên li ser erd û axa vî welatî dijîn zerî an ten-vekirî ne û çavên wan jî ji çavên xelkên cîran û derûdora xwe cudatir rengo rengo ne..



    ji bo bêtir agahî:

    http://en.wikipedia.org/wiki/Kafiristan

    https://www.facebook.com/pages/Kafiristan/50644625052

    http://wesago.blogspot.com/2012/04/leadership-is-acting-like-you-know.html

    http://en.wikipedia.org/wiki/Nurestan_Province



    2013.06.14-18:12 | endazer

    3. DAYIK Û BAVÊ MIN JI BO GUNDÊ XWE "BERÊ GUNDÊ ME JÎ YÊN KAFIRÎSTANIYA BÛ" EV BÊJE JI BO WATEYA "WELATÊ XIRÎSTIYANAN*" TÊ BIKARANÎN. LÊ WEKÎ PEYAMA EWIL JÎ NIVÎSANDÎ YE, MIROVAN PIR CARAN LI HEMBERÎ TIŞTÊN NEBAŞ/BUHA/HWD. BI WEK PEYVÊ "ma kafiristanî ye?" ŞAŞBÛN Û ECÊBMABÛNA XWE NÎŞAN DIDE.



    2013.10.12-16:01 | biruya hayao miyazaki

    4. dema zilm li hineka bibe tişkî ne baş bibe vê peyvê bikartînin kurdên misilman lê niha edî ne wisaye welatê kafira ji welatê misilmana çêtirbûye û pêşketîne edî gere misilmanîstanî be

    wateye vê peyvê ;

    wekî kesên ku li kafirîstanê /dewleta kafira.

    qey em li dewleta kafirane



    2015.07.02-17:54 | shorbevan

    5. (bnr: ma kafirstanî ye)



    2015.07.03-13:07 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    endazer [3]
    (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) (vbnr: tülay ne olur geri dön...
    gulêê [1]
    YouTubera gelekî acemî * her çiqas meseleya xwe îfşakirinê gelek cara...
    gîska gerok [1]
    gotina ku diya min a dilzîz her tim ji bo min dibêje. Di destpêkê de...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kafiristanî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî