Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mijara bêmijaran
peyamên çepikkirî

21599. mijar pir in û min plana xwe dikir ku ez nivîsekê tirrtirre binivîsim lê birano! xwişkino! xwelîserno! ez bêhêvî me.

berî 6 an 7 salan min digot ez ê tiştekî wek tirşikê çêkim û va ez dibêjim baş e ku min çênekir. ez bi rastî û heger dev ji dijberiyê berdim ji ked û xebata we ciwanan dilxweş im. ji gelek hewldanên hemû kesên kurdîhez û kurdistanî bextewar im lê rastiyek heye ku merc ji me xurttir in. em dê ticarî nikaribin bi ser kevin.

sedem çi ne! pir in û ez yekê jî ji wan nabêjim ji ber ne pêwîst e eger çareya wan tune be.

dizanim zilamekî wekî min ku li ber mirinê ye û evqasî dilê we bişkîne ne baş e.

dev ji xebata xwe bernedin lê pir dijwar e! pir zehmet e! hêvîdar im hûn hemû serkevtî û bextewar bin.



09.06.2013 07:28 | brusk56