Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    54 mijar û 90 peyam
    ismail beşikçi - tirşik
    ismail beşikçi
    (22) (1) ecêb (1) (19)
    di mijarê de bigere

    1. kesê ku mirov pê diheyire bê ka çima jiyana xwe ji bo kurdan feda kir tew digel ku tirk e jî. yanî bi kurt û kurmancî merivekî xwedî rûmet û şeref e. tim rastiyê gotiye û zîndan bi zîndan geriyaye. ji piraniya kurdan kurdperwertir e û hetta ji bo gotinên siyasetmedarên bdpê û pkkê, yên ku bi rengê "em bi tirkan re jiyaneke hevbeş dixwaz in" gellek qehirî bû û pê de çi bû, gotibû, eger piştî ewçend zilm û tehdê kurd hêjî bi tirkan re jiyana hevbeş bixwazin nexwe mesela xwe qet fehm nekirine. yanî xalê me beşîkçî dibêje law biqetin biqetin biqetin... heya hun veqetîne nexwazin tirk jiyana hevbeş naxwazin.



    2013.11.26-11:01 | ceso

    2. mamostê ye zer ,nezîkê 20 sala di zîndana de derbaskiriyê ji bo doza gelê kurd



    2013.11.26-21:59 | newenda

    3. li ser ger û geşta xwe ya dêrsimê nivîsek dûr û dirêj nivîsandiye..

    ya rast êdî dema navê dêrsimê bi ber guhê min dikeve dilê li hev dikeve, lê dema min nav û îmzeya mamoste îsmaîl beşÎkçî di binê nivîsê de dît min xwe negirt û ji serî heta binî min nivîs xitim kir..

    min niha li tarîxa derçûna nivîsê nêrî 6 meh berî niha ye..

    neyse her nivîseka îsmaîl beşÎkçî ya li ser meseleya kurd aktûel e ji xwe..

    kerem kin ji vir bixwînin: http://www.kurdistan-post.eu/tr/toplum/dersim-seyahati-ismail-besikci



    2013.12.06-20:51 | endazer

    4. ji roja ku dest bi nivîsê kiriye û heta aniha tu car paşve gav neavêtiye pêncî sal berê çi gotibe niha jî heman tişt dibêje. nizanim ev pêvajo ye, nizanim ev konjoktur e, nizanim ev polîtika ye, ev quzzulqurt e.. hwd qet gûh nade ew bixwe jî her tim bi lêv dike ''ez rêbaza zanîstiyê bi kar tînim'' di tu gotinê wî de, tu tevgerê wî de, tu kirinên wî de nakokî tune ye. ez pirr diheyirim Xwedê jê re sebr û dilpakî û dirustiya pêxemberan dayiye. di vê gulanê de hatibû pêşangeha pirtûkan ya amedê ez çûm min ew dît û min pirtûkekî wî da imzekirin yaw mariv hîn ewqas diltenik û kubar dibe hew dibe. du roj ji ser sibê heya êvarê ji hezar heb pirtûkê re îmze da avêtin, digel vê temenê xwe dîsa jî qet xwe eciz nekir.. kitabên wî ji aliyê ÎBV ve ji nû ve hatin çapkirin ez ne xelet bim 16 heb çap bibûn 20 heb jî li ber redaksiyon û çapê ne..

    di Kurdistana bakur de yekem car di dadgehê de parastina bi zimanê zikmakî ji aliyê Mehdî Zana ve pêk hatiye ew jî ji xêra ismail beşikçi dibe. ismail beşikçi zorê dide û ji wan re dibêje hûn Kurd in û divê hûn xwe bi zimanê xwe biparêzin Mehdî Zana jî gûh dide şîreta wî. nirxandin û analîzên wî rasteqîn in, dem bi dem pêk tên aqubet li ser azadiya Kurdistanê bibe û Xwedê temenekî dirêj jê re bide..



    2013.12.06-21:34 | ferhenga şikestî

    5. rûyê spî yê akademiya û sosoyolojî û ÎntelÎjansiyayê..

    di nivîsa xwe ya vê taliyê de ku min di malpera ilkehaber.comê de xwend, behsa çend xalên ji rojeva kurdistanê dike, dibêje;

    di konferansa yekîtî û çareseriya bakurê kurdistanê de ciwanek ji gundê robosikê jî beşdar bibû û axaftina xwe bi tirkî kir, ez gelekî li ber vê yekê ketim, dibêje xortê ehlê robosikê di axaftina xwe de gotiye me tezmÎnata ku dewletê ji me re şandiye, qebûl nekiriye, lê ya rast ji xwe bi vê axaftina xwe ya bi tirkî eger bi zor û kotekê be jî hemû tiştên ku heta niha dewletê dayiye wan, qebûl kiriye û bi ser milê xwe re jî biriye.. dibêje dema ku kurdek bi tirkî diştexile dewlet hema nabe ji keyfa dîn nabe, çimkî dema tu tirkî diştexilî, zarokên te jî dê b tirkî biştexilîn ji xwe neviyên te dê bi kurdîtiya xwe jî nezanibin..

    axirê meseleyê tîne ser eşîra goyiyan ku gundê roboskê jî gundeke goyî ye, dibêje mele mistefa barzanî dema ku dixwest li dijî serokdewletê îraqê ebdulkerîm qasim şer û têkoşîna çekdarî bide destpêkirin, ji barzanê dikeve ser rê gund bi gund digere û tê heta zaxo lê zêde kes xwe piştgiriyê nadiye, ew jî dema ku dibîne xelk ne amade ye dixwaze vê fikra xwe taloq bike, lê birrek ji hevalên wÎ yên goyî xwe davêjin pêş û jê re dibêjini, tu destpê bike, em ê heta hetayê li pişt te bin.. axirê bi hevkarî û piştgiriya goyiyan jî di sala 1962an de şoreşa îlonê destpê dike, heta ku kurdistan ji bin zilm Û setema rejîma beas tê xilaskirin..

    dîsa dibêje birrek ji gundên goyiyan eger ji neçarî û bêgavî qoricîtî qebûl kiribin jî fikra wan û meyla wan her li ser kurdayetiyê bû û saya serê têkiliyê wan yên ticarî yên bi xizm û lêzimên wan yên li başûrê kurdistanê tu carî ji hest û fikriyeta kurdistanê qut nebûn, heta niha jî bi çand û urf û edeta kurdayetiyê ve radibin û rûdinin û bi zimanê kurdî diştexilin..

    paşê meseleyê tîne ser beyanên sabahat tuncelê yên vê taliyê û dibêje sabahat xanimê gotiye ez jin, elewî û sosyalîst im, lê bi dengên kurdan hatiye hilbijartin û ji hebsê derketiye û ketiye di meclîsê de.. dibêje sabahat xanimê gotiye pirsgirêka kurd ya etnîkî çareser bûye tenê maye mafên civakî yên kollektîv.. lê dema mirov dinêre, hê jî walî Û qeymeqam û rêveberên din yên kurdistanê îrade dikin ne kurd in, kurd nikarin di mekteban de bi zimanê xwe dersê bixwînin, hê jî gelek siyastmedar û şaredarên kurd bi eger siyaseta kurdayetiyê di hebsê de ne..

    paşê behsa rêzenivîsa rojnameya aydınlıkê ya bi navê imralı'daki apo diyor ki yanî apoyê de di îmraliyê de girtî dibêje ku, dike Û dibêje di vê rêzenivîsê de îthamên giran li hemberî apo tên kirin lê hê jî ne ji nav padê Û ne jî ji nav pkk kesekî tu bersivek nedaye ji bo vab îdîa û îthamên rojnameyê..



    temamê nivîsê: http://www.ilkehaber.com/yazi/robosk-goyler-9466.htm



    2014.01.03-00:16 | endazer

    6. (bnr: weqfa îsmail beşîkçî)



    2014.01.03-15:15 | diljan

    7. mirovê zanistê yê ku ji aliyê ferda Çetin ve hatiye rexnekirin û bersivek jê re hatiye dayîn:

    http://www.firatnews.biz/news/guncel/ismail-besikci-siyasete-giriyor-ferda-cetin.htm



    lê mixabin ne bersivek têr û tije ye. berî her tiştî çetin her çiqas çavkaniyên beşikçî weke çavkaniyên beredayî û pênebawer bide nîşandan jî, mixabin nabêje "tiştên ku li wir hatine nivîsandina ne rast in"

    jixwe ya ku beşikçi dipirse jî ev e: gelo yên ku li Aydınlık Gazetesi hatine nivîsandin, rast in an ne? ger ne rast bin, çima tu kes ji rêxistinê, nabêje ev tişt derew in. çetin jî vê yekê înkar nake lê dizane henekê xwe bi çavkaniyên beşikçî bike.

    ya seyr ew e ku nivîsa xwe de çetin, gotineke weke sözde İmralı tutanakları bi kar tîne. lê ev gotineke şêlo ye, diviyabû bi awayeke net înakra îdîayan bikira.



    gotineke din ya çetin ew ku bala min kişand: Beşikçi, KCK’nin Kürt yöneticilerine, bir Türk aydını olarak nasıl durulması gerektiğini de emrediyor

    gelek rêvebirên kck bi kurdî nizanin û dewleteke kurdî jî naparêzin, lê ji aliyê çetin ve weke kürt yönetici tên binavkirin. ji aliyê din ve beşikçi jî tirk e, loma tirkî nizane lê dewleteke kurdî û bikaranîna zimanê kurdî diparêze lê ji aliyê çetin ve weke türk aydını tê binavkirin.

    di vir de dixwazim vê bêjim: rêvebirên tirk yên kckê yên ku kurdî nizanin û ji wan re ne derd e jî, çiqas kurd bin; beşikçi jî herî herî kêm du qatê wê kurd e.



    2014.01.05-16:05 | simurg56

    8. mirovekî gelek hêja ye. fikrên ku tîne ziman jî gelek hêja ye di çavê min de. rexneyên rast û di cî de li pkk û bdpê dike.

    lê bi rastî jî weke ferda çetin di nivîsa xwe de gotî, çawa bi çavkaniyên weke "aydinlik" diaxive fêm nakim. tu mirovekî ev qas hêja û xwediyê siyanet, çawa bi nivîsên ev qas beredayî derdikevî hemberê vî gelî fêm nakim.

    tiştek din jî heye. dema kesên wek îsmaîl beşîkçî bi rexneyên giran(li gor hinekan heqeret û dijûn), di derbarê pkk û abdullah ocalan de diaxivin tiştek nabe, lê dema yek rabe û bersiva wan rexneyan bide, heçko bi çek êriş li îsmaîl beşîkçî kiribe, bertek lê tê nîşandan. yaw temam rexne bikin me tiştek negotiye lê bersiva rexneyan jî tiştek normal e. yanê îsmaîl beşîkçî îdîayîn ku dibêje abdullah ocalan xizmetkarê dewleta tirk e tîne ziman. ê wê elbet yekî derkeve û bêje îsmaîl beşîkçî jî xizmetkarê dewletê ye. herdû alî jî divê ên din qebûl bike.



    2014.01.06-00:06 | brusk56

    9. wisa dixwiye ku hêjarê şamîl û hinek kesên din li ser beşîkçî şerê seyemîne cîhanê bidin destpêkirin.



    2014.01.06-17:28 | newenda

    10. Helbestek li ser Îsmaîl Beşîkçî



    Darekê got

    Em niha nikarin

    Navê te li cadeke Diyarbekir kin

    Kulîlkekê got

    Em niha nikarin

    Navê te li baxçekî nav Qamişlo kin

    Kevirekî got

    Em niha nikarin

    Peykerekî li ser sînga Babagurgur

    Ji bo te çêkin

    Şiîrek got

    Em niha nikarin

    Navê te li kutubxaneyeke Sablax kin

    Dawî Kurdistan got:

    Ewê em niha karin bikin

    Tenê ev e ku

    Wek gul û şiîr û azadî

    Te di canê xwe de hilgirin



    Şêrko bêkes



    2014.03.28-22:39 | xwelî li ser

    11. sosyologeke tirk û xemxwareke kurd e.. vê taliyê hevpeyvînek daye şaxa tirkî ya kanala bbcyê û tê de bi kurt û kurmancÎ wiha gotiye;

    - sÎstema navneteweyî sîstemeke dijî kurd e, navê pirsgirêkê ne pirsgirêka kurd lê pirsgirêka kurdistanê ye û pirsgirêka kurdistanê jî pirsgirêkeka axê û ya sînoran e û ev pirsgirêk cara di sala 1920an de piştî ku dewletên endamê cemiyeta miletan di nav xwe de kurdistan parçe parçe kirin û rê li ber serxwebûna kurdistanê girtin, destpê kir..

    - îro çend dewletên endamê yekîtiya ewropayê yên wekê Luksemburg, Malta, qibris nûfosa wan ne nîv milyon e jî lê dewleteka serbixwe ya kurdên ku nûfosa wan hema bêje ji çil milyonî zêdetir e nîne..

    - îro kurd bi vê nûfosa xwe ya mezin nikarin tevlî olÎmiyatan bibin lê dewletên wekê Tavalu, Vanuatu ku nûfosa wan 10-15 hezar tê heye ya nîne tevlî dibin..

    - cara ewil sala 2003an piştî ku amerîkayê êrîş bir ser îraqê ablûka û ambargoya dewletnebûnê ya li ser kurdan şikest û kurdên li vî parçeyî karîn li ser axa xwe statûyekî bi dest xwe ve bînin, lê hê jî temamê axa kurdistanê ya li vî parçeyî neketiye di bin banê evê statûyê de.. ev statûya li başûrê kurdistanê beloq û berbiçav bûyî bivê nevê wê li ser beşên dî yên kurdistanê jî kartê bike..

    - projeya xweseriya demokratîk ya pkk/bdp pûç û bêbingeh e û kurd divê herî kêm federasyonê bixwazin û sînorên kurdistanê bikişînin, û dev ji îdîayên wekê em ê tirkiyeyê demokratîk bikin berdin, ka we dîtiye ku erebeke filistînî gotiye em ê îsraîlê demokratîk bikin an wîetnamiyan di salên 60î de gotin em ê amerîkayê demokatîk bikin an cezayîrê gotiye em ê fransayê demokratîk bikin, hemû gelên bindest û mêtingeh li rê û çareyên rizgarî û azadbûnê geriyane ne qebûlkirin û bisermilêxwedebirina dagirkerî û mêtingeriyê..

    - ez wek şexsekî li dijî projeya hdpyê derdikevim divê kurd pêşiyê li ser axa xwe û sînorên xwe bibin xweyî hêz û xweyî desthilatdarî, an nexwe siba dusibe wê nekaribin ji bo kurdên ji derveyî kurdistanê dijîn û tÛşî heqaret û neheqiyê têne jî dengê xwe derxînin..

    - her kurdek divê miletxwaz û miletperest û miletparêz û miletperwer be, çimkÎ takerêya xilasiya miletên bindest hejêkirin û parastin û serdestgiritna miletê xwe ye, miletperestiya tirkan û ya kurdan ne yek e, j ber ku yek serdest û yê dî jî bindest e, û miletperestiya kurdan ne li dijî tu miletekî ye lê ya tirkan li dijî hemû miletên ji xeynî tirkan e, divê neyên tevlihevkirin..

    - ez statûya ku li rojavaê kurdistanê hatiye bidestxsitin giring dibînim divê ev statû were parastin, lê divê ev statû hemû axa başûrrojavayê kurdistanê li xwe bigire yanî divê beşên ku di salên 60î de ji aliyê rejîma esed ve ji bo erebkirdinê kurd jê hatine valakirin û di Şûnê de ereb lê hatine bicihkirin jî li xwe bigire, divê kurdên ku ki axa xwe hatine qewirandin û sirgûnkirin li ax û xaka xwe bêne vegerandin..

    - eger kurdan hay ji felaket, dek û dolaba ku di sala 1920an de li serê kurdan hatiye gerandin hebe, bi pey hesabên biçûk yên rêxistinî nakevin zirarê nagihînin kurdên din ên li paçreyên din ên kurdistanê dijîn..

    http://www.bbc.co.uk/turkce/haberler/2014/04/140409_ismail_besikci_roportaj.shtml



    2014.04.11-17:16 | endazer

    12. xwudê emrekî dirêj bidiyê, û dîtina kurdistaneke azad, serbixwe, aram bike nesîb.. lê ditirsim ku dîsa tajiyên wekê ferda çetin piştî vê hevpeyvînê ji bo konfora qûna xwediyên xwe lê bêne xezebê û nivîsên di tama ''deynê îsmaîl beşîkçÎ yê ku kurd dikin nakin nikarin berstûka xwe jê xilas bikin'' binivîsînin..



    2014.04.11-17:21 | endazer

    13. îro ligel fuad önen û ahmet önal çûye cizîrê, camêr li wê keleqirçêna Cizîrê de jî qerewata xwe ji stûyê xwe derneyêxistiye; https://fbcdn-sphotos-a-a.akamaihd.net/hphotos-ak-xpf1/t1.0-9/10320284_10152485568367376_4290284806829547056_n.jpg *



    2014.06.02-00:22 | endazer

    14. li ser mele mistefa barzanî û rewşa başûrê kurdistanê ya îro, nivîsek xweş nivîsandiye dîsa.. di nivîsa xwe ya vê carê de gotiye, kurdê ku ketiye ber çerxên saziyên rejîmên dijmin, êdî tu xêr jê nayê, gotiye eger mele mistefa barzanî, li mekteb û kolêjên eskerî yên rejîma beasê de xwendibûya bawer nakim dîsa ev qasî jêhatî bûya û dilê wî ev çend ji bo welatê xwe lêdabûya.. http://www.ilkehaber.com/yazi/barzaniler-10906.htm



    2014.06.18-09:24 | endazer

    15. ji bo yên ku radibin û rûdinin behsa kongra netewÎ dikin lê tu îşare û emare ji neteweyîbûnê bi wan re nîne gotiye; ''Li ser mijareke wisa girîng ango alaya Kurdistanê ku digihîje 1927'an (Xoybun)ê lihevkirin çênebe hewce nake Kongra Netewî bicive'' ma vir e?



    2014.06.19-15:17 | endazer

    16. (bnr: demans)



    2014.06.22-03:22 | kevçiyê dil

    17. eks evin ê pkkê ye. rê a wî û pkkê zûdayê ji hev veqetiyaye. ji ber ber wê piçek di buhranê de ye.



    2014.12.18-12:34 | nazim tolhildan

    18. jê re dibêjin ziya gökalpê tirke çawa ziya gökalp bi eslê xwo kurd bû lê ji tirka re xizmet kir ismail beşikçi ji bi eslê xwe tirk e lê xizmetê ji kurda re dike. her çiqasi ji kurda re xizmetê bike jî yekî bêesl e ew insanê eslê xwe înkar bike û xizmetê ji xelkê re bike şîrheram e ji xwe ne yekî şirheram buye ev qasi dev nedavet serokê gelê kurd abdullah ocalan.




    19. (bnr:ismail beşikçi/53973)----->*



    2014.12.22-23:33 | nazim tolhildan

    20. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.27-04:44 | diranfîq

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî