Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    roboskî - tirşik
    roboskî
    (4) (0) ecêb (0) (14)
    di mijarê de bigere

    1. gundeke li ser navçeya Şirnexê, qilabanê ye ku 21 berfanbar 2011an de 34 kesên ji vî gundî bi bombeyên ji balafirên şer ên dewleta tirk ve hatiye qetlkirin. miriyên van kesan piştî saetan serre bihuriyî bi gundî û berpirsiyarên sivîl ve bi hêstiran hatine kişandin. ev mesele bi saetan bi aliyê tvyên tirkan ve hatiye xefkirin û piştî ku tvyên navneteweyî vê nuçeyê dane bi mecburî û bi devê leşkeriya tirkî ve bi tvyên tirkan ve hatiye rojevê. her çiqas ji ser vê meselê re salekunîv derbas bube jî tenê yêk kes jî ji ber vê meselê nehatiye dadgehkirin. na na, biborînin dehan mirovên van kesên hatîn qetlkirin ji ber ku miriyên xwe xweyî derketine, hatine girtin û dadgehkirin.



    2013.06.14-23:15 | azadixwaz

    2. heyeta ihd(komeleya mafên mirovan) a ku ji bo lêkolînan bike çu gundê roboskiya ku 34 welatiyên wê di qetlîamê de hatibun kuştin, cezayê pereyê yê li xizmên qetilkiriyan hatîn birîn şermezar kirin. heyeta ku dixwestin biçin cihê qetlîamê bi aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.



    2013.06.24-19:54 | azadixwaz

    3. bi gotina parlamenterê Dîyarbekirê yê bi navê Galip ensarîoğlu: dobroskî!



    2013.08.28-19:25 | firat

    4. roboskî

    navê gundekî

    li pişta çîyayên tixûbê nivîskî



    2013.11.26-20:06 | felat

    5. sÎbe, yanÊ 28.12.2013 dibe tam dÛ sal...



    2013.12.27-18:48 | cinorek

    6. Hewara dayikan çiya helandin...

    Qêrîîna sî û çar dayikan...

    sî û çar perçe..



    tam 2 sal bû!

    Roboskî ji bîra me naçe!



    2013.12.28-15:31 | xasê

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.07-02:35 | tavrosi

    8. (bnr: birîna dil)



    2014.09.24-23:34 | serpale

    9. bi îro re, bûye ku hezar û dido roj.



    2014.09.24-23:49 | endazyar

    10. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.09.24-23:49 | endazyar

    11. Bûyereke din a ji wehşetên dewleta tirka ye. 34 hevalên me di carekî de kuştin. Kesên ji bo pariyek nan di bin wê berfê de debara bebeka xwe, birayê xwe, diya xwe, qelenê dergistiya xwe, diyariya xwişka xwe, alîkariyek bo bavê xwe, ketî ser wan rêyan. Bi f16an, bi teyrên hesinî. 34 caran pêl birîna kurdan kirin û birînek din li wan birînên din zêde kirin. Jiyanek qaçax bûbû nesîbê wan ew jî bi destê wan pêk hatibû lê ev jî qebûl nekirin. Heyfa wan xort û zarokan.



    2014.12.28-16:46 | xendekî

    12. Helbestek li ser vê bûyera reş hatiye nivîsandin. Ji aliyê giregirên helbesta kurdî ve bi navê berfesor. Jixwe ew helbest hemû tiştî radixe meydanê:

    (bnr: berfesor)



    2014.12.28-16:47 | xendekî

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.12.28-17:12 | jovan bervaj

    14. gundê ku navê wî yê rast robozike.lê wek roboskî belav bûy e.di van rojên dawî de dibe ku wek meseleya kobanî vs kobanê bibe.



    2014.12.28-17:58 | vêca çiyeeee

    15. piştÎ vê komkujiyê di bîra min de hew ev dÎmen maye ku dema serokwezîrê hingî yê dewleta tirk teyyîbê sergolik ji bo serdanekÎ hatibû şirnex, lijneyek ji malbatên qurbaniyên vê komkujiyê li ser teşwîqa silhedîn demîrtaş û pkkê çûbûn ligel teyyîb li ser heman sifreyê fitara xwe vekiribûn..

    http://goo.gl/MDZkqJ



    2014.12.28-18:05 | endazer

    16. Ez ewilî bi tundî vê bûyerê şermezar dikim. Sedema vê komkujiyê ne dewlet e, bêdewletbûn e.

    Ú wekî dinê

    gere mirov navên navçeyên xwe rast bilêv bike û dirust bikar bîne. Ne '' roboskî ye, robozik e ''

    Ro+bozik. Ro:robar. Bozik: ev jî rengeke û di rengê nêzî rengê qehweyî ye.

    Dema ku ji çiyê de av diherike û li nav robarê dikeve ew ro/robar bi rengê axê yê bozik dikeve ji ber vê mebestê jî ji wî gundî re dibêjin robozik.



    2014.12.29-17:06 | pîlerka pîr

    17. weka hemû bobelatên din ên kurdan ên ku ji hêla vê dewleta dagirker li ser kurdan qeminîne, bêhesab ma, hemû dirûşmên 'emê tolê hilînin' pûç û vala man, ma em ê çawa û bi çi navî û bi çi şeklî hesabê van yekan bipirsin?

    hîç ne pêkan e me tune ye dewletek, xwedî tacek, emê xwe biqerînin û goştê canê xwe bixwin..

    me jibîr kir û dilê me jî pûç nebû, ziwa nebû hê jî lêdide, hê jî dide li pey tiştên ehmeqane û serdarên qaraqolê hê jî bi bêrûmetiyên xwe dijîn..



    2015.02.28-14:03 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » roboskî dadmendiyê dixwaze

    Kategoriyên mijarê:: cand cihuwar dirok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî