Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
aynur doğan - tirşik
aynur doğan
(2) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. stranbêj û hunermendek e kurd e.. ji dêrsimê ye.. tenê bi navê aynur û bi strana keça kurdan jî tê zanîn û nasîn.. l, tirkiyê zêde newê nasîn jî li seranserê dinyayê xanim têra xwe popûler û bi navûdeng e..

ez ne xelet bim heta niha ji berê ve bi navê keça kurdan, nûpel û rewend sê albûmên wê yên solo hene.. wekê din bi gelek kes û komên mûzîkbêj yên wekê mîkaîl aslan û metin kemal kahraman û kardeş türküler re albûmên hevpar çêkirine anku têkarî û piştgirî daye albûmên wan.. dîsa di belgefîlma bi navê crossing the bridge ya derhênerê tirk fatih akın de bi strana bi navê ehmedo nas nenas, yan biyan dilê gelekan tijî xem û kovan kiriye.. di fîlma bi navê gönül yarası ya derhênerê tirk yavuz turgul de jî ji tirkên faşîst û dilhişk re bi strana bi navê darhejîrokê got ku ji bo ku mirov di ber stranekî de bigirî ne şert e ku mirov bi zimanê wê stranê bizanibe..

lê feyde nekir tabî vê taliyê di konserteka xwe ya li stembolê de bi egera roja ku eskerên tirk hatîn kuştin tu çawa radibî û stranên kurdî dibêjî ji aliyê jazzperwerên elît û hejxwekirî yên tirk ve hate protestokirin..



27.11.2013 22:30 | endazer

2. Ji dêrsimê ye. Lê zaza ninû kurmanc e.
Ji eşira şekakan (şawax) e.



18.12.2013 17:05 ~2021.02.12 13:22 | cinorek

3. stranbêja ku navê albûmên xwe her û daîm şaş dinivîse ye. keçê kurdan, hevra ?



18.12.2013 18:19 | oxir

5. stranbêja ku alboma wê ya axir bi navê "hevra" heyamên borî derçû.. tê de sê-çar stranên nestêle hene, bi taybetî ji rexê aranjeyê ve; bes stranên din heçko bes bo temamkirina albomê lê hatine zêdekirin.. Strana "yar melekê" she'ra wê nizanim ji kêrê peyda kiriye bes hemî xelet e..



12.02.2014 23:09 | gordereş

6. stranbêja ku muamileya bargîn û dewaran li zimanê kurdî dike.. hind jê re xweshdivî ye kurdî ku wê li pisht xwe bike..



12.02.2014 23:11 | gordereş

7. stranbêja ku di vê serdema zanyarî û ragihandinê de dibêje "bejnê yarê"..



12.02.2014 23:12 | gordereş

8. çend roj berê bûbû mêvan li bernameyeka tirkan.

pêşkêşvan jê pirsî got:stranên xwe tu dinivîsî?

Xanima Aynûr got:na ez di jiyana xwe de zêde bi kurdî napeyvim lewra nikarim binivîsim.

erê dengê wê xweş e erê porê wê jî xweşik e lê tenê qeymaxê ser nên dixwe.



13.02.2014 09:43 | gulan

9. eger rojekî bibim dîktator, îşê min ê ewil, ez ê gotina stranên kurdî li aynurê qedexe bikim, ez li mÎnîbûsê ji bo ku bêjim ''min li filan derî peya bike'' an ''ez ê li filan derî peya bibim'' di dilê xwe de du sê cara gotina xwe prova dikim, ji bo ku ji şitexaliya xwe neyêm fihêtê, lê ji aynurê re ne xem e, bawere çawa stranekî ji derekÎ dibihîse ji xwe re dibêje ev stran ne xirab e ka ez jî di konserta xwe de bêjim û derdikeve û di bîra wê de û di guhê wê de ew stran çawa mabe bi wî miqamÎ dibêje û haşa hizûrê dikute fonolojiya kurmancî de.. ji qumrîkê re dibêje kumruke, şûna bêje malan bar kir çûna waran dibêje çûne wera lê, dîney lê, dîney lê... wez sevî me lo lo.. ber diyara me..

dengê wê ne xirab e, eger mesele jêhatin be, ji aynurê sed qetî stranbêjên çêtir hene.. wek tê gotin wextê xwudê dide nabêje tu keça kê yî.. an ka telafûza te ya kurmancî çawan e?..




10. di wîkîpedyaya tirkÎ de jê re dibêjin; kürt kökenli türk halk müziği sanatçısı ve söz yazarı. yanî hunermenda mûzîka gelêrî a tirk û nivîskara gotinên stranan ya bi eslê xwe kurd..




11. Albûma wê hevra zaf bi dilê min re ye, pir xweş e.



11.02.2015 14:57 | diclefirat

12. stranbêja dê 1ê adarê li antalya bistrê ye. Here lînkê



26.02.2015 23:13 | berxweda

13. bi navê quartet hawniyaz ligel mûzîsyenên navdar; kayhan kalhor kemençe), salman gambarov (piano) cemîl qoçgirî (tembûr) komeke mûzîkê ava kiriye.. ev çi qas bû bi projeya aynur&endless duo ligel salman gambarov û cemîl qoçgirî konsêrt didan ji xwe, bi tevlêkirina kayhan kalhor jî koma wan bûye komeke quartet yanî çarmendî.. tu aqilê min ji navê hawniyaz negirt lê di karê ku navê cemîl qoçgirî tê de hebe ez zû bi zû jê naştexilim..



20.05.2015 05:10 | endazer

14. xelata enstîtuya muzîkê ya Derya Spî ya "Hostaya Muzîka Deryaya Spî" wergirtiye.

Here lînkê



16.03.2017 21:18 | wiha wilo wisa

15. Stranbêja hêja ya dêrsimî wê piştî 5 sala li tirkîyê derkeve tûrneyê. Ev tûrne pêywira danasîna albûma nû bi navê "hedûr" (ku wê di 7 ê reşemî yê pê ve li ser platformên muzîkê yê dîjîtal bin) jî tîne cih. Bi stembolê destpê dike tûrne enqere, edene û bi mêrsînê didomîne ya dawî li ruhayê ye. Bi rastî çima ruha ez şaşwazim û çima tenê bajarek bakur? Lê dîsa jî li ber mine,li ruheyê ye û ez ji bo çûyîna konserawê gelek bi peroş im. Serkeftin ji wê re.



15.01.2020 11:34 | rizgarm

16. stranbêja di albûma xwe ya dawî de, xwe li strana omer dizeyî ya "xewn la xewda" ceribandiye û gellekî xweş straye. dengê arpa tara jaffê ya henûn pirr li dengê aynûrê hatiye.
aynur doğan:


omer dizeyî:



gotinên stranê:

diwênê şew bînîm le xewê
le ser cêy ber mangeşewê
xom xizande ser cêy fênik
nemhêşt ber henasem kewê

qijî xawî
ba lêdawî, alozawî
car car daydepoşit le çawî
xwaye giyan çendim xoş dewê

zor be espayî û be nermî
demim bird bo lêwî germî
çawî hellhêna û pêy gûtim
xewnim edî to hewsermî

neyhêşt hestim
girtî destim lêwî gestim
mûçurkêkî xoşî daygirt
sertapay henaw û hestim

pêkra ta mela bangdanê
têk allan û dest le milanê
le nakaw dengî melay hat
daybirrîm le bejnî ciwanê

bê sersemî
bê nakamî bê aramî
bê cêm hêşt beheştî xewnim
çawim pir bû le giryanê



15.01.2020 19:01 ~19:03 | xeyda

17. Paş xeylek wext hedûra xwe derxistiye.



24.01.2020 20:45 | cinorek

18. navdar e û hew.

li ber kamerayê karîzmaya wê piçekî jî tuneye. ji klîpên wê yên heya niha min dîtîye, min tişt jê fam nekirîye. yek klîpê wê yê xweş jî tuneye ku mirov bibêje ka ez car din temaşe bikim ji xwe ra.

ewqas navdar e. welat bi welat digere, tu dê bêjî qey muzîkeka pir payebilind çêdike. na. xwe xistîye nav muzîkjenên navnetewî û mirov dibê qey tiştekî nû, tiştekî xweş pêk tîne, rê li ber muzîka kurdî vedike. rêberî dike filan... lê na. stranên wê hemû nebe jî, bi derketina albûmên wê yên nû, guh didim albûmê, naecibînim. gelo ew bixwe dizane ew çi dike, haya wê ji xwe heye gelo?

navdarbûna wê nîmeta xwedê ye. hin kes ji bo xêra zimanê kurdîyê jê hez dikin, hin kes ji bo xêra elewîtîyê jê hez dikin. hin kes jî jê hez dikin ji bo ku aynûr bûye stranbêjeka kurd ya noncriminal ango em bibêjin ji siyasetê dûr e û di televizyonê tirkan da cih digire loma. xelk bi hesret li benda çanda xwe ya noncriminalê maye. ev warê asayî ji bo kurdên bakurî pir piçûk e. gava dibînin, xelk xwe pê ve dizeliqînin.

piçûk nabînim. ji ber ku hêvîyê min pê heye (heya niha hebû, hema bêje nema), her car hewl didim ku stran û karên wê yên nû guhdar bikim, lê na, tiştekî resen di muzîka wê da nabînim. dengê wê û strana ehmedo pir li hev tên. ehmedo, keça kurdan, darhêjîrokê, belê, xweş in. bi coş in. ka wekî din çi heye?

dixwazim bibêjim tije stranên wê hene, ji tiştekî ra nabin. karên wê yên xweş pir hindik in. panzdeh sal e dengê xwe pêş ve nexistîye. dengê aynûr û stranên ku dibêje bi hevdu nakin.

û herweha bi instagrama wê jî, ne zimanê kurdî bi têra xwe tê da heye, ne jî parvekirinên wê bi min xweş tên. hema di binê postên wê da emoji, maçîkirin, xweşgotinan, ji sedî 10 jî kurdî tê da dibêm qey tuneye. qey ew jî xwe bi wan heyranên xwe yên bêhiş dixapîne.

tiştekî ku pir baş kirîye jî ew e, di belgefîlma crossing the bridgeê da dipirsin

— tu kîjan cûreyên muzîkê guhdar dikî?
+ tenê dengbêjan guhdar dikim.
— wekî din?
+ bi tenê dengbêjan guhdar dikim.

bi îhtimaleka mezin rastîya vê yekê tune. dîsa jî pir xweş dibêje. balî dikişîne ser çanda kurdan. helal be!



25.01.2020 14:10 ~14:18 | mirovekirind

19. Bi rastî min li ser twîtterê jî rexneyên xwe li ser wê dikir.Li vir jî dixwazim bikim.Hin kesan Aynûr Doxan û Rewşan Çelîker anîbûn ber hev gelo kî ji wan baş e ? Bersiva min jî ev e ku Aynûr doxan ji bo tirka dibêje û rewşana delala kurdîxweş jî bo me û bo hunera xwe û bo ku kedekî bike hunera kurdî de dibêje.
Twittera aynurê mêzekin û ya rewşanê mêzekin û hûnê bibînin ku cudahîyek mezin heye navbera wan de.



25.01.2020 14:53 | brzn

20. li instagram û youtube ê, wê dişopinîbum lê piranî nivîsên wî tirkî-îngîlîzî bû, dilêmin şikest û şopandinê berdam.

Here lînkê



09.07.2020 19:22 ~19:22 | lonw karda

22. Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî WOMEXê xelata hunermendê ya 2021an daye hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan.
***
"Yek ji gavên herî girîng ên rêwîtiya min a muzîkê dîsa di sala 2006an de bi WOME-ê dest pê kir. WOMEX, mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya muzîkê ye, ez hêjayî xelata hunermendiyê ya 2021-an dîtim, ez bi vê gelek şanaz im! Min xwest ku ez vê bextewariya xwe bi we re parve bikim." - Aynur
Congratulations dotmam.



30.08.2021 16:03 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» aynur doğan
» doğan güzel

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî