Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
karê herî xweş yê dinyayê - tirşik
karê herî xweş yê dinyayê
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li bakurê Awistralyayê ye û niha karê xortê 27 salî yê bi navê greg snell e.

ji nav 120.000 kesan hatiye bijartin û wê 6 mehên li pêşiya me, li awistralyayê li giraveke xwezayî yê ku ji bo jiyana xwezayî tê parastin, weke nobedar bixebite. ji bo vê karê xwe wê 100.000 dolar pere bistîne. li vê giravê jiyana xwezayê tê parastîn û tije heywan û giya ne.

kesê ku hatiye bijartin wê li xaniyeke lûks bijî û îş û karê wî wê parstina vê giravê be.

http://www.adelaidenow.com.au/news/south-australia/canadian-greg-snell-wins-sa-spot-in-best-jobs-in-the-world-campaign/story-e6frea83-1226667651038



28.11.2013 19:42 | simurg56

2. Ku perê mirov pirr be, Bêguman beredaytî ye.



28.11.2013 20:18 | ceso

3. elbet înternet cafecîtî ye * . karê xeyala min a zaroktiyê ..



28.11.2013 20:24 | brusk56

5. (bnr: tembelÊ tembel)



17.04.2014 22:54 | hun çawane heval:)))))))

6. (bnr: lîstikvaniya pornoyê)

henek henek *

ya herî xweş derhêneriya belgefîlman e. weke mînak li samanyolu tv-yê bernameyeke bi navê ayna heye ku yê ku ew pêşkeş dike hem welat bi welat li dinyayê digere hem jî perê xwe distîne. ma heye jê çêtir?



17.04.2014 23:01 | oxir

7. (bnr: sixteyÊ sixte)*



17.04.2014 23:10 | mergehez

8. tirşikvanî



(bnr: klîşeyên tirşikê)



17.04.2014 23:12 | mergehez

9. (bnr: karên dinyayê ê herî xweş)



17.04.2014 23:16 | simurg56

11. ez ji tirsa xwudê newêrim bêjim *



23.04.2014 19:49 | endazer

12. (bnr: nivîskariya tirşikê)



24.04.2014 00:24 | brusk56

13. zarokbûyina malbateka gellekî dewlemend *



24.04.2014 11:56 | renas

15. karê ku yê merive, ne karên xulamtîne



20.01.2016 21:39 | shorbevan

16. (bnr: serbest meslek)



20.01.2016 21:43 | xwelî li ser

17. ecêb kesê nenivîsiye: seks û seks



20.01.2016 21:51 | wiha wilo wisa

18. mamostetiya ziwanê kurdî



03.08.2016 03:48 | çarçoveya bextewariyê

19. tiştê ku hayao miyazaki rê me da: xêzandina manga/anîme. yaw hema nebû ilustrator. him dê keda xwe bide, li ser kursiyê qûna te işk be û him jî tu yê cîhanan biafirîne.



11.01.2018 00:57 | biruya hayao miyazaki

20. Karê ku tu hez dikî bikî.



11.01.2018 13:47 | mîr

21. ez dibem qey henekê nebaş kirin *



11.01.2018 14:10 | aqilkêm

22. Bûyina şivonê mala heyderê şêxo.
Heyder qîmeta şivanên xo xwaş zane.
Her heftê le bajêr seba şivonên xo nonê bajêr teyne.
Şivonên xelkê titûnê batedin.
Şivonên heyder her gavê malboreyê vedexwin.
Dinya je wan re xwaş e.
Keşka ez jî bibûma şivonê wan.



11.01.2018 17:54 ~17:55 | elaziz izzetpasa camii

23. li Tirkiyê wekîltî ye.
eynî pezan mexel tên û meaşên xwe hildidin..



12.01.2018 14:30 | çarçoveya bextewariyê

25. (bnr: xeyalvedanî) ye.
(bnr: karê xeyalan)

Xwe dirêj bike, çavên xwe miç bike û li hespê xwe yê xeyalî siwar bibe. Di nav ewr û baranê re û li ser qozeqerê derbas bibe.

Berê xwe hilde banî heta heyvê, heta rojê û galaksiyên dî bifire.

Mîna fonksiyona f(x)= x3+1 'ê bifire.

Heta û hetta xwe weke fonksiyons f(x)= x2 'ê noq bike.

An jî mîna fonksiyona sînusê, heta heta xwe soba bike here.

Ev jî ne bes e, li fonksiyona mîstî û ecêb f(x) = √x3+x-3 . Geh winda bibe, gih xwuya bike. Esil tu yî.

Carinan jî biçûk bibe û bikeve nav xwîn û damarê însanan. Here nav noron'ên wan. Xeyal, bîrîn û dinyaya wan temaşe bike. Di wir de li xwe binêre .


bedîuzzaman çi rast gotiye:
Însan çi ecêb e, carinan xeyalên wî ji kaînatê dibihûre, carinan ji ew di kevçiyekî çayê de difetise û dixeniqe...



13.01.2018 02:22 | gumgumok

26. Ew karê ku di kirina wê de meriv nexwaze biqede, karê herî baş ê dinyayê ye. bêguman ji bo herkesî, karekî wisa di xeyalan de heye. yê min betalî ye.



12.04.2020 13:20 | ceso

27. pêşkêşvanê bernameya welatan,kulturan didin nasîn.



12.04.2020 14:02 ~14:05 | de facto hozan

28. Bi min aşpêjî ye.
Ne xasim dema ez li kulîçexane dixebitim◉‿◉
Helbet zehmetiyên wê jî hene, lê ne bi qasî têkiliya mirovan.
Dema xwarinê çê dikim, strêsa min ji laşê min derdikeve, bi aramî têr û tije dibim *



10.08.2021 20:49 | merwano

29. Xwedê ez jî dibêjim karê xwarinê ye. Ji ber ku dema mero xwarin çêdike hem ên li dor wî zikê xwe bi xwarinek xweş têr dikin hem jî çêker ji strêsa xwe xilas dibe . bi vî awayî kêfxweşkirina ên li dor xwe serê xwe bilind dike. Bawerîya wî jixwe çêdibe, hêvîya ji xwe dike...

Gava ez jî ji bo ezmûnan dixebitîm, ji bo strêsa min bişike, min tîrik û darikên zirav ji bo xwe di çêkirina peqlewê de biceribînim kirîbû. Axirê, min xwe baş hîn kir û nihaka heta hevîrên ji peqlewê bigirin ên nanê şikeve an jî boreka ez li ser destê xwe tenik dikim. Nexasim, em nema ji sûkê hevîrên çêkirî dikirin.

Nîşe:
şamborekên ku ez çêdikim ji ên dîya min teniktir tê lêbelê hîn jî nikarim kûtilka çêkim...
Kûtilk hosteyî û zanebûn divê, hêvî dikim rojkê ezê fêrî çêkirina wan jî bibim...



10.08.2021 21:33 | pîroz

30. Xerçkirina pereyan e. binêrin Dan Bilzerian



10.08.2021 23:09 | fermano

31. (bnr: lêkolîner)



30.10.2021 09:32 | pênûsa westiyayî

32. (bnr: Çerçî)
Dixwazim wê karê bikim û gund bi gund bigerim.



30.10.2021 09:42 | cinorek

33. karê herî xweş yê dinyayê/137509 lêkolîner ne kar, yê ku wî karî dike ye. Divê wisa be lêkolînerî



30.10.2021 15:00 | xabûrî

34. (bnr: karê bettala) ye



30.10.2021 17:19 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» karên ku dê û bavê tirşikvanan dikin
» herîsork
» xweş
» yên ji kul û derdan mirine

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî