Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
etrak - tirşik
etrak
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di erebî de pirhejmariya peyva tirk. Anku "yên tirk"



28.11.2013 21:01 | ceso

2. Pirjimariya peyva tirk e.. Lê ev e bi salan e em di dibistanên tirkan de hînî qaîdeyên/rêzik in zimanê wan bûne û li gor vê qaiêdeyê di tirkî DE di herfên dengdar (sessiz) nayên ber hevdû. Ger du herfên weha (weke di peyva tirk de kû r û k hatine ba hev ) werin berhev wê demê em dikarin bêjin kû peyva tirk an türk ne bi tirkî ye..Nexwe ev tirk ji kî derê hatine ?



28.11.2013 21:24 | nan û av

3. (bnr: kurdên deryayê)



28.11.2013 21:33 | ceso

4. (bnr: rom)



28.11.2013 21:44 | simurg56

5. Kalikê min rehmetî, rehma Xwedê li miriyên we jî be, mesela Tirk û etrak baş dizanibû... Digot ew qewmÊ ku Quran wek Ye'cûc Me'cûc binav dike Tirk bi xwe ne. Di dewr û dewrana dêwan de;(hûn bejin Neandertal) ji ber ku ew merivên pir hûrik bûne, tim û tim xwarina devÊ dêw û lawirên dirinde bûne... Bi taybetî merivên neandartalên xwedî hiş û aqilê nîvçe, ji goştê wan merivan pir hez kirine. Ew wan girtine xistine "tûrikên xwe" û gava birçî bûne wek findiq û fistiqan avêtine devê xwe. Bi gotina kalê minê rehmetî "neandertalên ne rehmetî" ( ew kafir bÛne) wana wEk xwarina "tûrik" binav kirine û gava birçî bûne û ji jinên xwe XWARİN XWESTİNE, Dİ ŞÛNA KU BİBÊJİN "KEÇA KERê, hela ÇEND TÛRİK BİDE MİN" Bİ MANEYA XWARİNA Dİ TÛRİK DE car heye GOTİNE "ka Ê TÛRİK bide min". ez ji efendiye xwe re bibÊjim roj bi roj peyva " xwarina tûrik" guheriye, veguheriye, kin û kurt bûye , bûye tirk; gotina "ê tÛrik" jî dora pêşî bûye " Êtrik" ; paşÊ jî "etrak"... wele heyra hûn ê bibÊjin kalÊ te viran kiriye lÊ, ew bi sê telaqan sond dixwar û van gotinan dikir. Ma gotinÊn kalÊ min ji teoriya "kart kûrt" ê ne maqûltir e?



28.11.2013 22:13 | mamoste marûf

6. dema dewleta osmanîyan de, Ereban, ji bo turkan gotîye "etrak-ı bi idrak", ango turkên bê feraset an jî bê fêhm.



29.11.2013 10:35 | nazim tolhildan

7. (bnr: dothrak)



15.11.2021 12:40 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» etrakê bê îdraq

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî